Diyarname
Festîvala fîlmên jinan "Uçan Supurge" îro 26'emîn car dest pê dike. Festîval heta 7'ê mehê wê bidome.
Li Tirkiyeyê Festîvala Fîlman a Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge yekemîn festîvala jinan e. Ev 26 sal in li dar dikeve. Festîval îsal 31'ê mehê li Sînemaya Buyulu Fener a Kizilaya Enqereyê bi merasimek dest pê dike. Di şeva merasimê de dê xelatê jî bidin hin navên diyarkirî.
Festîval her sal xelata kedê dide kesên di warê sînemayê de xebat kirine. Festîval îsal dê Xelata Rûmetê bide lîstikvan Tilbe Sara, Xelata Serketinê ya Bilge Olgaç dide lîstikvan Asiye Dinçsoy, derhêner-senarist Belmin Soylemez, vesazkar Selda Taşkın û Xelata Cehdûya Ciwan jî dide lîstikvan Oykusu Ozyurek.
Îsla di festîvalê de 64 fîlmên jinên sînemager têne nîşandayîn.
Di çarçoveya Nîşandayînên Taybet de fîlmê "Çekmeceler" ku Tilbe Saran têde dilîze, "Toz Bezi" ku Asiye Dinçsoy têde dilîze, "Ela ile Hilmi ve Ali" ku Selda Taşkin vesazkirina wî kiriye, "Cehennem Boş, Tum Şeytanlar Burada" ku Oykusu Ozyurek têde dilîze têne nîşandayîn.
FÎLMÊN BELMÎN SOYLEMEZ
Derhêner Belmin Soylemez ku îsal Xelata Serketinê ya Bilge Olgaç digire, belgefîlm û fîlmên wê dê bêne nîşandayîn. Fîlmê wê yê metrajdirêj "Ayna Ayna" ku li hin festîvalan xelat girtibû, dîsa belgefîlm û kurtefîlmên wê yên bi navê "Biyik", "ZAP!", "Dalgalar", "Pencereler", "Hayatimin Fotografi", "34 Taksi", "Bugun İstanbul Ne Kadar Guzel" u "Bilge Olgaç ve Ogrencisi" girtine nava festîvalê.
FÎLMÊN JI FESTÎVALÊN NAVNETEWEYÎ
Di qada navneteweyî de jî hin fîlmên navdar dê derkevin pêşberî temaşevanan. Fîlmê derhêner Laura Poitras "All the Beauty and the Bloodshed" ku li Festîvala Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn girtibû li Enqereyê dê bê nîşandayîn.
Fîlmê Alice Diop "Saint Omer" ku li ser navê Fransayê bûbû berendamê Oscarê, dîsa fîlmê Joanna Hogg "The Eternal Daughter" jî dê bê nîşandayîn.
Fîlmê derhêner Margarethe von Trotta "Ingeborg Bachmann - Juorney Into The Desert" ku îsal di Festîvala Berlinê de di pêşbaziyê de bû, di Festîvala Stenbolê de jî hat nîşandayîn, li Enqereyê jî tê nîşandayîn. Li aliyê din fîlmê derhênera baskî Estibaliz Urresola ê bi navê "20,000 Species of Bees" ku îsal li Berlinê xelat girt jî li festîvalê ye.
Festîval îsal bi diruşma "Hê zêdetir, ne kêmtir" li Buyulu Fener a Kiziliya Sînemayê li dar dikeve.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ji bo xwendekaran hezar bilêtî wekî diyarî belav dike.


