Diyarname
Rojnamegerên Sînonernenas (RSF) ji bo 20 salên dawî, li ser tundiya li hemberî rojnamegeran raporek amade kir û belav kir. Lij gor raporê ji sala 2003 heta 2022'yan li dinyayê hezar û 688 rojnameger hatine kuştin. Ev yek salê dike dor 80 rojnameger.
Li gor raporê welatê herî bi talûke ji bo rojnamegeran Sûriye û Iraq in ku li van her du welatan di 20 salan de 578 rojnameger hatine kuştin. Paşê Meksîka tê ku li wir 125 rojnameger hatine kuştin. Bi rêzê li Fîlîpînê 107, li Pakistanê 93, li Afganistanê 81 û li Somalî 78 rojnameger hatine kuştin.
Ji roja ku li Sûriyeyê şer dest pê kiriye, yanê ji sala 2011'an heta niha 144 rojnameger hatine kuştin.
RSF'ê li ser şerê Rusya-Ûkraynayê jî sekiniye û bi şer re hejmara mirina rojnamegeran zêde bûye. Saziyê diyar kiriye ku li Ewropayê Rusya ji bo rojnamegeran cihê herî bi talûke ye. Di 20 salan de 25 rojnameger li wir hatine kuştin. Dîsa Ûkrayna wekî duyemîn cihê bi talûke hatiye diyarkirin ku li wir 19 rojnameger hatine kuştin. RSF'ê li Ewropayê Tirkiye jî wekî sêyemîn cihê herî bi talûke diya kiriye ku ji sala 2003'yan heta niha 9 rojnameer hatine kuştin. Fransa bi komkujiya Charlie Hebdo ku di sala 2015'An de çêbû û 8 rojnameger hatine kuştin bûye çaremîn, Azarbaycan j3i bi kuştina 6 rojnamegeran bûye pêncemîn.