Diyarname
Roja 11’ê pûşpera 2024’an li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartina şaredariyan li dar dikeve. Ji bo serîlêdanê roja 21’ê gulanê roja dawî bû. Çend partiyan ji bo beşdariya hilbijartinê serî lê dan? Çend îtîfaq hene? Va ne ew agahî:
- 27 partî û rêxistinan wekî 2 îtîfaqan serî lê daye.
- 3 partiyan bi navê xwe serî lê daye.
- Gelek kesan jî wekî serbixwe serlêdana xwe kiriye.
- Îtifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistin pêk tê. PYD, Kongra Star, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav van de ne.
- Îtifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hevre Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji 5 partiyan pêk tê.
- Partiyên ku bi navê xwe serî lê dane jî ev in:
*Partiya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê
*Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Niştimanî
*Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî.
- Roja 25’ê gulanê wê lîsteyên namzeyan bêne eşkerekirin.
- Piştî vê yekê wê dema propagandayê destpê bike.


