SERÊKANIYÊ
PYD, PÇKS û PDKS li Serêkaniyê ji bo yekîtiya kurdan komîteyek hevbeş ava kirin.
Bi armaca yekdengî û yekgirtina aliyên siyasî yên kurd li rojavayê Kurdistanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê li bajarê Serêkaniyê civînek lidar xistin.
Di civînê de nûnerên rêxistinên her sê partiyan ên bajarên Dirbêsiyê û Tiltemir jî amade bûn. Civîna ku li navenda Partiya Çep a Kurd hate lidarxistin bi rizgirtinê dest pê kir. Piştre rewşa siyasî a rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çete yên li ser herêmên Rojava hatin gotûbêjkirin. Beşdaran bi armaca yekdengî û yekgirtina kurdan li ser girîngiya avakirina komîteyek hevbeş di navbera hersê partiyan de nîqaş kirin.
Di encama nîqaşan de komîteyek hevbeş ya di navbera hersê partiyên kurd de ku ji 8 endaman pêk tê hate avakirin.
Navê endamên komîteya hevbeş a di navbera hersê pariyên kurd li bajarê Serêkaniyê wiha ne:
Ji Partiya Çep a Kurd li Sûriyê: Mustefa Ferhan, Hisên El-Îsa û Mihemed Ismaîl.
Ji PDKS'ê: Yûsuf Ebdulezîz û Rustem Miê.
Ji PYD'ê: Mofeq Cemîl, Ciwan Îso û Cemîl Hiso.