logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Matadorên Spanyayê gayên Îtalyayê kuştin

  • Dîrok: 31/05/2023
  • Beş: Spor

Cemil Oguz
Bifikirin Ga û Matador li arenayê ne. Divê 90 deqe bilîzin, lê têre nake, 132 deqe dilîzin, ew jî têrê nake û dibêjin: Yek ji min yek ji te. Paşê? Paşê wekî her gavê matador zora ga dibe. Sevillaya matador dibe şampiyon, ga ku sembola Romayê ye vedigere mala xwe.
Werin em bi vî awayî lê binêrin:

Li Spanyayê lîstika ga û matador ku bi navê "Guleşa Gayan" jî tê zanîn, lîstikeke navdar e. Matador rengên sor nîşanî ga dide, ga êrîş dike, her êrîş dike heta ku diweste. 

Formaya Romayê sor e, sembola Romayê jî ga ye. Û helbet dema rewş wisa be rol dikeve ser milê matador; bi gotina din rol dikeve ser milê Sevillayê. Û wisa bû jî. Di nîveka yekemîn de gayê Romayê qiloçek li matador, yanê Sevillayê dabû û nîveka yekemîn bi 1-0 derketibû pêş. Di nivîka duyemîn de matadorên Sevillayê tîrek li ga dan, ga westandin, lê di encama 90 deqîqeyî de wekhevî hebû; ne ga miribû, ne matador têk çûbû. Rewş ber bi 30 deqîqeyên zêdek ve diçû, lê ne 120 deqe, tam 132 deqe lîstika ga û matador dom kir. Her duyan jî ber xwe dida. Lê encam tune bû û vê carê dê wisa ba: Matadorî dê tîrek biavêta, gayî dê qiloçek lêda; kî zora kî bir.

Di vê kêliya ku navê wê yê navneteweyî bikaranîna penaltiyan e Sevillayê bi Ocampusê gol avêt. Romayê bi Cristanteyê bersiv da. Dûre matadorên Sevillayê rola xwe anîn cih, tîren xweş daweşandin, lê li aliyê din gayan nekarîn qiloçan li matador bidin. Ji Romayê pêşî Mancini nekarî golê bavêje, dûre Ibanez gog li dîrekê da û hêvî çû, quwet çû, xwîn ji gayan hat û tîra dawî Gonzalo Montiel lêda: Kûpa ê Sevilla ye.

Her çiqas bi mîlyonan temaşevanan li lîstika "Guleşa Gayan" temaşe kir jî çend deqîqe ne têde zewqek mezin nîn bû. Loma jî li ser lîstikê tiştên zêde bêne gotin nîn in. Roma bi berxwedanê heta 132 deqe hat û hew. Lê mesele çi be jî, lîstik hat lîstin, yên têk çûn çûn, yên serketin jî navê xwe li dîrokê kirin û ji bo salek din xatir xwestin.

7 NÛWAZEYÊN DINYAYÊ DIBE MALA XWE

Heta niha Sevilla çiqas derketibû fînalê bi ser ketibû, carek din ev kevneşopî dom kir. Sevillayê di sala 2006, 2007, 2014, 2015, 2016, 2020 û 2023'yan de, tam bû 7 caran vê kûpayê dibe mala xwe. Bi vê yekê di dîroka dinyayê, Kûpaya Lîga Ewropayê de tima herî zêde ev kûpa girtiye ye.

Sevilla çiqas derketibû fînalê her kûpa girtibû. Li aliyê din teknîk dîrektorê Romayê Jose Mourinho hebû ku çiqas derketibû fînalê kûpa girtibu lê yekem car di fînalê de winda kir.

LÎSTIKVANÊ SERKETÎ

Li aliyê din UEFA ku di her maçê de lîstikvanê herî serketî hildibijêre di vê maçê de qeleparêzê Sevillayê Yassine Bounou wekî lîstikvanê herî serketî hilbijart.

