Mahmut Ozçelik
Mirov dema romanek dixwîne, carinan dikeve dudiliyê ku gelo ewilin li ser romanê an li ser romannivîsî hin tiÅŸtan binivîse. Bi rastî jî dema min romanên Ereb Åžemo xwendin ez di vê dudiliyê de mam û min xwe bi xwe got ku ew nivîskarê wekî “bavê edebiyata kurdî” tê pênasekirin divê ji hêla xwendevanan ve jî were naskirin. Ew nivîskarê gewre yê ku hêj di zarokatiya xwe de tevî malbat û civaka xwe tûÅŸî zilma dewleta Osmaniyan dibe û ji herêma Qersê dest bi koçberiya ber bi Qafqasiyayê dike, pêrgî gelek zehmetî û zelûliyan tê, divê bi hûrgilî were nasîn. Di zarokatiya xwe de zimanê tirkî, rûsî û ermenkî fêr dibe. Ji dergevaniyê hetanî ÅŸivanî û gavaniyê di her cure karî de dixebite. Xwendina xwe hetanî radeya herî bilind li bajarên Ûrisêtê li Moskova û Lenîngiradê didomîne. Bi dehan pirtûkan bi kurdî dinivîse. Bi nivîsîna romana Åživanê Kurd dibe xwediyê yekemîn romana kurdî. Tevî vê romanê, romanên bi navê Hopo, Dimdim û Jiyana Bextewar jî dinivîsîne. Romana wî Jiyana Bextewar tevî ku navê bextewariyê li ser e, hemû kêliyên bûyerên wê bi êÅŸ û jan û zelûlî û belengaziyan ve dagirtiye, lê ji ber vînek polayî ya bi hêviyan dagirtî, di mejiyê Ereb de bi cih bûyî, her li jiyana bextewar xwe girtiye û di kesayetiya lehengê romanê Sehîd de, hinek nêzî wê jiyanê bûye, lê ji ber ÅŸerê bi arteÅŸa Hîtler re, ev hêvî jî nîvco dimîne. Romana Jiyana Bextewar bûyerên salên ji 1890î pê ve hetanî dawiya Åžerê Cîhanê yê Duyem ku di 1945an de diqede, dihewîne. Åžerê ku li rojhilatê Anadolê di navbera rûs û osmaniyan de diqewime, zilma beg, axa û zabitên kurd ku girêdayî dewleta Osmaniyan li ser gel dimeÅŸîne, bi vê ve girêdayî koçberiya ber bi Ûrisêtê, di rê de belengazî û hejariya hatî jiyîn, hemû mijarên romanê ne. PiÅŸtî çûna wan ya ber bi Ermenistan û Gurcistanê, dest pê kirina ÅŸoreÅŸa Cotmeha 1917an ya bolÅŸevîkan û ev ÅŸoreÅŸ çawa dibe hêvî û hêza hejar û bindestan, bi hûrgilî hatiye vegotin. Dîsa Åžerê Cîhanê yê Yekem ku dibe egera gelek ÅŸikestinan, zilma dewlemendên ermeniyan ku qet ne kêmî zilma beg û axayên kurda ye, bi me dide nasîn. Dîsa di kesayeta malbata Emerîkê Elî de jiyana ku tenê bi tirs û zilmê pêçayî radixe ber çavên me. Ji vê malbatê lawê Emerîk çawa vê çarenûsa ÅŸikestî vediguherîne jiyanek bi îdeolojiya sosyalîzmê dagirtî û piÅŸtî ÅžoreÅŸa Cotmehê li tevahiya Qafkasyayê hikumetên sosyalîst tê damezirandin û lawê Emerîk, Sehîd di vê pêvajoyê de xizmetek hêja dike, bi me dide fêmkirin. Ev serbilindiya kurdan ku ji xizmeta sosyalîzmêre kiriye bi vê jî namîne Sehîd dema Åžerê Duyem yê Cîhanê diqewime dest ji xwendinê berdide û di eniya ÅŸer de li hember artêÅŸa Hîtler di nava artêÅŸa sor de cih digire û welatê lê dijî, ji dagirkerî û zilma Hîtleran xelas dike, bi vegotinek herikbar bi me dide fêm kirin.
