Diyarname
Di Lîga Ewropayê, di maça Başakşehir û Wolfsberger de lîstikvanê tirk ê Başakşehîrê Îrfan Can Kahvecî piştî ku gol avêtibû silavê leşkerî dabû û lîstikvanên din Visca, Caicara, Mehmet Topal, Azubuike û Robinho jî çûbûn cem û heman silav dabûn. Li ser vê yekê UEFA'yê lêpirsîn da dest pê kirin.
Di maçên Hevtêkibirinê yên Şampiyonaya Ewropaya ya 2020'an de lîstkvanên tirk dîsa silavê leşkerî dabûn. Di maçên Arnavutluk û Fransayê de ku lîstikvanên tirk heman tişt kiribûn dîsa rastî lêpirsînê hatibûn.
Dewleta tirk piştî ku êrîş bir ser Rojava li nav tirkan silavan ji bo leşkerî ket rojevê. Lîstikvanên tirk ji bo vê yekê silavê didin. Li gor rêgezên UEFA'yê destûr nîn e ku lîstikvan tevgerek siyasî bikin yan nîşan bidin. Ji lêpirsînê dê tu encam derê yan na di rojên pêş de dê diyar bibe.


