Diyarname
Li Rojava, bi navê xwe yê fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gere 11'ê vê mehê hilbijartin li dar biketa, lê hat bi paş ve xistin. Dema nû wekî 8'ê gelawêjê diyar kirine.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hilbijartinê her tişt amade bû. Li 134 bajar û bajarokan dê hilbijartin lidar biketa. 2 îtîfaqan (di nav de gelek partîhene), 3 partiyan û gelek kesî jî ji bo berendamtiya serbixwe serîlêdana xwe kiribû. Pêşî 30'ê gulanê bûne, dûre hilbijartin 11'ê vê mehê, gere 11'ê mehê hilbijartin li dar biketa hat paşvexistin. Di serî de Tirkiye û rejima Sûriyeyê dijî hilbijartinê derketibû. Vê serê sibê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand ku wan hilbijartin bi paş ve xistiye.
Li gor agahiya nû 8'ê meha gelawêjê/tebaxê wê hilbijartin li dar bikeve. Di daxuyaniya ku Rêveberiya Xweser belav kiriye de wisa hatiye gotin, "Partî û îtîfaqên beşdarî hilbijartinê bûne ji Komîsyona Hilbijartinê xwestine ku hilbijartin bê paşxistin. Yek ji sedeman, dema propagandayê hindik bû. Sedemeke din jî ew bû ji bo saziyên navneteweyî bêne bişopînin pêdivî bi demê heye."
Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinê kirine ev in: Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî).
Vîdeoyeke li ser hilbjartinê:
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li 134 şaredariyên Rojava hilbijartin li dar dikeve
- Li Rojava çend partiyan ji bo hilbijartinê serî lê da?
- Komîsyana Hilbijartin: 'Bila rêxistinên navneteweyî bên hilbijartina me bişopînin'
- Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê wê çend kes deng bidin?
- Em ji rêveberiya Rojava dipirsin çima di vê de kurdî tune ye?
- Dema serîlêdana berendamtiyê
- Li Rojava ji bo hilbijartinê hejmara hilbijêran tê zelalkirin
- Li Rojava hilbijartin li dar dikeve
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