***
ÇAWA DEST PÊ KIRIBÛ?
Maç wisa dest pê kiribû: Romayê tîma Fiorentina, Sevillayê jî Juventus têk biribû û derketibû fînalê. Maç li gor saeta Amedê saet 22.00'an de li Stada Stada Puskas Arena ya li Budapeşteya Macaristanê ye dest pê kir. 

Li starê cihê 67 hezar û 215 kesî têde heye. Stad mişt tije bûye. Berî maçê merasim li dar ket û paşê bi firfiroka hakêm dest pê kir.

Kadroyên tîman

Sevilla: Bono, Navas, Bade, Gudelj, Telles, Fernando, Rakitic, Oliver, Ocampos, Bryan Gil, En-Nesyri

Teknîk dîrektor: Jose Luis Mendilibar

Roma: Patricio, Ibanez, Mancini, Smalling, Zeki Çelik, Cristante, Matic, Spinazzola, Pellegrini, Dybala, Abraham

Teknîk dîrektor: Jose Mourinho
SEVILLA YEKEMÎN E

Sevilla ew tîme ku heta niha herî zêde ev kûpa girtiye: 6 caran. Piştî vê Milan, Juventus, Liverpool, Atletico Madrid her yekî 3 caran ev kûpa girtiye. 

Tîma Romayê tenê carek di sala 1991'ê de ev kûpa biriye mala xwe.

Li aliyê din ji her du teknîk dîrektoran Mourinho 2 caran ev kûpa girtiye, lê Mendilibar ev kûpa qet negirtiye.
DEQE BI DEQE
Deqe 34: Di destpêka maçê de heta nîv saet Roma li pêş bû. Şûtek wan hebû, lê di deqîqeya 34'an de bi Dybala firsend dît û Dibala gola xwe avêt: 1-0.

Dq 45+5 lîstikvanê Sevilla Rakitic bi lingê çepê ji derveyî pêş kelehê şûtek mikemel avêt, le gog ji dîreka qeleyê vegeriya.
Di deqeyên zêdek de Sevilla kona xwe li ber keleha Romayê danîbû lê nekarî encamê biguherîne. Nîveka yekemîn bi 1-0 bi dawî bû. 

Dq 55, kaptanê Romayê Mancini gol avêt keleha xwe. Lîstikvanê Sevilla Navas gog sert şand nava sehaya pêş kelehê, gog li Mancini ket û çû nav torê: 1-1.
Dq 90: Her du tîman nekarî encamê biguherînin û maç derbasî nîv saetê zêdek bû. Dê 30 saetê din bê lîstin. Ger wekhevî neguhere, dê maç here penaltiyan û serketî diyar bibe.
ÎSTATÎSTÎK

Di 90 deqîqeyên maçê de îstatîstîk Sevillayê nîşan didin: Sevillayê 16 şût avêtin, beramberî vê Romayê bi 8 heban bersiv daye. Lê yê Sevilla 2 heb bi îsabet bûne, yê Romayê 4.

Sevillayê bi sedî 66 bi gogê lîstiye, Romayê sedî 34. Di pasan de jî Sevilla li pêş e: 495-272
132 DEQÎQE: 1-1

Dq 120+12, tam 132 deqe gog li nava sehayê bû û encam diyar nebû. Niha dora penaltiyan e. Di deqîqeyên dawî yên vê zêdekê de Romayê çend gogên serbestatişê bi dest xistin, lê nekarîn jê sûde bigire. Û hakêm li firfirokê da.


(Ev nuçe bi şev saet 01.35'an de hate nûkirin)


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Berdevka DEM Partî: Hûn Demirtaşî bernadin, hûnê çawa aştiyê çêbikin?

ad

Şahiya belgefîlman 'Documentarist' dest pê kir

ad

Cenazeyê Silo Qiz hat definkiriin

ad

Li ser çand û hunerê notên derketine pêş

ad

Dalkurd carek din bi ser ket

ad

Piştî şer yekem hejmara Playboy derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname