Diyarname
Li herêma Rêveberiya Xweser a Rojava meha pêşiya me hilbijartina şaredariyan heye. Ji bo vê yekê qertên dengdanê hatine belavkirin lê qert bi erebî ne. Têde kurdî tune ye. Pirsa me ji rêveberiya Xweser e: Çima ne bi kurdî ne? Çima têde kurdî tune ye? Li gor kîjan pîvanê we ev amade kiriye?
Û pirsek ji rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ku li Rojava xebata ziman dike: Haya we ji vê heye yan na? Ger hebe we tiştek kir, hûn ketin nava hewldanê yan na? Ger haya we jê tune be çima?
Not: Cihê me ser girtiye li wir navê kesê deng dide, bajar û malbata wî hebû.