Diyarname
Nûnera rojnameya Hurriyetê ya Washingtonê Cansu Çamlibel di quncikê xwe yê rojnameyê de cih da meseleya Sûriye û têkiliya DYA û kurdan.
Çamlibel dibêje ku rêveberiya DYA'yê difikire ku di sala 2017'an de aliyê leşkerî ya DAIŞ'ê çareser kir, xwe amade dike ku piştî Noelê li Sûriyeyê derbasî pêvajoya siyasî bibe.
Ew li gor agahiyên ji civînên veşarî yên li Washingtonê hatine girtin dibêje ku DYA demek dirêj hê dê ji Sûriyeyê venekişe. Çamlibel wisa nivîsî: "Rêveberiya Trump eynî wekî 2017'an, di sala 2018'an ku dê bi derbasbûna pêvajoya siyasî bimeşe de jî bi awayekî xurt li pişt HSD'ê ye. Ev yek tê wateya daxwazên siyasî yên PYD/YPG'ê di pêşeroja Sûriyeyê de bibin mijara bazarê. Her çiqas di temamê hefteyê de qala yekîtiya Sûriyeyê kiribe jî li ser 'Modela federasyona Sûriyeyê di bin kîjan mercan de dikare bê jiyîn' nîqaş têne kirin."
Çamlibel dibêje ku ji bo Enqere tiştê herî xirab ew e ku nûnerên hikumeta Tirk êdî ne li dora maseyê ne û bi 'komên biçûk' li ser Sûriyeyê civîn tê kirin. Ew wisa didomîne: "Li dor maseyê DYA, Îngilistan, Fransa, Urdun û Misir hebûn. Civîna li Washingtonê amadehiya civênên di astên wezîrên derve de ku di 23'yê rêbendamê bê li darxistin bû. Li gor agahiyên min bi dest xistin civîna Parîsê însiyatîfa Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Reks Tillerson bû. Welatên ku dê beşdarî civîna li Parîsê dê bibin Fransa, Îngilistan, Urdun û ligel wan jî du berdilkên Trump ên li Rojhilata Navîn Erebistana Siûdî û Misir in. Tillersen naxwaze Tirkiye li dora maseyê hebe ji bo vê yekê peywer daye fransizan ku vê ragihîne Enqereyê. Ev yek di civîna Macron û Erdogan a li Elysee de diyar bû lê ji bo hêrsbûn çênebe aliyê fransiz ev ragihandin ji bo dema pêş hişt. Amerîka naxwaze Tirkiye li dora maseyê be ji ber ku tezên wê ku di civînên komên biçûk de pêşkêş kirine û yên li Tirkiyeyê li hev nakin."
Ew dibêje tê gotin ku DYA'yê ev dîtinên xwe wekî 'non-paper' bi awayê nivîskî amade kirine ku di zimanê dîplomasiyê de 'non-paper' ji bo belgeyên ne fermî tê bikaranîn. Çamlibel wisa didomîne: "Di 'non-paper'an de rayedar ji bo Rojavaya YPG'ê bi gotina 'Bakurêrojhilatê Sûriyeyê' qal dikin. DYA di vê 'Bakurêrojhilatê Sûriyeyê' ku qal dike de xwe wisa aram hîs dike ku ji roja ku şerê navxweyî li dar ketiye heta niha yekem car rê daye ku amerîkayiyên sivîl bi projeyên cur bi cur herin welat."
Çamlibel bi van gotinan dawî li nivîsa xwe aniye: "Nivîskar Michael Wolff di pirtûka xwe 'Xezab û Hêrs' de wisa dibêje, 'Trumpî polîtîkaya xwe ya derve kiriye sê beş. Ya yekê welatên ku ligel wan dê xebat bê kirin. Ya diduyan welatên ku dê ligel wan xebat neyê kirin. Ya sisêyan welatên bi têra xwe hêza wan nîn e û ji bo vê yekê jî qet ne di xema Amerîkayê de ne'. Tirkiye ji bo DYA di warê Sûriyeyê de herî hindik ne di nav beşa yên yekemîn de ne.
12.01.2018, Hurriyet