Diyarname
Pirtûkek din a li ser teknîkên rojnamegeriyê li kurdî hate zêdekirin. Pirtûka bi navê "Nûçe û Nûçevanî 3Ç 3K" a Maşallah Dekak ji Weşanên Lîsê derket.
Heta niha hin pirtûkên li ser rojnamegerî bi kurdî derketine. Niha yekê din li wan zêde bû. Rojnameger Maşallah Dekak ku li Amedê karê xwe yê rojnamegeriyê didomîne pirtûka bi navê “Nûçe û Nûçevanî 3Ç 3K” derxist.
Pirtûka Dekak bi pirsa “Nûçe çi ye?” dest pê kiriye û di pirtûkê de li ser mijarên “Nûçe çawa tê nivîsandin?”, “Hêmanên nûçeyê çi ne?”, “Hevpeyvîn çawa tê tê kirin?”,“Lêkerên nûçeyê çi ne?”, “Kîjan lêker li ku têne bikaranîn?”, “Cudatiya nûçegeriya di navbera ajans û rojnameyê de çi ne”, “Kîjan nûçe ji kîjan çavkaniyan tê girtin?” hatiye sekinîn.
Rojnameger Dekak, pirtûk diyarî danerê yekemîn rojnameyê kurdan "Kurdistan" Mîqdad Mîdhed Bedirxan kiriye.
Maşallah Dekak kî ye?
Rojnameger Maşallah Dekak, di sala 1981'ê de, li gundê Kîkana bi ser Hawêla bajarê Sêrtê hatiye dinê. Di sala 1998’an de, di rojnameya Azadiya Welat de, dest bi rojnamevaniyê kir. Di sala 2002’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) wekî nûçegihan kar û barê rojnamevaniyê berdewam kir. Ji sala 2004’an heta 2006’an Midûrtiya Nûçeyan a Beşa Kurdî kir. Di sala 2006’an de bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan re “Pirtûka Destan a Nûçegihaniyê” nivîsand. Di yekemîn rojnameya rojane Azadiya Welat de salek edîtorî kir. Dekak, di dawiya sala 2007’an de li Ajansa Nûçeyan a Peyamner (PNA) dest bi xebatê kir û salek xebitî. Maşallah Dekak di 2008’an de derbasî AKnews’ê bû û hê jî di AKnews’ê de karê xwe didomîne.
Nûçe û Nûçevanî 3Ç 3K / Maşallah Dekak / Weşanên Lîsê / Rojnamegerî.