Ez ê li ser vê romanê zêde nesekinim, ji ber ku mebesta min danasîn û li ser hin xalan sekinandina romana kurdî ya yekem e ku wekî Åživanê Kurd dixuye û ji hêla Ereb Åžemo ve hatiye nivîsîn.
Åživanê Kurd romana yekem a kurmancî ye ku di sala 1935an de ji hêla Ereb Åžemo ve hatiye nivîsîn û li Tiflîsê bi wergerandina li zimanê rûsî çap bûye. Ev romana yekem ya kurmancî, bi çapa yekem di 1977an de li Stenbolê ji hêla WeÅŸanên Ozgûrlûk Yolu Yayinlari ve, çapa duyem di 1990an de li Kolnê ji hêla WeÅŸanên Riya Azadî ve û çapa sêyem ji hêla WeÅŸanên Deng ve di sala 1994an de li Stenbolê derçûye.
Roman bi sêrpêhatiyên malbata Ereb Åžemo dest pê dike. Jiyanek di nava xizaniyê de, di sêgoÅŸeya Tirkiye, Ermenistan û Gurcistanê de bûyer û qewimînên bandor li wan kiriye tê vegotin. Åživanê Kurd di esasê xwe de kurtevegotina jiyana malbata Erebê Åžemo ye. Qala zaroktiya xwe dike ku çawa di xizaniyê de mane, dûre bavê wî bûye ÅŸivanê malbatek dewlemend û ew jî çawa bi golikvaniyê bûye alîkarê malbata xwe, bi xemgîniyek kûr vedibêje. Åživaniya ji kûlakên rûs – gundiyên dewlemend yên rûs- re kirî û zilma ji wan dîtî, birçîtiya jiyaye, di ÅŸivaniyê de zehmetiyên kêÅŸaye hemû mijarên vê romanê ne. Li hember jiyana bêsiûd têkoÅŸînek bêhempa li gundên derdora Qersê… Hêviya wî û malbata wî û hezaran malbatên din ên kurd tenê pel û pincarên biharan li xwezayê ÅŸîntên bû… Û zivistanan di tewle û axûrên pez û dewaran de raketin… PiÅŸtî demek jiyîna kûçikane, gulvedana siûda wî. Ewilîn li gundekî Qersê dest pê kirina dergevaniya dibistanê. Bi alîkariya mamosteya li gund, hem karê dergevaniyê dike û pereyan qezenc dike, hem jî bi alîkariya mamosteya gund li dibistanê hînî xwendin û nivîsînê dibe. Lê ji ber ku zarokên gund axlebî zarokên malbatên dewlemendên rûsan e, wî veder dikin, jêrdest dibînin û ji hêla derûniyê ve bandorek neyînî lê dikin. Lê ew – Ereb Åžemo- zîrek e û hêviyan ji bo pêÅŸerojê dermale dike…
Qala ÅŸivaniya xwe dike ku ev bi tevahî vegotinek rasteqîn ya derheqê sewalvaniya kurdên Bakur de ye. Çûna wan ya zozanan, bi dest pê kirina serma yê re vegera wan ya germiyana, hatinên ji xwedikirina pez, zehmetiyên ÅŸivanan, zilma xwediyên pez yên dewlemend ku li ÅŸivanan dike, hin kevneÅŸopiyên kurdan yên têkilî sewalvaniyê yên mîna cejna Beran Berdanê an cejna çûna zozanan ku wekî “Baro Dan” tê bi nav kirinê, yek bi yek bi me dide fêhm kirin…
