Diyarname
Li paytexta Meksika Meksîkoyê li ser dîwar wêneyekî çêkirin ku ev wekî "wêneyê herî mezin ê li ser dîwar" ket nava pirtûka rekoran Guinnessê.
Rayedarên Guinnessê diyar kirin ku wan kategoriyek saz kirine ku wêneyê bi firçeyan hatiye çêkirin têde ye, ev wêne jî di vê çarçoveyê de hatiye qebûlkirin.
Di bin rêberiya Carlos Alberto Badillo Cruz de hunermendên meksîkî ev wêne çêkirin. Tam d90 roj xebitîn û ev wêne çêkirin. Wêne tam bi temamî 203,46 metre ye.
23'yê vê mehê bi merasimek danasîna wêne hat kirin. Lîstikvanên futbolê yên Meksîkayê jî beşdarî merasimê bûn.


