Nivîskar Omer Dilsoz pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:
- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Bersiv: Pirsa ewil, ji ber ku nivîs bûye karê min ê duyem, ez nikarim zêde dema xwe bidimê, ev yek ji bo dahênana berhemê tesîreke neyînî dike. Ji bo mirov bikaribe berhema xwe kûr birêse û hûr bihone berî her tiştî diviya wî karî (nivîskariyê) wekî ‘karê xwe’ yê munzem bibîne û pê rabe.
- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Bersiv: berhem ma bi rehetî tê nivîsandin da ku bi rehetî bê çapkirin? Yanî, mebesta min ev e, bazara kurdî ‘kesad e’ ji naveroka berhemê bêhtir kîteyê wî/ê, yanî kîteya berhemhênerî derdikeve pêş. Bazar bi ser kalîte û naverokê nîn e, bi ser xal û xwarzîtî û qelewiya berîkê digere, yanî, aşê kurdî berhemên baş nahêre; ev bi serê xwe mijareke din e.
- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Bersiv: Min du berhemên xwe bi Berçemê re dane çapkirin û me heta sala 2008’an yanî îsal peyman îmze kir û ji sedî 12 heqê telîfa xwe jî min jê wergirt. Ji bo vê, ez ji weşanxaneya navborî spas dikim û daxwaza min e ku weşanxaneyên dîtir jî neheqiyê li berhemdêrê/a xwe nekin û heqê destê wan bidinê. Ev hem exlaqî ye, hem jî wijdanî…
- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Bersiv: Weşanger tiştek ji min nexwest, jixwe ku bixwesta min berhema xwe nedidayê, ev çapa bi ser bazara bi vî rengî pesend nakim. Diviya qedr û hurmeta nivîsê hebe. Ez weşanxaneyê wekî aşekê dibînim, aşvan arvanê xelkê bi gorî qalîteya wê dihêre û wisa bazar diviya were kirin.
- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Bersiv: Ez di wê baweriyê nin im. Hinekî bi ser guhên xwe re avêtiye; dîzayn û edîtoriya wê baş nehatiye kirin û di warê danasîn û belavkirinê de jî gelekî qels maye. Lê bi herhal, ez pê qayîl im, çimkî, qet nebe, wekî hin weşangeran heqê çapxane û nizam çi ji min nexwest! Mixabin, hin weşanxane wisa dikin. Ev neheqiyek e berê li nivîskar piştre li ziman û toreya kurdî.
- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
Bersiv: Na, nexêr!
- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Bersiv: Kêm.
- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Bersiv: Mixabin, çênebû.
- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Bersiv: Ev pirsek pê li birîneke gelek malkambax dike. Bi ya min, pirsa sereke ya weşangeriya kurdî jî ev e. Çimkî, bergeha li ber me dida pêş çav ku kurdî di vî warî de gelekî bêsiûd e. Gelekî malkambax e. Weşanxaneyên heyî mirov dikare di çend kategoriyan de binirxîne; yên xwerû kurdî û xweser, yên hizbî û bi navê kurdî lê bi zimanên dî weşanê dikin û yên kurdî-tirkî, yanê yên têvel. Mebesta me ku yên kurdî be, cihê mixabinê ye ku edîtoriya wan gelekî bêserober e. Camêr kurdî nizane edîtoriya weşanxaneya kurdî dike, çimkî pereyên wî hene; camêr, hêj çeşnên nivîsê ji hev dernaxe, du kitên nexwendine, radibe biryara weşandin û weneşandina berhemê dide. Ev rewşeke gelekî trajîk e, diviya kurdî ji vê kambaxiyê were rizgarkirin. Diviya nanî bidin nanpêjan bila nanek tunebe….
- Tu bawer dikî sedema kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Bersiv: Ne tenê ew in. Mesele hinekî bi ser rewşa giştî ya civakî ya sosyo-polîtîk e. Lê para wan jî tê de heye.
- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?
Bersiv: Bersiva vê pirsê di nav pirsê bi xwe de ye; heke her kesê para xwe jê girt û xwe da ber barî jixwe mesele dê çareser bibe. Diviya her kes bi aliyê xwe de hewl bide tiştekî bike lê bêyî ku aliyek neheqiyê li yê dî bike…
- Par ji 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Bersiv: Min gelek ji wan kirîn, her mehê ez bi qasî şiyanên xwe du-sê kitêbên kurdî li kitêbxana xwe zêde dikim. Bi qasî ku pereyên min hebin.
- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Bersiv: Ez vê îdîayê rast nabînim. Hejmara xwendevana zêde dibe, lê ji ber nebûna qelîteyê, ji ber bêprestîjiya kurdî, ji ber bazara ‘kesad’ xwendevan xwe nade ber û li naşide. Mesele, kurdî diviya bûya warê sempatiyê û kurdîhez bikêşana, lê mixabin tam berevajî, di bin tekela hinan de yên heyî jî direvîne. Diviya ziman ji qal û qîra siyasî, hizbî û rêxistinî bê rizgarkirin û kirasekî sivîl lê bê kirin da ku bikaribe di nava miletê sivîl yê niyetqenc de rehên xwe berde. Mesele hinekî jî sivîlîzebûn e, da ku li serê weşanxaneyên kurdî ne siyasî abê êdî wêjenas û ehlî karê xwe hebin…
- Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Bersiv: Pirsgirêkên sereke… Ez dibêm qey pirsgirêk her çi be, jixwe sereke ye. Çimkî, heke tiştek mirovî bihingêve û rê asê bike, yanî rêveçûnê bi awayekî bileqîne, hêdî bike, an rawestîne ew bi xwe girêkek e, lê pirsa vê girêkê çi ye, ez wê nizanim… Baweriyeke min heye, mirov xwedan şiyanên gelekî mezin e û heke bixwaze dikare her tiştî bike. Yanî, ez dibêm qey realîteya kurdî li aliyekî, pirsgirêka nivîsandinê bi kurdî gelek li dîwarên me yên hundirîn dialiqe. Kurdî bê prestîj e. Ji bo wê jî mirovan ber xwe ve nakêşe, kurd bi xwe –yên ku bi vî zimanî diaxivin- heta radeyekê li tirs û gumanên bêpiştrastiyê dialiqin û xwe nadin pêş. Ez dibêm qey, pêdiviya nivîsa kurdî piçekî bi ‘xwê’ya kurdewar heye da ku tehmekê bide mirovan û wana ber xwe ve bikêşe. Mebesta min ji xwê qelîte û nivîsên –deq û pexşanên- têr tijî yên kurdîçêj û kurdîbêj…
- Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Bersiv: Mimkûn e, lê ji bo hasilbûna niyetekê hinekî jî hewlên zîrek pê divên. Diviya serkêşiyeke rewşenbîrî li nav kurdan bê pê. Helbet, ez naxwazim gelekî jî li ser ‘diviyayên’ me ku vê heyamê gelekî moda ne jî hin qas bialiqim. Ez dibêm, her kes reçeteyê dinivîse, tu bi kê re biaxivî aliyekî rastiyê dide derê û pirsê arasteyê dike, lê belê, ji bo pêkanîn û serederiyê hewlên qels û çilmisî, xwenebawer dihêle ku em li cihê xwe gêjevankê bikin. Pirs hinekî jî ev e… Yanî, ez dîsa bi prestîj û buhayê ‘deqa kurdî’ ve girê didim. Yanî, diviya kurdî hin erzan nebe, diviya kurdî hin erzan neyê dîtin, diviya kurdî û nivîskariya bi kurdî berî her tiştî di nava girseya kurdîxwîn de bibe xwedanê siyanetekê da ku pûke pê bê kirin. Pirs ev e, girêk jî ev e, û pirsgirêk jî ev e…
- Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehîlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Bersiv: Jixwe bersiva vê pirsê li jorî heye. Yanî ev encamek e. Bes encam di heman demê de jî giraniya me ye. Yanî, heta tu nanî nedî nanpêjan çu carê nanxwer dê nikaribin derdê nanpêjan têbigihin û pirsa wana çareser bikin. Ango, nanpêj diviya bi karê nanpêjiyê rabin. Mesele jixwe ji vir diqewime.
- Wekî din hebin gotinên te fermo!....
Bersiv: Spas bo vê dîdara germ, mala we ava!