Diyarname
Bi banga şêwekar Fuad Gemmo bi navê "Êvara Dilsoziyê bo Ehmed Huseynî" çalakiyek hat li dar xistin. Hevalên Ehmed Huseynî qala wî, xebata wî kirin û ji bo moralê jêre silav şandin.
Helbestvan Ehmed Huseynî li Stockholma Swêdê niha tê dermankirin. Hevalên wî ji bo moralê bidinê, silavê lê bikin ji bo wî çalakiyek li dar xistin.
Çalakiya bi navê 'Êvara Dilsoziyê Bo Ehmed Huseynî' 12'yê mehê li bajarê Bad Salzuflen a Almanyayê hate li dar xistin. Çalakî saet 16.00'an dest pê kir û heta saet 18'an dom kir.
Pêşkêşvaniya çalakiyê Qenewatî Gemmo kir û Helîm Yûsiv, Tengezarê Marînî, Hêmen Kurdaxî, Cano Şakir, Newaf Mîro, Yûnis Elhekîm li ser Ehmed Huseynî axivîn.
Nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv qala xebata xwe û Ehmed Huseynî dema avakirina HRRK'ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) kir. Yûsiv got ku armanca Ehmed Huseynî ew bû hemû rewşenbîrên kurd bên ba hev, partiya wan çi be, rêxistina wan çi be bila bibe di bin banê HRRK'ê de bên ba hev. Ez bûm şahid ku Ehmed Huseynî di navbera civîna me li dar xist de diçû cem yên radîkal jî, diçû cem yên din jî dikir piste pist, diaxivî ku ev civîn baş encam bibe. Lê dîsa jî hinan bêbextî li Ehmed Huseynî kirin.
BI DEHAN CIWAN LI SER XETA HELBESTA WÎ NE
Yûsiv diyar kir ku Ehmed Huseynî bi ser rêxistinan re bû û li ser helbesta wî jî wisa got, "Ehmed Huseynî wisa kesekî ye ku karî di helbesta kurdî de bibe dengek taybet. Ew ne tenê li rojavayê Kurdistanê, helbesta wî li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Helbesta wî li nav wêjeya kurmancî cihê xwe girtiye. Li Bakur bi dehan xort li ser rêya ku Ehmed Huseynî afirandiye dinivîsînin."
STRAN JI BO EHMED HUSEYNÎ
Li aliyê din Ibrahim Keivo, Sîmav Husên, Hisên Salih bi muzîka xwe beşdarî çalakiyê bûn û stranên ku Ehmed Huseynî jî jê hez dikirin stran.
Beşdaran ji hevalê xwe Ehmed Huseynî re helbest gotin, pesnê wî û helbesta wî dan û bi hev re jê re stirana Feqê Teyran "Li baxê me bû zivistan" ku Huseynî gelek jê hez dikir xwendin.

Gelek hevalên Ehmed Huseynî li şevê amade bûn û qala wî, xebatên wî kirin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
-Helbestvan Ehmed Huseynî tê dermankirin
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA WE BIKIŞÎNIN (Lînkê bitikînin):
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- 30 sal, weşandina hemû berheman û 5 berhemên nû
- 'Kerwan' a Reşîdê Kurd gihîşt ber destê xwendevanan
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye
- Pêşbaziya Huseyîn Çelebî kete 30 saliya xwe
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


