Diyarname
WDR (Westdeutscher Rundfunk) ya alman ji bo zarokên kurdan li ser malpera xwe xêzefîlm û bernameyên bi kurdî weşandin.
Kanalê di danasîna wan de wisa gotiye, "Çima stiriyên jûjî hene? Gelo dîk çawa bi zimanê çînî bang dide? Tu dikarî li vir bersivên van pirsên balkêş bi zimanê kurdî fêrbibî. Li vir jî tu dikarî bibînî, çawa şeytanokek xwe diguhêre û dibe fanoseke deryayî an jî çawa kêvroşk û fîl diçin serdana mişk."
'Xuşînok', 'Tamîrxaneya trimbêlan', 'Qîkûqîk', 'Şorbeya lobî', 'Firfiroka cilan) hin ji xêzefîlmên ku hatine weşandin in.
Her wiha ji bilî xêzefîlman hin vîdyoyên tiştan hîn dikin jî hatine weşandin. Wekî 'Diranên şîr', 'Bildozerek dikare çi bike?', Çma stiriyên jûjî hene?' û hwd. li ser malperê hatine pêşkêş kirin.
WDR li Eyaleta Federe ya Ren-Vestfalya ya Bakur a Almanyayê saziyeke çapemeniyê ye. Navenda wê li Kolnê ye. Di bin banê wê de gelek beşên çapemeniyê hene.
Ji bo temaşekirinê li lînkê bitikînin: