Diyarname
Şaneşîn Performans li Mêrdînê xebatên xwe yên hunerî didomîne. Şaneşînê bernameya xwe ya meha avrêlê pêşkêş kir.
Ji Festîvala Fîlman a Frankofonê guldesteyek ji kurtefîlman hatiye neqandin û ew li Şaneşînê wê bene nîşandayîn. Di vê çarçoveyê de roja 9'ê mehê, 23 û 30'yê mehê di vê çarçoveyê de kurtefîlm derdikevin pêşberî temaşevanan.
Ji bilî van di nav bernameyê de sê lîstikên şanoyê hene. Ji van 12'yê mehê lîstika Beatra Ba "WezîrTî Para Min e" û lîstika Şaneşînê "Sera Pîra" jî 19'ê mehê tê lîstin.
Her wiha lîstikek din a Şaneşîn Performansê heye "Ji Kela Dimdimê". Ev lîstika Şaneşînê 18'ê mehê cara yekê derdikeve ser dikê.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li Yenîsahneyê vê mehê