Diyarname
Hatibû gotin ku dê derhênerê ji DYA'yê Steven Spielberd rêzeya nû ya fîlmê "Indiana Jones" bikişîne lê nehatibû diyarkirin ku dê kengê dest pê bike. Spielberg niha dîrok diyar kir. Li gor derhêner dê meha vrêla 2019'an de dest bi kişandina "Indiana Joens 5" bike. Berê hatibû gotin ku dê di 19'ê tîrmeha 2019'an de ev fîlm bikeve vîzyonê lê niha ew ji bo 10'ê tîrmeha 2020'an hat taloqkirin.
Dîsa dê Kathleen Kennedy û Frank Marshall sazkariya "Indiana Jones" bikin. Van fîlman heta niha li temamê dinyayê 2 mîlyar dolar pere kar kirine.
Di fîlm de lîstikvanê navdar ê "Star Wars" Harrison Ford dê bilîze. Dema dest bi kişandinê bikin dê Ford 76 salî, dema bikeve vîzyonê dê 77 salî be.
Derhêner Spielberg herî dawî bi fîlmê bi navê "The Post" bûbû berendamê Oscarê. Fîlmê wî yê nû "Ready Player One" roja 29'ê adarê dikeve vîzyonê.