Sîdar Jîr
Di hemû serdeman de berpirsiyarî û barê nivîskaran/hunermendan giran e. Her wekî ku Anna Seghers dibêje; “Ji ber ku em hêza hunerê dizanin, lewma jî berpirsiyariya me ewqasî zêde ye.”
Belkî naskirina êşê bi xwe jî dike ku nivîskar bikeve binê barekî, belkî zordestiya li ser civakê û xweşiyên civakê, piştî ku nivîskar bi xwe dihesîne dike ku barê nivîskar girantir bibe. Sebeb çi dibe bila bibe, rastiyek heye; berpirsiyariya nivîskaran zêde ye.
Hêza wêjeyê di Şoreşa Fransayê ya 1789’an ku hemû Cîhan bi ber bayê xwe xistiye û veguherîn û nûjeniyeke ji binî ve bi xwe re aniye û ji aliyê civakî-plolîtîk ve xwedî bandoreke xurt e, ku ev xurtî jî bi wêjeyê pêk hatiye.
Ev bi têkilya xurt a wêjeyê û civakê ve girêdayî ye. Ji ber ku wêjeyeke ku di puxteya xwe de ji bo civakê be, daxwazî û hestên mirovan digihîne hev, ji aliyê têgihîştin û zanyariyan ve civakê têr dike.
Û di roja îro de, kîjan fikr û raman ku xwe negihîne civakê, neçarê mirinê ye. Ev yek di ser kîjan pêlê re be ne xem e. Lê belê wêjeya ku eniyên hest û ramanê amade dike, rewşenbîran jî ber wê yekê ve dikşîne “wêjeya civakî” ye. Ji ber ku ne xaleke veşartî û efsûnî ye ku guherîn û nûjenî bi riya wêjeyê dikare ji bo civakê were pêşkêşkirin.
Ji bo vê rista nivîskaran, ji beşeke din a hunerê, berhema hunermendê navdar Picasso ya bi navê “Guernica” ye ku di sala 1937’an de hatiye afirandin mînakeke gelekî xweş e. “Guernica” nefreta Picasso ya li dijî şer û li dijî hovîtiya almanan a bombekirina bajarokê Guernicayê vedibêje. Di pêşengehekê de, generalekî almanî ji Picasso dipirse, “Te ev tablo çêkirî ye?” Picasso di cî de lê vedigerîne, “Na, we ew çêkiriye!” Îcar mesele jî parastina vê hevsengiyê ye. Bi helwest û meyleke xurt, lê bi pênûseke di asta bilind de vegotin e, hemû mesele ev e!
Dema ku vegotin û zimanekî polîtîk bikar tînin, divê haya nivîskaran jê hebe ku dikevin geliyê wêjeyê yê herî tirsnak û xeternak! Walter Benjamin dibêje, “Ji bo ku di berhemeke wêjeyî de meyla ber bi polîtîkayê ve durist be, divê ez bibînim ku di warê wêjeyî de jî xwedî meyleke xurt be.”
Encax kesên hevsengiyeke ku hem xwedî helwesteke polîtîk û hem jî di warê wêjeyî de xwedî meyleke xurt bin dikarin bibin wijdanê civakê û ji bin wî barê giran rabin. Wê demê pênûs dikare bibe wijdanê civakekê.
Lê wekî ku J. P. Sartre di berhema xwe ya bi navê “Wêje Çi ye?” de dibêje; “Dema wêje li hember zilmê têdikoşe divê ji bo projeyên siyasî nebe amûr. Ji lew re, propaganda manîpule dike, koletiyê bi xwe re tîne. Lê belê, wêje berovajiya vê yekê ye. Xîtabî wijdanên azad ên kesên azad dike. propaganda jî mirina wêjeyê ye.”
Nivîskar ji ber vê berpirsiyariyê hem aliyê estetîk û hem jî aliyê tûj ê civakê ne. Ji ber ku hay ji êş û birînên civakê hene wijdanê civakê ne. Li pey azadiyê ne. Bar û berpirsiyariya xwesteka azadiyê jî barekî giran e.
Di nava vê hevsengiyê de, divê tu caran ji bîr nekin ku xerakirina wê hevsengiyê neheqiya mezin a li nivîskaran e. Heger nivîskar neheqiyê li xwe bike, di heman demê de neheqiyê li civaka xwe jî dike. Heger wêjeya xwe bikuje, civaka xwe jî pê re dikuje. Ev arîşe bi tena serê xwe jî têr dike ku bar û berpirsiyariya wêjekaran giran be…
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin
***
Nivîsa Sîdar Jîr a ku berî vê hatiye weşandin: