Serkan Birûsk
Ez li ser navê xwe dikarim bi rehetî bibêjim ku têkiliya min bi berhemên hunerî û hunermendan re, di dema zarokatiyê de û li malê dest pê kir. Dema ez biçûk bûm, wekî piraniya zarokatiya zarokên dema min û yên berî min, ew neqÅŸên ku bi keda destan, bi sebr û bêhnfirehî di ber karên navmalê re, ji aliyên jinan ve, li ser fanêre, gore û hîzaran dihatin çêkirin; gelekî balkêÅŸ bûn. Bi taybetî ew berhemên ku dîwarên malan dixemilandin, wan bi motîfên xwe yên rengîn ez li himberî xwe didam rawestandin û dibirim dinyayeke din.
Gelek caran min bi bêhnfirehî li destê keçap, keçxal, jinap û dayika xwe dinêrî dema ew bi çêkirina neqÅŸan, goreyên rîs û merÅŸan meÅŸkûl bûn. Ew neqÅŸên ku li ser hîzarê spî û etemînan bi alîkariya derzî û tayê ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin gelek bala min dikiÅŸand… Ew hepoyê ku bi hêza destî ya jinan tayên rengîn bi ser hev û din de dikuta û hêdî hêdî merÅŸ û cilên rengîn ber qedadinê ve dibirin… Û piÅŸtî demekê jî ew li salon û odeyan dihatin raxistin. Ez dizanim ku gelek malbatên ji Nisêbînê yên ku koçî bajarê Îzmîrê kiribûn, ev huner bixwe re biribûn wir jî…
Lê heger ez careke din li mijara xwe vegerim; yek ji wan motîfa ku herî zêde jî bala min dikiÅŸand Åžahmaran bû. Ez li ber Åžahmaran radiwestiyam û min bi heyraniyeke wisa lê dinêrî ku ez di nava saniyeyekê de derbasî cihana xeyalan dibûm. PêÅŸî rengan bala min dikiÅŸand û piÅŸt re jî mar û mirov di nava yek laÅŸî de, li ber çavê min zindî dibin. Ew marên ku li derve ziravê min ji wan diqetiya û ez ji sawa wan qidumÅŸikestî dibûm, li hemberî min wisa rengîn û xemilandî ez behetmayî dihiÅŸtim.
Di heman demê de tembûr û ribabê jî gelek bala min dikiÅŸand, tevî ku tu carî bi min re hesteka ku ez bi xwe li tembûr an jî ribabê bixim çênedibû. Bawer dikim hêza stran û muzîkê bû ya ku herî zêde bala min dikiÅŸand. Ji ber me zarokan bi piranî ji otinên wan fêm nedikir. Lê ew bêdengî û guhdana hemû endamên civata hazir tesîreke nediyar a sazvan û ribabjenan li ser me jî dihiÅŸt.
Ew mitirb ên (li herêma me Mêrdînê hunermendên ku li kemançê dixin bi vî navî têne binavkirin) ku berî lêdana ribab û gotina sitranan di civatê de tu giraniya gotina wan a civakî tune bû, ya rastî wan jî tu carî xwe nedixistin nava pirsgirêkên gundiyan. Gundiyan hev û din li ser bênderan di toto re deranîna jî, ew li ber dagirtina elbika xwe ya ji genim û nîskan bûn.
Lê dema roj diçû ava û tava heyva hevînê serbanan ronî dikir û fêkiyên ji nav dehl û baxçeyan li ser tebsikan li ber mêvana dihate danîn û civat jî êdî ji pirs û pirsgirêkên xwe yên rojane diwestiya; hê nû dor dihate ribabê û ribabjen. Ew dengê ku ji mûyê kemançê û ji zimanê hunermend li nava civatê belav dibû hemû westan û aciziya rojê li ber xwe dibir û di nava tarîtiya ÅŸevê de winda dikir… Çawa zîqînî ji kodika ribabê dihat, civat hemû; zarok û mezin, maqûl û gundî, jin û mêr hemû bêdeng dibûn. Ji dengê ribab û yê stranbêj û kuxika guhdaran pêÅŸtir tu dengeke din nedihat bistin.
Bêguman ev di wê demê de pêk dihatin ku hê elektrîk nehatibû gundan û çanda kapîtalîst bi xwe re belav nekiribû… Loma çîrok û meselokên kurdî di ÅŸevên sar û dirêj de hemû westana rojane ya ÅŸêniyan li ber xwe dibirin û hazir derbasî jiyaneke xeyalî dikirin ku bi hêza peyv û hevokên kurdî ku ji serdemên kevnare de mabûn û di nava coka xwe ya suriÅŸtî de herikîbûn û heta wê demê hatibûn.
Bêguman li hemû deverên dinyayê jiyan wekî xwe namîne û tê guhertin. Mirov nikare nifÅŸên nû neçarê wan ÅŸert û mercên serdema derbasbûyî bike. Ev jixwe ne di çarçoveya karîna mirovan de ye. Loma jî, me bivê nevê, em jê hes bikin an nekin guhertinên derveyî tesîra xwe bi baÅŸî an jî bi xerabî li yên hundirîn dikin. Çand û hunerên xwedî derfet mîna lehiyekê bi ser çandên bêderfet de diherikin.
Lê ji bo ev rastî heye, nabe ku civatên bindest û kêmderfet destên xwe di ber xwe re berdin û nebin xwedî parzûneke çandî û hunerî. Bêguman gelek reng û awayên berxwedanê ya çandan û hunerê hene. Jê yek, dema mirov bi çand û zimanê xwe bijîn, û berxwedana xwe ya hebûnî li ser berhemdariyeke hemdemî ya van nirxan ava bikin û xwe bi derfetên serdemê biçek bikin, ew ê li himberî xetereyên nemanê biser bikevin.
19.07.2019, Yenî Ozgur Polîtîka