Diyarname
Ji dema şerê Ûkrayna û Rusyayê re heta niha li Ûkraynayê hejmara nû ya Playboyê çap nebûbû, niha yekem car çap bû. Kovarê model û pêşkêşvana TV ya ûkraynayî Iryna Bilotserkovets ku di şer de birîndar bûbû xistiye berg.
Modela û pêşkêşvana ûkraynayî Iryna Bilotserkovets diya sê zarokan e. Ew jina yek ji cîgirên Şaredarê Kîevê ye. Par roja 26'ê reşemiyê li Kivê dema ligel zarokên xwe li taxê diçû mal rastî êrîşê hatibû û birîndar bûbû. Çavekî wê kor bûbû. Ew bûbû wekî modela berxwedêr a Ûkraynayê. Ev model niha bi bîkîniyeke metal û bi bandekî di şiklê dil de ji bo ev hejmara Playboy a Ûkraynayê foto kişand û kete berga kovarê.
Iryna Bilotserkovets di hevpeyvîna ku daye kovarê de dibêje li nexweyxaneyeke li Berlina Almanyayê emeliyet bûye û van lê zêde dike, "Çavekî min nîn e. Di emeliyetê de porê min qusandin, her alî min dirûtin, şop, birîn, halê min ev e. Ez wekî cinawirê Frankenstein bûm. Çeneyê min parçe bû. Doktorên li Ûkraynayê gotin îhtîmal e dê bimire lê min ev qeder qebûl nekir."
Bi navê Hêza Çandî ya Ûknaynayê komeleyeke vekirine ku ev komele ji bo yekîneyên li eniyê ligel hunermend û muzîkaran çalakiyên moralê li dar dixin. Bilotserkovets ku ew jî ji bo vê komeleyê dixebite dibêje, "Êdî rûyeke min ê xweşik nîn e lê aliyê din ê laşê min hê jî xweşik e."
Playboy jî di nivîsa belav kiriye de ev berg diyarî jinên Ûkraynayê kiriye. Her wiha kovarê gotiye ku pereyên ji kovarê bêne bi dest xistin dê ji bo abûmên tibî yên lezgîn bêne bikaranîn.