Reqa
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya navenda xwe ya li Reqayê li ser hilbijartina ku meha pêşiya me wê li dar bixin daxuyanî da.
Hevserokên komîseriyê Hisên El Şêx û Rûken Mele Îbrahîm daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hilbijaritnên Şaredariyan dê 11`ê pûşperê bên lidarxistin. Deriyên namzetbûnê û radestkirina kartên hilbijartinê hate vekirin. Xebatên diyarkirina navendên hilbijaritnê berdewam in. Ji ber ku armanca me biserxistina hilbijartinan e, em bang li rêxistinên navneteweyî yên hikumî û nehikumî dikin ku çavdêriya hilbiajrtinan bikin. Her wiha em wan vedixwînin ku çavdêriya hilbijartinan, navendên hilbijartinê, dengdayînê, jimartina dengan bikin. Em hêvî dikin hûn beşdariya xwe piştrast bin û çi pirs hebin em jê re hazir in ji bo ku hilbijartin bi ser keve."
Komîsyonê bang li gel jî kir ku roja hilbijartinê herin dengê xwe bidin.
ANHA