logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Partiyên kurdan hilbijartinên Şamê red kirin û şert danîn

  • Dîrok: 20/05/2026
  • Beş: Nûçe

Qamişlo
24 partî û rêxistinên siyasî yên kurdî yên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê “Hilbijartinên Meclisa Gel” a hikumeta Şamê de daxuyaniyeke hevpar dan. Partiyan destnîşan kir ku ew van hilbijartinên sexte red dikin û got, "Dayîna 4 kursiyan ji bo kurdan  diziya vîna gel e.  Li gorî nifûsa me divê ji 40 kursiyan kêmtir nebe.”

Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze hilbijartinên “Meclisa Gel a Sûriyeyê” ji nû ve saz bike. Di vê çarçoveyê de ji bo kurdan kotayeke saz kiriye û dixwaze tenê 4 kursiyan bide kurdan. Li hemberî vê 24 partî û rêxistinên siyasî li Qamişloyê bi hev re daxuyanî da.
Partiyan ew hilbijartin wekî “pêvajoyeke tayînkirina pûç” nirxandin û diyar kirin ku hikumeta Şamê bi vê gavê qanûn û polîtîkayên nijadperest ên li dijî gelê kurd ji nû ve zindî dike.

'Projeya nijadpereset a dijî kurdan'
Partiyan di destpêka daxuyaniyê de bal kişandin ser dîroka şoreşê û fedakariyên gelê kurd ên li dijî rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê û wiha gotin: “Di demekê de ku pêkhateyên Sûriyeyê li bendê ne ku dewleteke hevwelatîbûn û şirîkatiyeke rastîn ava bikin û sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk bigirin. Hikumeta Şamê guh neda van hemû rastiyan. Hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Ev di rastiyê de ne tişteke ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran tune kiriye, mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ji nû ve hilberandiye û projeyên nijadperest ên li dijî kurdan teqez kiriye.”

‘Hewldana asayîkirina guhertina demografîk’
Di daxuyaniyê de wekî mînakeke şênber behsa tayînkirina kesekî ji “Erebên Xemer (Kembera Erebî)” wekî nûnerê Serêkaniyê hat kirin. Partiyan diyar kir ku ev gav, tê wateya normalîzekirin û asayîkirina guhertina demografîk a li herêmên kurdan û niyetên xirab ên hikumeta Şamê.
Sazî û partiyên siyasî, sînordarkirina temsîliyeta kurdî bi 4 kursiyan a ji nava 210 kursiyên Meclisa Gel, wekî binpêkirineke eşkere ya li ser rastiyên demografîk û siyasî pênase kirin û wisa hat gotin, “Gelê kurd li rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji ji sedî 20’ê hemû nifûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk, kurd ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar ê di biryardana niştimanî de bêpar tên hiştin. Em di hêz û partiyên siyasî yên kurd de vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Mafê me yê temsîliyeta parlamentoyê ya rastîn, li gorî nifûsa me divê ji 40 kursiyan kêmtir nebe.”

‘Kî qebûl bike wê bibe berpirsyarê dîrokî’
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de hişyariyeke tund hat dayîn û hat xwestin ku tu aliyên kurdî van 4 kursiyan nepejirînin: “Qebûlkirina van çar kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Ji ber ku di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya kurd di hemû astên dewletê, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk de werin diyarkirin. Ev tê wateya biryara darvekirina siyasî ya li ser mafên me yên ji bo nifşên pêşerojê. Tu aliyekî kurdî xwediyê wekaleteke gelêrî nîn e ku vê yekê qebûl bike û yên qebûl bikin jî wê berpirsyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê kurd hilgirin.”
Di dawiyê de diyar kirin ku ewê ji bo Sûriyeyeke demokratik, piralî û nenavendî bixebitin.

Yên daxuyanî îmze kirin:
- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
- Kongra Star
- Partiya Kesk a Demokratîk
- Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Komunîst a Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
- Tevgera Nûjen a Kurdistanê
- Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
- Partiya Rêkeftina Demokratîk a Sûriyeyê
- Tevgera Çaksaziya Sûriyeyê
- Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Biratiya Kurdistanî
- Partiya Nîdal a Demokratîk
- Partiya Demokrat a Kurdistanî – Rojava
- Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyeyê
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
- Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyeyê
 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kargeha çîrokan li benda we ye

ad

Ji pencereya Twitterê re Kûpaya Cîhanê

ad

Dema 3 kayûman 2 mehên din dirêj kirin

ad

'Cemîle' sêwî ma

ad

Aramê Dîkran tê Amedê

ad

Jina Aramê Tîgran Sîrwart Melîkiyan mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname