Diyarname
TRT ji bo piştgiriya belgefîlmkarên amator û profesyonel ev çend sal in pêşbaziya belgefîlman li dar dixe, pêvajoya pêşbaziya belgefîlman a 2013'yan da dest pê kirin. Kesên beşdar bibin divê heta 25'ê meha yekê ya 2013'yan belgefîlmên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.
Di sala 2012'yan de ji 41 welat 340 belgefîlmj i bo pêşbaziyê hatibûn şandin. Amadekarên pêşbaziyê îsal jî li benda beşdariyeke wisa zêde ye. Ji belgefîlmên ku hatine şandin dê pêşneqandineke çêbibe. Encamên ve pêşneqandinê dê di 25'ê meha 2'yan a 2013'yan de bêne eşkerekirin. Fîlmên hatine neqandin dê di navberar rojên 9-12'yê gulana 2013'yan, di Rojên Belgefîlmên TRT'ê" de digel beşdariya derhêneran bêne nîşandayîn. Di 13'yê gulana 2013'yan de jî bi merasimekê dê xelat bêne dayin.
Di pêşbaziyên de ev xelat, di van beşan de dê bêne belavkirin:
Pêşbaziya Neteweyî, Beşa Amator:
Belgefîlmê Herî Serketî: 15.000 TL
Xelata Taybet: 10.000 TL
Xelata Kaybet: 5.000 TL
Beşa Profesyonel:
Fîlmê Herî Serketî: 30.000 TL
Xelata Taybet: 20.000 TL
Xelata Taybet: 10.000 TL
Pêşbaziya Navneteweyî:
Fîlmê Herî Serketî: 10.000 Euro
Xelata Taybet: 7.500 Euro
Xelata Taybet: 5.000 Euro
Beşdarî bê pere ye û yên bixwazin dikarin ji vê navnîşanê agahiyên din bi dest bixin www.trtbelgesel.com