Elî Reza Spahî Layîn
Di nav kurdên Xorasanê de û helbestên gelêrî de, helbesteke sê rêzîn (sêxiştî) heye ku dibêje;
Welatê me Erzirûm e
Bi giya û gul û tûm e
Heft salêm ez jê dûr bûme
Ma ev helbesta biçûk, bi naveroka xwe ya bilind, behsa çi dike? Cudahî û dûrketineke dijwar û xembar û nîşana jan û êşên ketî dilê kurdên Xorasanê di destpêka koça wan a dîrokî ji dayika welêt (Kurdistan) ber bi Xorasanê ve.
Xorasan li ku ye?
Parêzgeha Xorasanê li bakurê rojhilatê Îranê ye. Di dîroka vî welatî de Xorasan xwediyê cihekî taybet û rolên girîng e. Piranîya serdar û rêveberên bihêz û helbestvan û nivîskarên navdar û bibandor li wir ji dayik bûne an jî jiyane. Her wisa hebûna mezarê Îmamê 8’an ê şî’e (Reza) li navenda Xorasanê (bajarê Meşhedê an Tûsa kevnar e), kesayeta vî welatî berbiçavtir kiriye.
Di welatekî wiha de, serhildan û şer û dijayet û tevkujî jî zêde bûne.
Ev rewş, hatiye domandin heta serdema Sefeviyan (1501-1722); paşayên ku bi eslê xwe kurd bûn, lê bi zimên tirk. Û vê dewleta şî’e, biryar da ku ji bo parastina tixûbên rojhilatê Îranê ji erîşên tirkman û ozbekan, bi hezaran malbatên kurd ên êlên zaxorî û şadî û hwd, koçberî Xorasanê bikin.
Ev yek pêk hat û bi vî awayî mertalekî zindî ji can û xwîn û çekên kurdan, bû çepera Îranê û bingeha parastina wî welatî. Helbet dûrxistina gelê kurd ji Kurdistanê û pêşîgirtina li yekbûn û serhildanên wan, mebesta yekem bû niha, ji vê serdema girîng a dîrokî, derdora 450 salî derbas dibe û kurd li Xorasanê bûne xwediyê hêz û hejmareke mezin. Lê, di vê navbera 450 salî de çi bi serê kurdên Xorasanê hatiye? Niha ew di çi rewşê de ne? Destkeftiyên wan çi bûne û çi ji dest dane?
Mirov dikare bi vegotin û bersivandina van pirsên girîng, dest bi şîrove û ravekirina rewşa îroyîn a kurdan li Xorasanê bike. Ez ê hewl bidim di hejmarên paşerojê ya rojnameya Xwebûnê de çîroka jan û êş û şahî û hêviyên kurdên Xorasanê ji we re bibêjim. Weşana Xwebûnê li gelê kurd ê serfiraz pîroz dikim û bi vê helbestê nivîsa xwe temam dikim:
Surr…
Û min pirs kir:
Surra ewqas kuştin û zordarî û bêrêzî û newekheviyê di cîhanê de çi ye?
Got; ev e ku mirov, bi qasî ku ji kujerê/a xwe hez dike, ji evîndarê/a xwe hez nake…
Hînga, li min nihêrî û bi halê kelogirî pirs kir:
Tu bibêjî, heger evîndareke/î hejar û kujereke/î hêzdar, di eynî demê de bang li te bikin bêjin, ‘were cem min’, tu yê berê xwe didî kîjanî?
Ez bêdeng mam û çavê min, li cihekî dûr, li pey bersiva xwe ya xembar digeriya!
6-12.01.2020, Xwebûn, Hejmar 3
**
Têbiniya Diyarnameyê: Di beşa "Nivîskarên Mêvan" de em nivîsên li cihên din hatine weşandin digirin û diweşînin. Ji rojname û kovarên çapkirî jî em digirin lê fikra me ew e divê pêşî ew bêne firotin, paşê bikevin nav onlineê. Ji ber ku dema di cih de di nav qada online de bê weşandin îhtîmala firotina wan kêm dibe. Loma me bi derengî ev nivîsa ji Xwebûnê niha girt û weşand. Ji ber ku hejmara nû niha êdî derket, em dikarin ji hejmara berê nivîsê bigirin û parve bikin. Ji niha û pêde jî nivîsên bala me bikişînin emêbigirin û bi vî awayî parve bikin.


