Amed
Hunermend Hozan Şiyar li Farqînê ji aliyê heval û xizmên wî ve li ser gora wî hat bibîranîn.
Merasima bîranînê li Goristana Şêx Xelîl ya li Farqînê li dar ket. Hevşaredarên Farqînê jî li merasimê bûn. Hevşaredar Kadri Esen di bîranînê de got, "Ji ber zextên lê hatin kirin dest ji têkoşîna xwe berneda û neçar ma here Ewropayê. Bi hesreta welat li Ewropayê canê xwe ji dest dide û li ser wesiyeta wî li vê goristanê tê veşartin. Bi vê minasebetê em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wî ya çand û muzîka kurdî ditewînin. Em ê heta dawiyê li ser vê şopê bin û meqseda şehîdên doza azadiyê, hunermendên Kurd bibin serî.”
Hozan Şiyar di sala 1953'yan de hatibû dinê û di 22'yê avrêla 2001'ê de canê xwe ji dest dabû.


