Diyarname
Îro dadgehkirina polîsên ku bi îdîaya bûyera Tahir Elçî dihatin darizandin hebû. Dadgehê der barê her 3 bersûcan de biryara beraatê da û doz betal kir.
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî roja 28'ê sermaweza 2015'an de li ber Minareya Çarling a li Balikçilarbaşiya Amedê hatibû kuştin. Ji wê demê ve doz dom dikir. Îro her sê polîsên bersûc hatir beraatkirin.
Berî biryar bê dayîn parêzeran salon terikand. Dûre parêzer heta ber Minareya Çarling, cihê Elçi at kuştin meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.
Va ne çend gotin ji daxuyaniyê:
- Serokê Baroya Amedê Nahit Eren got: Ev doz dê wisa nemine. Ez dubare dibêjim, kiryar dê bê ceza neminin. Rojek miheqeq ewê hesabê bidin. Civaka kurdan vê biryara îro tüne dihesibîne. Ji ber nasnameya Tahir Elçi ev biryar hat dayîn.
- Serokê TBB'ê (Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê) Erinç Sagkan got: "Emê destûrê nedin vê yekê. Dadgehê li serokwezîrê wê demê jî guhdarî nekir. 11 danişînin in parêzer li vir in û lê bersûc qet neanîn dadgehê. Emê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."
- Parêzerê Weqfa Tahir Elçi Mahsun Bati got: "10'emîn Dadgeha Cezayê Giran carek din li Tahir Elçi da. Em kiryaran nas dikin û dizanin. Heta kiryar bêne eşkerekirin, heta cezayê bigirin emê dest ji têkoşînê bernedin."