Diyarname
Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê nehişt fîlmê derhêner Ozkan Kuçuk ê bi nave "Rojbaş" bê nîşandayîn. Beşa Hiqûqê ya MLSA'yê agahiya qedexeya li ser "Rojbaş"ê belav kir.
Derhêner Ozkan Kuçuk ev nêzî 30 salan e karê sînemayê dike û heta niha gelek belgefîlm û fîlm kişandibû. Kuçuk herî dawî bi navê "Rojbaş" fîlmekî kişand.
Lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamyayê di salên 90'î de bi navê "Rojbaş" lîstikeke şanoyê derxistibû ser dikê. Piştî salan ew lîstikvan belav bûn, her yek bi cihek de pekiyan. Derhêner Kuçuk ket dû wan, ew anîn ba hev û bi ser van û vê lîstikê re bi navê "Rojbaş" fîlmê xwe saz kir.
Ji bo fîlm bikeve vîzyonê û li Tirkiyeyê bê belavkirin serî li Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê da ku destûrê bidin. Lê Wezaretê bi îdîya "belavkirina vî fîlmî ji aliyê bazirganî ve û nîşandayîna wî ne guncan e" serîLêdan red kir û destûra nîşandayînê neda.
Li ser vê yekê beşa hiqûqê MLSA'yê ji bo betalkirina vê biryara wezaretê serî li Dadgeha îdayî ya Enqereyê da.
Li ser vê parêzer Veysel Ok wisa gotiye, "Qedexeya li ser Rojbaş bi qedexeyên li ser kurdî de eleqedar e. Wezaretê di biryara xwe de tu sedem nîşan nedaye. Fîlmekî bi kurdî bêyî wergêr hebe biryar hatiye dayîn. Tenê sedem ew e ku ev fîlm ji ber ku bi kurdî ye hatiye qedexikirin."


