Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê Ahmet Yener ji bo hilbijartina 31'ê adara 2024'an rêjeya beşdariyê eşkede kir. Yener got ku sedî 78.11 beşdarî çêbûye.
Yener wekî bidestxistina bajaran jî wisa got, "Li gor encamên ne fermî li temamê Tirkiyeyê CHP'ê 35, AK Parti 24, DEM Parti 10, MHP'ê 8, Yeniden Refah Partisi 2, BBP'ê 1, İYİ Parti 1 şaredariya bajaran bi dest xistiye. Ji 30 Bajarê Mezin jî CHP'ê 14, AK Parti 12, DEM Parti 3, Yeniden Refah Partisi jî bajarek bi dest xistiye."
YSK ENCAMÊ KENGÊ EŞKERE DIKE?
Li aliyê din ji îro de heta 2'yê mehê saet 15.00'an yên bixwazin dikarin li Lijneyên Hilbijartinê yên Navçeyan îtîrazê bikin. Lijneyê Hilbijartinê yên Navçeyan heta 4'ê mehê saet 17'an biryara teqez didin. Îtîraza li Lijneyên Hilbijartinê ya Bajaran jî 5'ê mehê bi dawî dibe.
Li gor bernameyê 13'ê mehê YSK encama teqez dê eşkere bike.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Navçeyên ku herî zêde deng dane DEM Partî kîja ne? (Lîste)
- Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)


