Fêrgîn Melîk Aykoç
Dema min xwest ez nirxandineke li ser encamên hilbijartinê binivîsim. Mijareya bi bêbextî xistina parlementeriya Hatîp Dîcle û bi îhtîmaleke mezin neberdana parlamenterên girtî jî ket rojevê. Ji wê, ji qehiran destên min hat girêdan, min nezanî ku ka li ser kîjan rewşê binivîsim. Lewre her çendî serkeftin ya gelê me bû jî, mudexeleyên vîna gel kirin. Hîna naxwazin vîna gelê me bipejirînin. Vê carê jî hewl didin ku vîna dewletê ya bi rengê AKP’eyîyan yan jî bi rengê CHP’eyiyan bi gelê me bidin pejirandin.
Hemû hilbijartinên nod salî li ser înkara vîna gelê kurd pêk hatin. Bê serdestiya vîna tirkayetî tiştekî din tunebû. Di van pazdeh - bîst salên dawiyê de li welatê me hewldanên xwedî li vîna xwe derketinê heye. Ji HEP’ê ta hilbijartina şaredariyan û vê hilbijartinê, ev takoşîna xwedî li vîna xwe derketin, bi navê xwe hilbijartin, xwe bi vîna xwe birêvebirin her diçe geş dibe. Xaka Kurdistanê pêl bi pêl ji qirêjiya siya vîna dagirkeran tê paqijkirin. Dema mirov li nexşeya hilbijartinê binêre, vê rastiyê bi hêsanî dibîne. Wê pêlên vê serfiraziya li vîna xwe xwedî derketinê, xwe bigihîjîne Koçgîrî, Meletiyê û Mereşê jî. Wê di dema pêş de suniyên xinûsî, tekmanî, çatî û pasînî yên ku hîn di bin bandora şêxên dûvikçiyên Fetullahên ku reyên xwe didin AKP’ê û Elewiyên reyê xwe didin CHP’ê jî bigihîjin rastiya xwe.
Hin Encamê Hilbijartinê
Defika dagirkeran a yekemîn bê guman sîstema hilbijartinê bû, li aliyekî benda hilbijartinê ya ji sedî deh, li aliyê din jî bendên hilbijartinê yên li wîlayetan derxistin pêş siyaseta kurd ya legal. Ev jî bes nedîtin ji bo ku kurdên nexwenda nikanibin dengê xwe bidin û dengên wan vala biçin, navên berendamên serbixwe bi lîsteya partiyan ve girê dan.
Lê dema gel û netewekê çepera tirs û mirinê biqelişîne, bi serfirazî rabe raperînê, li gel wê yekitiya xwe biafirîne, tu hêzê cihanê nikane wî bide rawestandin. Di encama tekoşîna sih salî de êdî îradeyeke gel afiriye. Gelê me bi tekoşîna Tevgera Azadî gihîştiye xwebaweriyê û kesayetiyeke nû afirandiye. Bêguman serhildanên gelên li Rojhilata Navîn jî hêzeke daye gele me. Jiwê gelê me mirin jî da ber çavên xwe û rabû raperînê. Tu çewisandin û kotekê nekanî wê vîna polayî bitewîne. Ew nimêjên înîyê yên sivîl jî bû wekî xwîna vê vîna azad. Gelê me ew dek û dolab şikand û bi vê serkeftina hilbijartinê xwebaweriya xwe hê xwirtir kir. Wan di nava hoyên nerênî de serkeftina erênî afirandin.
Wekî encama wê, çend rey kêm yan zêde ne girîng e. Tiştê herî girîng pêhatina vîna netewî û olana encama vê hilbijartinê ye. Êdî dost û dijmin jî fêmkiriye ku gelê kurd xwediyê vînekê ye, kotek û kelemên bêbext jî nikane vê bide rawestan. Encama herî girîng di serî de ev e. Ev xwedî li vîna xwe derketin jî, dijmin ditirsîne.
Encama duyemîn ya girîng jî ew e ku wê hêza gelê me ne tenê çeper û koteka dijmin parçe kir, yekitî ji bi hêzên kurdistanî da pejirandin. Hewldanên konferensa hêzên kurdistanî jî di pêvajoya hilbijartinê de ketiye rojevê.
Encamekê jî kemilandina siyasetmedarên kurd e. Siyaset berî her tiştî hunera birêkxistiniyê ye, bi serê xwe zanyariyeke pisporiyê ye. Li aliyê din siyaset tevheviya lihevgerîna têkiliyên nava mirovan e. Civakê bi rêvebirin û di kontrola xwe de girtine. Bêguman erkeke rekabetê ya di navbera hêz û kesan de ye jî. Gava mirov bikane vê hunerê baş bi rêve bibe, dikane bigihîje her armancî.
Gelek baş xuyaye ku ev hunera siyasetê bi awaye pisporiyeke endezyarî di nava siyaseta kurd de rûniştiye. Reyên wîlayetekê bi şêwazeke hostayî di nava berendamên serbixwe de parvekirin, bi wî awayî çeperên li pêş hilbijartinê ruxandin ne karekî hêsan e. Lê siyaseta kurd ev hostayî û huner bi dest xistiye. Nîşaneke serkeftinê jî ev e. Ew siyaseta ev afirandî, dikane dewlet û parzemînan jî bi rêve bibe. Mînaka herî balkêş: Li Amedê şeş berendamên serbixwe hatin nîşandayîn. Reyên li Amedê bi awayekî wisa hostayî hate dabeşkirin, dijmin jî matmayî ma. Carê li vê matamatîka bi huner binêrin: Ji Hatip Dicle 78.220, Leyla Zana 71.231, Altan Tan 69.292, Şerafettin Elçi 66.119, Nursel Aydoğan 65.138 û Emine Ayna re jî 61.232. rey ket. Dîsa li Wan, Colemêrg, Şirnax û Mêrdînê jî her wiha.
