REQA
Mîhrîcan li Yarîgeha Beledî (Reş) a naverasta Reqayê hate lidarxistin û jin û şêniyên bajarê Reqayê û mêvanên ji herêma Tebqa û bajarên Dêrazor û Minbicê beşdarê bûn.
Nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, endam hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek kesên din amade bûn.
Mîhrîcanê bi axaftina Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliye El-Kecwan dest pê kir. Xaliye lidarixistina mîhrîcana yekemîn a li ser asta herêmê, pîroz kir.
Piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Nisrîn El-Elî axivîn.
Axaftvanan destnîşan kir ku ev mîhrîcan bi saya ked û têkoşîna jinên azad ên li herêmên erebî ku hêza xwe ji berxwedana li dijî dagirkeran girtin, hate lidarxistin.
Di axaftanan de hate gotin ku bi rêya folklorê ku rengên azadî û demokrasiya rasteqîn nîşan dide, di roja îro de guhertinên bingehîn pêk hatine. Her wiha soz dan ku pêşketina xwe dewam bikin û mîhrîcanên din ên bi vê rengî li dar bixin.
Di mîhrîcanê de, hunermend û tîmên çandî yên ji herêmên cuda beşdar bûne, pêşandanên hunerî yên taybet bi folklora herêmê, pêşkêş kirin.
Mîhrîcan bi pêşandanên hunerî dewam dike. Mîhrîcan bi dawî bû Di mîhrîcanê de 2 kon hatin vegirtin, tê de jinên Dêrazor û Minbicê berhemên folklorî, kardestiyên ji mîrasa jinên ereb mîna cilan hatin pêşkêşkirin. Li gel wê jî tabloyên hunerî yên jinan ku tê de azar û êşan jinan di salên borî de, li kampan û bandora dorpêçê hatin nîşandan. Jinan di bin konê de qehwe û nan amade kir. Piştre cilên folklorî ya ereb ku nîşaneya jinên herêmê ye, hatin pêşkêşkirin. Di mîhrîcanê de koma Minbicê ya ji pêkhateya Turkmen mûzîkên turkmenî pêşkêş kirin. Li aliyekî din jî Koma Nesaim Firat a ji Dêrazorê stranên pêşkêş kirin, piştre şanoyek li ser rewşa jinên Reqayê bi sernavê Azadiya Jinan hatin pêşandan. Ev şano li ser rewşa jin û azarên di demên serweriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û piştre azadiya li herêmê pêk hatiye de bû. Koma Duret Firat a ji Dêrazorê stran û dîlanên ji folklorî yên erebî û kurdî pêşkêş kir. Li dawiyê hunermend Yasmîn Esker berhemeke hunerî pêşkêş kir û beşdaran li ber dîlan gerandin. (Têbinî: Ev agahî êvara 25'ê mehê li nûçeyê hate zêdekirin) Ji ANHA'yê hatiye girtin