Diyarname
Ev demek e bi taybetî li metropolên Tirkiyeyê destûr nadin ku hunermend Mem Ararat konseran pêşkêş bike. Li hemberî vê yekê Mem Araratî li ser vê yekê bi daxuyaniyeke nivîskî serî hilda. Araratî bo Harbiye Açikavayê Serokê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî etîket kir û ji wan jî pisa xwe kir.
Hunermend Mem Araratî bi ser hesabê xwe yê X’ê re peyama qedexeyên li ser konsera wî belav kir û di dawiyê de jî got, “Ji niha û pêde em ê hemû cudakarî û neheqiyên ku em pê re rû bi rû bimînin, ji kê be bila be, bi raya giştî re parve bikin.”
Va ne çend gotinên Mem Araratî:
- Mixabin, em li Tirkiyeyê carinan bi awayekî eşkere, carinan jî bi awayekî veşartî rastî sansurê tên.
- Derbarê hin konserên me yên hatine qedexekirin de gelek dozên me yên hiqûqî hene û hin ji wan hîna di pêvajoya dadgehê de ne.
- Yek ji bajarên ku ji bo konsera em pir serî lê didin jî Stenbol e. Li Stenbolê me li gelek salonên taybet, bêyî tu pirsgirêkê, bi beşdariya hezaran kesan konser dan. Lê salonên dewletê an jî yên giştî bi gelemperî ji bo me pirsgirêkan derdixin. Em vê rewşê li Enqereyê û gelek bajaran din jî gelek caran dibînin.
- Salonek heye ku ev sê sal in ligel hemû hewldanên şîrketên organîzasyonan cih nadin me. Ez qala Harbiye Açikhavayê dikim. Şîrketên organîzasyonê carinan salek berê serî lê didin, lê her carê gotin ku "hemû tarîx tijî ne". Ev 6 meh in jî tu bersivê nadin telefon û e-mailên me.
- Li Berlînê li Uber Eats Music Hall, li Parîsê li Le Grand Rex, li Viyana yê li Multiversium Schwechat, li Stuttgartê li Porsche Arena, li Londonê li Royal Drury Lane, li Dusseldorfê li Mitsubishi Electric Hall em bêyî tu cudakariyê konseran didin. Lê mixabin li Stenbol, Enqere, Bursayê û gelek bajaran din em nikarin vê yekê bikin.
- Niha li ber raya giştî dipirsim: Birêz Şaredariya Stenbolê ya Mezin, Birêz Rêveberên CHP’ê, Birêz Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, ev sansûr tenê li ser min e, an jî ev nefreta li hemberî zimanê kurdî û hunera kurdî ye? Ji bîr nekin ku hûn bi dengên kurdan jî hatine hilbijartin. Ka biratî? Ka demokrasî û filan û bêvan.