Dîsa trajediya feqîrî û belengaziya wê demê ku dema Åžerê Cîhanê yê Yekemîn e, bi me dide zanîn. Di kesayetiya malbata xwe de ravî me dide ku çawa birayê wî yê bi navê Bro ji ber têrnexwarina nanê tisî di malê de, terka malbatê dike û ji wan vediqete, dîsa birayê wî yê bi navê DerwêÅŸ çawa ji ber feqîrî û belengaziyê di rojek bêsiûd de dimire, hemûyan bi me dide hîskirin… PiÅŸtî ku bi ÅŸivaniyê debara malê nabe dev jê berdide û xwe dihavêje bajarê Qersê, li wir di fabrîkaya keviran de dixebite, dû re ÅŸerê mezin yê cîhanê dest pê dike û artêÅŸa ûrisan tê nêzî wan. Ji ber ku Ereb Åžemo tirkî, kurdî, ermenkî û ûrisî dizane, fermandarê artêÅŸê wî dike tercûman û di artêÅŸa ûris de demek dixebite. Lê ji ber ku çiya û baniyan baÅŸ nanase di rêberiya artêÅŸa ûris de xeletiyan dike û ji peywirê tê avêtin û disa tazî rût li holê dimîne. Lê di vê beÅŸê de em dibînin ku romannivîs hem ji artêÅŸa ûris re rêberiyê dike, hem jî artêÅŸa wan wekî “ordiya me” bi nav dike ku mirov têdigihêje ku Ereb Åžemo wê demê hêj ne di hiÅŸmendiya netewparêzî û welatparêziya welatê xwe de ye. PiÅŸtî ji artêÅŸa ûris tê derxistin xwe digihêjîne bajarê Saribûlaxê ku mala meta wî li wir e. Li wir dil dikeve keça meta xwe Gulê. Ji bo qelenê wê, ji ber ku pir zimanan dizane dîsa vedigere peywira artêÅŸê û du salan -1914/1915an de- di artêÅŸa ûris de wekî tercûman dixebite. Pereyê bi dest dixe dide bavê Gulê, lê di dawiyê de bavê Gulê lê bêbextiyê dike û keça xwe nadê, li ser vê herdu pevdiçin û di pevçûnê de bavê Gulê tê kuÅŸtin. Li ser vê bûyerê Ereb Åžemo dev ji wê herêmê berdide û ÅŸopa xwe winda dike. Tevi artêÅŸa rûsan, bi peywira tercûmaniyê berê xwe didin ber bi çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê û ûris herêma kurdniÅŸîn talan û wêran dike. Carinan leÅŸkerên ûris tecawizî jinên herêmê dikin, ji ber vê yekê jinên bi çek û rext dertên holê ku namûsa xwe biparêzin.
Di jiyana Ereb Åžemo de guherîna herî mezin wekî emele/ karker xebata wî ya li SariqamîÅŸê dema biryarê dide ku di riya hesin de bixebite, dest pê dike. Li wir bi mirovên ÅŸoreÅŸger re têkiliyan datîne, di nava leÅŸkeran de xebatên nepenî yên ji bo ÅžoreÅŸa Octobrê/ Cotmehê dibîne, bi xwe jî jê mifaya hiÅŸmendiyê werdigire û di dawiyê de dibe xebatkar û ÅŸoreÅŸgerê herî mezin di nava tabûrên emeleyan de. Ew jî êdî di sala 1916an de endamê partiya bolÅŸevîkan e ku li hember ÅŸer -Åžerê Cîhanê yê Yekem- derdikeve, mafê feqîr û belengazan diparêze û dixwaze pergalek ku karker û gundî serwer be pêk bîne. Gava ku di têkoÅŸînê de dipije, êdî di mîtîngên girîng ên dijî ÅŸer de li ser navê bolÅŸevîkan xîtabî gel û leÅŸkeran dike û hiÅŸmendiya sosyalîzmê dide nasîn û 1917an de ji ber xebatên xwe yê siyasî li SariqamîÅŸê tê girtin û îÅŸkenceyên mezin dibîne. Ev deÅŸîfrebûna wî dike ku vegere gundê xwe, cem malbata xwe. Lê ew fikrên ku jê re dibe hêviya siberojê qet ji bîrê naçe, tim di hiÅŸê wî de dilive: “Ji