Diyarname
Li Zanîngeha Bogazîçiya Stenbolê di çarçoveya "Hefteya Zimanê Kurdî" de çalakiyên kurdî têne li dar xistin.
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiya Stenbolê di bin sernavê "Hefteya Zimanê Kurdî" de di rojên 20-21-22'yê vê mehê çalakiyan li dar dixe. Di çalakiya de panel, koser û nîşandayîna fîlm hene.
Çalakiya yekemîn di 20'ê mehê, saet 18'an de bi sernavê "Ziman, wêje, werger" li dar dikeve. Di çalakiyê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan wê li ser ziman, wêjevan Miraz Ronî li ser wêje û wergêr û helbestvan Kawa Nemir jî wê li ser wergerê axaftinê bike. Çalakî wê li zanîngehê, li Salona Îbrahîm Beder li dar bikeve. Piştî vê çalakiyê di saet 20'an de jî wê konsereke li dar bikeve. Di konserê de Koma Agirê Jiyan, Jêhat û Koma Folklorê ya Ehmedê Xanî wê hunerên xwe pêşkêş bikin.
Roja 21'ê mehê jî wê bi beşdariya hin dengbêjan li Meydana Başûr konsereke lidar bikeve. Konseran dengbêjan wê saet 17'an de li dar bikeve.
Çalakiya dawî ya di çarçoveya "Hefteya Zimanê Kurdî" de li dar bikeve nîşandayîna fîlmekî ye. 22'yê mehê saet 15'an de wê fîlmê derhêner Semîra Mexbelmaf ê bi naê "Textê Reş" li Kampusa Bakur li dar bikeve.


