Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ji bo nivîsandina Zagona Bingehîn a nû got, "Min 10 hevalên xwe yê hiqûqzan peywirdar kirin. Emê vê miletê ji şerma zagona bingehîn a derbeyê rizgar bikin. Niha van hevalên min dest bi xebatê kirine."
Tirkiye bi Zagona Bingehîn a dema Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê tê birê ve birin. Ji wê demê heta niha gelek caran gelek xalên zagonê hatine guhartin, lê bi temamî nehatiye guhartin. Her desthilatdarî li gor xwe hin xalên zagonê guhartine. Erdogan, niha di salvegera Derbeya 27'ê Gulana 1960'î de axivî. Erdogan got ku roja 27'ê Gulanê ne tenê hikumeta Menderes, derbe li hemberî hilbijartina milet û hêviyên milet hatiye kirin. Erdogan her qala derbe û mafê hilbijartinê dike, vîna gel dike, vê bibîr dixe. Lê li Tirkiyeyê gelek şaredarên ku hatine hilbijartin niha girtî ne.