emeleyan/karkeran re fabrîqe, ji gundiyan re erazî/erd.” Ev dirûÅŸme dike ku li gund jî, gundî lê bicivin. Ereb Åžemo xebatên ÅŸoreÅŸgerî dimeÅŸîne û di dawiyê de dibe hedefa axayê wê herêmê ku bi navê Egîd Beg tê nasîn. Ji ber fikrên ÅŸoreÅŸgerî, xebatên nava gundiyan, Egîd Beg bi leÅŸkerên ku hêj nûnertiya pergala dûgela kevn -Qeyserî/ Çarî- dike, tevî milkdar û dewlemendên dorhêlê, jiyanê li Ereb teng dikin û wî di îÅŸkenceyan re derbas dikin, gefan lê dixwin. Di dawiyê de Ereb xatir ji dê û bavê xwe yê xizan dixwaze û ber bi bajarê Lenînekanê ku bolÅŸevîk lê bi hêz e, diçe. Herî dawî biryarê dide ku ber bi navenda bolÅŸevîkan ku li Moskowê ye here, lê di rê de tevlihevî heye, ÅŸerê navxweyî yê ku pergala kevn diparêzin û wekî “Rûsên Spî” tên naskirin û yên ku dixwazin ÅŸoreÅŸea sosyalîzmê pêk bînin ku wekî “Ordiya Sor” tên bi navkirin, pir dijware. Bi xebatek bêhempa xwe di sala 1920an de digihîne ArtêÅŸa Sor û di ÅŸerê ÅŸoreÅŸê de cihê xwe bi fermî digire. Li pey xebata çar salan di 1925an de vedigere Ermenistanê. Li wir ji hêla partiya bolÅŸevîkan ve ji bo li hember ÅŸêx, axa û begên kurdên derûdora çiyayê Elegezê meclîsa sovyetê ya gundiyan damezrîne dixebite, ji hêlek da jî bi pey aqûbeta dê û bavê xwe yê ku çendî sal berê tenê hiÅŸtibû, dikeve. Dawiyê li çiyayê Alagozê/Elegezê rastî koçerên kurd tê û dibîne ku tu bandora ÅŸoreÅŸa Lenîn li wan dera naxwiye. Romanivîs Ereb Åžemo – lehengê romanê- bi kirinên karakterên Cangîr Beg, Egîd Beg û Mecîd Beg dide xuyakirin ku axa û begên kurdan li ser feqîr, ÅŸivan, gavan û rencberên kurdan çi zilmê dikin, wan çawa di hemû karên xwe de didin xebitandin, jiyanê li mirovên gundî diherimînin û lezê dide xebatên partîzaniyê, ji wan daxwaz dike ku ÅŸoreÅŸa Lenîn pêk aniye binasin û li gor rêgezên wê tevbigerin. Di vir de nivîskar balê dikiÅŸîne ser êl û eÅŸîrên kurdan yên koçer ku hêj tu tesîra ÅŸoreÅŸê lê nebûye, lê li nav civakên ermenî û gurcî de ÅŸoreÅŸ ji zû de hatiye pêÅŸwazîkirin û pejirandin. Di vê hêlê de derengmayîn an nepejirandina rêgezên ÅŸoreÅŸê ya ji hêla kurdên li herêma Çiyayê Elegezê, bi xebata ÅŸêxên bi olê ve girêdayî dibîne û bi mînakan bi me dide zanîn ku dema gundî an rencberek li hember began û axayan serî hildide, çawa ÅŸêx ji pirtûkên pîroz ayetan dixwîne û serhildêran bi gunehkariyê tewanbar dike û serî rakirina wan bi olê ditefîne… Åžemo piÅŸtî rêxistinkirina gundiyên kurd yên belengaz û xizan, berê xwe dide Tiflîsê cem xwîÅŸka xwe. Û aqûbeta dê û bavê xwe hîn dibe: Bav ji hêla TaÅŸnaqên dewlemend ên xwînmij ve hatiye kuÅŸtin, dayik jî ji ber zilma TaÅŸnaqan berê xwe dide cihê asê û çiya û li wan deran ji birçînan dimire.
Di romana Jiyana Bextewar de mirov baÅŸ dibîne ku romanivîs di bin bandora pêla ÅŸoreÅŸa Oktobrê/Cotmehê de maye û ji ber vê hindê jî rûsan bi dilgermî pêÅŸwazî dike di xaka Kurdistanê de, beyî ku bipirse ka karên wan li bakurê Kurdistanê çi ye. Li hember vê helwesta wî ya ÅŸaÅŸ a derbarê rûsan de, rastiya dûgela Osmaniyan ji ber çavan narevîne û zilm û zora wan li kurdan kiriye, bi awayeke rasteqîn aniye ziman. Lê xweziya ev rewÅŸa ku ji bo Osmaniyan anîbû ziman, ji bo rûsan jî bianiya ziman û ew wekî xelaskaran bi me neda nasîn. Ji ber ku em baÅŸ dizanin ku rûsan jî di dema mêtingêriya destpêka sedsala 20. de gelek xedarî û zilm li niÅŸtecihên herêma Serhedê kiriye û ji ber vê rewÅŸê biwêja “tu dibêjî arteÅŸa ûris li dû ye” di mejiyê me de cih girtiye. Nakokiya nivîskêr ew e ku mêtingerek reÅŸ yê dî jî spî dide nasîn ku di rastiyê de rengê herduyan jî reÅŸ e, tarî û qirêj e û zilimkar e.
Di romana Åživanê Kurd de nivîskar ÅŸêweyek ciyawaz bi kar aniye ku nêzîkî deh wêneyên têkilî vegotina bûyeran di deh rûpelan de wekî wêneyên penûsrij bi cih kiriye. Zimanê romanê sade ye, tenê hin peyvên biyanî hene ku têkildarî rûsî ne. Hevokên ÅŸikestî, daqurtandina hin herfan hebin jî, ji tehmgirtina xwendina romanê tiÅŸtek kêm nake.
Dîsa karakterê sereke yê romana Åživanê Kurd ku nivîskar Ereb Åžemo bi xwe ye, ji malbatek xizan û feqîr e û ji devê xwe bûyeran vedibêje, pir diÅŸibe karakterê bi navê “Sehîd” ku di romana wî ya Jiyana Bextewar de derbas dibe. Di Jiyana Bextewar de Sehîd ji malbatek xizan û belengaz e, malbata wî ji ber zilma Osmaniyan ber bi Ermenistanê koç dike, Sehîd ÅŸoreÅŸger e, li hember zilma kevneperest, axa, beg û dewlemendên rûs û ermenî bi fikrên sosyalîzmê xwe radipêçe û di eniya ÅŸer – Åžerê Cîhanê yê Duyem- de li hember faÅŸîstên alman ÅŸer dike û ala sosyalîzmê, bi hêz û baweriya xwe, bi tevî hêza artêÅŸa sor bilind dike…
Di herdu romanan de jî balkêÅŸiyek heye ku herdu lehengên sereke yê romanan bêyî ku li welatê xwe an li neteweya xwe bifikire, bi fikirên hiÅŸkbawer yên ku bêhne enternasyonaliyê jê tê, tevdigerin û ji welat û neteweya xwe dûr, ji bo berjewendiyên rûsan bi dilek saf ÅŸer dikin, lê di bin rûpûÅŸa wê ÅŸoreÅŸ hemû gelan, belengazan, gundiyan, kêmaran xelas bike. Mînak Ereb Åžemo lehengê romana Åživanê Kurd her cure talûkeyê li ber çavan digire û ji bo ÅŸoreÅŸa Octobrê bi ser keve, cî bi cî digere û fedakariyên mezin dike. Heman rewÅŸ û dîmen di romana Jiyana Bextewar de, di karakterê Sehîd de dixuye. Ji bo ÅŸoreÅŸ û deskeftiyên ÅŸoreÅŸê biparêze hetanî sala 1945an jî bi faÅŸîstên alman re ÅŸer dike, li hember vê fermandarê wî nameyek ji bavê wî re diÅŸîne û tê de qala lehengiya Sehîd li hember “dijmin” dike. Gelo çi mifaya vê nameyê wê ji dê û bavê Sehîd re hebe. Ev rewÅŸ mixabin îroj jî derbasdare, bi hezaran lehengên kurd di rêxistinên çepgir yên tirk de û nexasim bi navê enternasyonalîzmê doza mafan dikin, lê tên helandin û beyî ku haya wan jê hebe ku tu mifaya wan ya girgîn, ÅŸênber nagihêje netewa wan ya kurd.
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- "Dilya û Zalar" - 2
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Åžerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Åžapînoz’a Enwer Karahan û ReÅŸbîniyên Nepen
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (BeÅŸ II)
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneÅŸopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’