logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  2. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  3. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  4. PSG'ê pozê Realê şikand!
  5. Çîroka dawî ya solboyaxekî: “Em nûnerên dawî yên vî karî ne”
news-details

Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye

  • Dîrok: 10/07/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Fîlmekî aksiyonî yê xweş bê kişandin mirov lê temaşe dike. Lê ger ew fîlmê aksiyonî yê xweş li ser çîroka kurdekî be belkî zêdetir bala mirov bikişîne. Û niha fîlmekî bi vî rengî ku em qal dikin li pêşberî me ye: "Rheingold".

KARAKTEREKÎ GELEK BALKÊŞ

Werin em ji serî dest pê bikin: Ew kurdê ku niha mijara fîlm e û pêre jî niha mijara nivîsa me ye wisa kurdekî ye ku bi buhayê 1,8 mîlyon Euro zêran didize. Ev tiştek hêsan e? Na. Madeyên hişber firotine di qada navneteweyî de. Ev tiştek hêsan e? Na. Û ketiye hepsê, zor û zehmetî dîtiye, ji Almanyayê heta hepisxaneyên Sûriyeyê hatiye şandin. Ji wir filitîn tiştek hêsan e? Helbet na. Baş e, li girtîgehê di nav rewşeke gelek dijwar de tomarkirina albuma repê hêsan e? Na. Û bi vê navdar bûn, hejandina ciwanên li Almanyayê û Ewropayê... Jixwe ne hewceye em bipirsin jî.

ÇÎROK LI SINEYÊ DEST PÊ DIKE

Lê em vê bipirsin: Çîroka wî li ku dest pê kir? Li bajarê Sineyê. Xedar ('Xatar' yan jî bi navê nasnameyî 'Jivar Hacabi'), zarokê du kurdên zana ye. Ew her du kurd ji bajarê Sineyê ne. Dê û bavê wî li hemberî rejima Îranê di nav têkoşînê de ne. Bav muzîkarekî navdar e, dayik dersê dide zarokan. Têkoşîna wan didome, lê dewleta Îranê bi ser wan de bombeyan dibarîne û her du ji mecbûrî berê xwe didin Almanyayê. Û Xedar li wê derê tê dinê. 

Papvanê kurd "Xedar" (Xatar) li nav malbateke mirovhez, humanîst de mezin dibe. Bav, şefê Orkestraya Netewî ya Koma Berxwedan Îqbal Hajabî ye ku salên 1990’an, hem orkestrayên ji bo festîval û Med TV, û hem jî gelek albumên Hunerkomê yên orkestrayî di bin serpereştiya wî de hatine çêkirin(*). Ew dixwaze kurê wî jî bi muzîkê re eleqedar bibe. Lê na, hestên kurik cuda ne.

LÊDAN MIQABILÊ LÊDANÊ

Xedar wekî zarokek di halê xwe de li di nav lêgerînê de, li parkan di nav zarokan de ye û helwesta zarokan bandor li wî jî dike. Dûre dikeve nav karên tarî, tilyakê difroşe. Û dema hin tên bêyî pere bidin tilyaka wî jê digirin û ser û çavên wî dişkînin, li wir dibêje, "Ezê hesabê ji we bipirsim". Berê xwe dide navenda boksê, xwe xurt dike, gelek xurt dike, di asta herî bilind de xwe xurt dike. Êdî ew "Xedar" e. Êdî rêya wî ev e. Helbet roj tê, diçe wan yek bi yek diqufile û ser û çavên wan dişkîne; Dibe XEDAR, xedarê rastîn, Xedarê ku her kes jê ditirse.

FÎLMEKÎ HERIKBAR

Paşê? Paşê karên mezin ên diziyê, girtin, şandina wî ya Sûriyeyê li nav girtîgeha ku cih jî nîn e girtî lê rûnin, têkçûn, carek din serketin... Û repvanî...

Derhêner Fatih Akin fîlmekî aksiyonî ya serketî li ser çîroka Xedar kişandiye. Fîlmê bi navê "Rheingold" par li Almanyayê ket vîzyonê. Îsal di çarçoveya 42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn û niha li Tirkiyeyê jî ket vîzyonê.

Fîlmê ku bi navê "Ren Altini" xistine vîzyonê bêşik dê bala aksiyonhezan bikişîne û her wiha dê kurd jî jê hez bikin. Rola Xedar lîstikvan Emilio Sakraya girtiye ser milên xwe. Mona Pirzad, Julia Goldberg, Sogol Faghani, Ugur Yucel têde dilîzin. Fîlm bêyî li cihek bieliqe diherike û diçe. Piştî ku mirov temaşekirina fîlm temam dike, mirov bawer nake kesekî çawa ew qas tişt jiya ye. Lê ev çîrokek rastî ye û çîroka Xedar, çîroka rapvanê kurd e.

KUNYE:

Nav: Rheingold

Derhêner: Fatih Akin

Sazkar: Fatih Akin, Nurhan Şekerci-Porst, Herman Weigel

Sala Kişandinê: 2022

Cure: Dram, Muzîk

Mawe: 138 deqîqe

Ziman: Almanî, Kurdî, Erebî, Fransizî, Flemenkî, Tirkî

Welat: Almanya, Îtalya, Hollanda

Lîstikvan: Emilio Sakraya, Mona Pirzad, Julia Goldberg, Sogol Faghani, Ugur Yucel, Karim Guneş, Doga Gurer, Samir Jebrelli, Hussein Eliraqui, Arman Kashani, Minú Kochermann

 

***

Û fîlmên din ên vê hefteyê:

- Once Upon a Time in Ukraine / Derhêner Roman Perfilyev

- Hidden Strike / Derhêner Stoctt Waugh

- Disco Boy / Derhêner Giacomo Abbruzzese

- Love at Second Sight / Derhêner Hugo Gelin

- Insidious: The Red Door / Derhêner Patrick Wilson

- The Barkers: Mind the Cats / Derhêner Elena Galdobina / Anîmasyon

- Kaptan Pengu ve Arkadaşları 3: Buz Mandası Efsanesi / Derhêner Ali Karaçam / Anîmasyon 

 

 **

 

Nûçeyên Eleqedar:

- *Fîlmê Fatîh Akin ê li ser jiyana Xatarê kurd sînemayên Almanyayê serobino kir

- Polîsan ji ber îzdihamê ahenga rapvanê kurd Xatar betal kir 

 

Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 07 2025

Hathaway rolê Mother Mary kay kena

news
  • 01 07 2025

Ji bo Gûzeka Zêrîn dema serîlêdanê ye

news
  • 30 06 2025

Dem dema Cazê ye

news
  • 30 06 2025

Festîvala Aştiyê ya Zarokan dest pê kir

news
  • 29 06 2025

Huner û Ziman li Atolyeya Hunerê bi hev re hatin!

news
  • 29 06 2025

Tetwan de wext wextê festîvale wo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

UEFA qeybî maçan hedefê xo eşkera kerd

ad

Sîdar Jîr: Di wêjeyê de kodên te xurt bin tu yê bi ser bikevî

ad

Di Roja Zimanê Zikmakî de hin çalakî

ad

Nûbihara 113’an derket

ad

Helbesta serkêş & romana barkêş

ad

Demîrtaş: Bila kes netirse, em hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025
news

PSG'ê pozê Realê şikand!

  • 10 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname