Diyarname
Wezareta Perwerdehiyê Neteweyî (MEB) ya Tirkiyê ji bo sala 2023'yan dê 45 hezar mamosteyî tayîn bike. Di nav van de tenê 50 ji bo kurdî (kurmancî û kirmanckî) hene.
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer ragihand ku dê 45 hezar mamosteyî di navbera 27'ê adarê-1'ê avrêlê de bigirin kar û 8'gulanê jî tayîn bikin.
25 hezar mamoste ji bo hemû beşên perwedehiya li TirkiyeYê ne. Di nav van de herî zêde ji bo mamostetiya polê kadro hatiye veqetandin: 7 hezar û 878 kontenjar. Paşê beşa rêberî tê ku 3 hezar û 604 kes. Ji bo perwerdehiya berî dibistana seretayî 3 hezar û 269 kes, ji bo matematîkê ya dibistanên seretayî 2 hezar û 656 kontenjan vekirine. Piştî van kontenjana herî zêde ji bo dersa dînê (olê) hatiye vekirin: 2 hezar û 604.
Ji bo kurdî tenê 50 kontenjan
Di nav 45 hezarî de tenê 45 kontenjan ji bo kurdî hatine vekirin ku ji van 35 kontenjan ji bo derbas kurmancî, 15 kontenjan jî ji bo dersa kirmanckî hatiye vekirin.
Li aliyê din ji bo gelek zimanên din ên biyanî zêdetir kontenjan hatine vekirin. Mînak ji bo almanî 250, ji bo erebî 440, ji bo îngilîzî 2433 kontenjan hatiye vekirin.