Diyarname
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî bi nexweşiya qansêrê ketiye û niha li Swêdê dê bê dermankirin.
Helbestvan Ehmed Huseynî ev demek dirêj bû li Rojava dijiya. Meha borî pê hesiya ku nexweşiyeke pê re derketiye. Ji bo dermankirinê roja 15.06.2023'yan çû Swêdê. Li wê derê, li nexweşxaneyeke tehlîl hatin kirin û diyar bû ku qansêr e. Nexweşxaneyê ji bo Huseynî serdema dermankirinê daye dest pê kirin.
Li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me ew dê dest bi dermankirinê bikin û dê binêrin ka laşê wî çiqas bersivê dide.
Helbestvan Ehmet Huseynî ku li ser xwe ye, diaxive, moralê wî li cih e, lê li aliyek din jî li bendê ye ku nexweşxane dê dermankirineke çawa bide dest pê kirin û encam dê çi be...
Em wekî Diyarname jêre şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin ku dê demek kurt de rewşa wî baştir bibe.


