Çand, an hînbûn, an jî hezkirina jiyanê. Hezkirina ji xwezayê û mirovan, ya hatiye bilêvkirin, jiberkirin û derbasî tevgerê bûye.
Çand; hestên nîşankirina ramanên di der barê jiyanê de ye. Kêfxweşî û kêfborandina temenê kin e çand.
Çand; têbinî û nîşeyên mirovên hatine û bihurînê ye, diyariyên bav û kalan, xezîne û mîrateya civakên ku civakên îro jê çêbûne ye.
Cejn e, dîlan e, awaz û stran e, peyker û şêwe û xweşikî ye, eşq û evîn e, mihrîcan û sersal e. Salveger e; ku 365 roj derbas dibin, dinya tê heman wextê. Dem tê rewşa xwe ya salek berê, lê tiştin tên guherandin. Dibe bihar, havîn, payîz û zivistan. Û dîsa dizîvire û tê heman dem û çaxê. Wekî mirov tiştekî winda bike û dîsa bibîne, kêfa mirovan hatiye di salvegeran de. Bi wî awayî jî hînbûn çêbûye û mirovan ew roj kirine rojek taybet. Nav jî lê kirine; li ba kurdan hinek ji van navan; Sersal, Newroz, Gîsko, Xizirlyas, Qurix û hwd. Di nava gelên dinyayê gişan de hinekên ku bûne mînak; Roja Evîndaran, Roja Jinan, Roja Bavan, Roja Dayikan, Roja Pîresêran û hwd.
Netew û gel jî wisa ne. Dibe ku neteweyên aniha, gelên aniha hezar sal berê an du hezar sal berê, ne bi vî navî bûn, ne bi vî şiklî bûn, ne bi vî zimanî bûn. Axa ku aniha kurd li ser dijîn, mîrateya gelek ol û qewman e. Çanda ku ziman bi xwe jî di nav de ye, mîrateya gelên ku li ser vê axê jiyane. Ziman û çanda tu neteweyî û gelî, wekî pakêtekê ji jor de an ji deverek din nehatiye. Çand û zimanê gelan ji cîran û netewên dinyê gelekan bandor û alav girtine. Lê heke dûre bûbe taybetiyek wî gelî û bi taybetiyên din re li hevdu kiribe û bûbe yek, ew dibe malê wî gelî. Ne hewceye ku mirov li zimanekî ji sedî sed ya miletekî bigere. Ne hewceye ku mirov peyvekê bi zimanê xwe nebîne têkeve peroşiyekê û li çongên xwe bixe bibêje “xwelî li serê me”. Heke peyvek neteweya cîran tevlî zimanê mirov bûbe, ev ne xerabûna dinyayê ye, ji vê yekê xwezayîtir tu tişt tune ye. Zimanê tu netewan ne ji sedî sed resen e.
Neteweyên aniha wekî şîr sipî û zelal hene gelo?
Çandên ji kaniya netewekê tenê, wekî avê zelal û resen hene gelo?
Tu netewe dikare bibêje “koka me ji sê hezar sal berê tê û em wekî wê rojê heman nîjad in, heman dirûv û heman zimanê me heye?
Ez ne bawer in. Heke wisa be mirov diyalektîkê jî înkar dike û candariya xwezayê jî. Xweza herikbar e û guherbar e. Ji xwe ku mirov bi awayekî hişk vê yekê biparêze, dê ji mirov re bibêjin nîjadperest an paşverû.
Yên ku neteweya xwe, nîjada xwe di ser gel û netewên dinyayê re girtin û ji bo wê yekê bi mîlyonan mirov kuştin jî derketin, lê domdariya wan jî nehat. Xweza yeknesakiyê napejirîne. Piranî û pir-rengî heye di xwezayê de. Înkarkirina gelan û çanda mirovan bi xwe faşîzm e. Mirovên ku çanda wan yek bin, dema li ba hev bin kêfê ji wê çandê distînin. Mirov bi zorê nikare çanda xwe û yekî din bi hev re bizeliqîne. Her tişt bi awayê xwezayî dê nêzî hev bibin. Lê ku bi zorê yekbûn; yek millet, yek dewlet, yek al, yek ol bê xwestin, nabe ne li gor zagonên xwezayê û candariya civakan e. Dê rojekê teqez ev ramanên wisa têk biçin. A girîng her kes ji yeknesaqiyê fêm bike û jê bireve.