Amed
Wekî navendeke bo xebatên çandî bi navê Atolyeya Hunerê ya Yekta hate vekirin. Ev navend di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasa Amedê de ye û wê bê pere gelek kurs û çalakiyên hunerî û çandî pêşkêş bike beşdaran bike.
Di merasima vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, nûnerên saziyên civakî yên cur bi cur û gelek hemwelatî amade bûn. Armanc ji vê navendê ew e qada çandî xurt bike
Hevşaredar Sîncar û Dundar di merasîmê de diyar kirin ku ev navenda nû dê bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî bibe navendeke girîng a ragihandina mîrateya wan kesên ku tevî hemû astengiyan bedel dan da ku çanda xwe zindî bihêlin û vê mîrateyê ji nifşên paşerojê re bihêlin.
Piştî pêşkêşkirina govend û muzîkê, navend bi birîna kurdeleyê bi awayekî fermî hate vekirin.
Atolyeya Hunerê ya Yekta xebatên cur bi cur ên çandî û kursên belaş ên tembûr, erbane, piyano, govendên folklorî, wênekêşî, sînema û perwerdeya deng pêşkêş dike.