Mirov dikane têkçûna hin eşîrên li Ruhayê jî wek encameke baş ya vê hilbijartinê binirxine. Lew re berendamên wan nehatin hilbijartin, welo ev ji bo AKP lêhatinekî jî be. Dema ew eşîr jî bi vîna kurd re tevbigeryana, wê rengê nexşeya Ruhayê jî biguheriya.
Şerê di navbera vînan de
Li welatên wekî Tirkiyê yasa û masa ne tenê wek lastîk in, tiştên vala ne jî, dewlet û ji ber ku êdî AKP dewlet e, hem jî dewleta nû ye, li gor xwe yasayan diçerixîne. Baş tê zanîn ku dewleta kemalîstên qaşo laîk di roja îdamkirina Şêx Seîdê nemir de biryara îdama birêz Ocalan dabû. Wan xwestibûn bi vê kirina xwe bibêjin: “Me doh jî rêber û îradeya we nas nekir û em îro jî nasnakin.” Kemalîstên nû, yan jî kemalîstên kesk ên nav AKP’yî jî heman tiştî dikin.
Ji ber ku gelê me ji meclisê avêtina vîna xwe tu carî nepejirand, ji wê jî cardin bi coşeke mezin Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk û Aysel Tugluk bi hêjmareke têr hilbijartin û bi vî awayî ji wan re got ku “Em vîna xwe nadin destê tu kesî! Wê vîna me nûnêriya me bike!” Kemalîstên kesk ango AKP jî bi vê îptalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle dixwazin bibêjin ku “yek, çi kemalîstên berê û çi yê kesk, em yek in û dişibin hev, em neguherîn û naguherin. Ya duyem, ya wê vîna we têkeve bin destê me, yan jî em çi qas bixwazin, emê ew qas destûr bidin vîna we!”
Bi gotineke gelek kurt di vê mijara îptalkirina parlamenterê me de du armancên dagirkeran yê girîng hene. Hejmara parlementerên AKP’ê li gor daxwaziya xwe zêdekirin û ya duyem jî pêşî li vîna gelê kurd girtin e, yan jî îlana şer e. Vê rastiyê tênegihîştin dikane bibe felaket. Eger ew kurdên di nava partiyên dagirker de vê rastiyê nebînin û li rastiya xwe venegerin, dê mora îxanetê li rûçikên wan şopa xwe bihêle.
Dek û dolap
Kurdên îradeya xwe teslîmê partiyên dagirkeran kirine, ji anora mirovbûnê dûr in. Bê kesayetî ne. Ji wê ew ji vîna gel re rêz nagirin. Eger rêzgirtin heba, yan jî piçek şeref û şermkirina mirovbûnê li ba wan heba, nediçûn mazbata Hatîp Dîcle nedigirtin. Bi kêmasî ji bala giştî fedî dikirin. Dê yên din jî ev bêdadiya dagirkeran ya li gor yasayên daristanê nepejirandana. Ez bawe dikim ku her mirov vê wiha têdigihîje.
Dema mirov li pêvajoya vê sextekariya dewleta AKP’ê dinêre, rastî bi xwe zelal dibe. Berê Vetoya berendamên Hatîp Dîcle jî di nav de kirin rojevê. Lê gava bertek zêde bûn, hilbijartin kete nava xeterê, mudaxeleyên YSK’ê kirin, biryara wan dan rawestandin û xwedîgiravî tu pirsgirêk nemabûn.
Gava Erdogan têgihîşt ku berendamên di girtîgehan de tên hilbijartin. Dest bi êrîşan kir. Li aliyekî BDP wekî “terorîst” îlan kir, li aliyê din di mîtîngan de bang kesên di saziyên qaşo dadweriyê de ne kir û got: “Berendamên girtî werin hilbijartin jî, nayê wê wateyê ku ewê têkevin parlementoyê, li vî welatî hiqûq heye!” Li ser viya yargitay e çi qarna qisî ye, destê xwe lezand û çend roj berê hilbijartinan biryarekê derxist.
Her çendî mazbata Hatîp Dîcle jî hatibû dayîn, peyayê AKPê Halûk Îpek yê ku ji hilbijartinan berpirsiyar bû, ji bo xistina parlamenteriya Hatîp Dîcle li ba YSKê gilî kiriye. Peyayên AKP, CHP û MHP’ê yên di nava YSK’ê de jî ev biryara vetoyê dan desxistin. Hima li pey biryara YSK’ê H. Çelîk û hin AKP’eyiyên din gotin ku biryara YSK’ê biryareke qanûnî ye û li gel wê bi gotinên xwe tevahiya kurdan tehdît kir. Ango ev rasterast dek û dolabên AKP’ê ye.
Li hember vê rastiyê daxuyaniyên kesên wekî Ensarîoglu gotinên vala ne. Ew gotinên wî bê veşartina xinizi û lîstikên AKP’ê û hedef şaşkirinê, tu tişteke dîn nîn e. Ji ber van rastiyan; vê êrîşa hovane û provokatîv bi hin der û dorên qaşo di nava dewletê de li dij çareserî û aştiyê ne ve girêdan ne durist e. Ev sextekariya herî mezin e. Ev rola AKP’ê ya di paş van bêbextiyan de veşartî nixumandine. Van rastiyan nedîtin, xwe xapandin, hêviyê xwe bi hin cigehên biyanî ve girêdan e û caştiya xwe porkirine.
Ez bawer dikim ku niha serê wan kesên ku digotin: “Ne bes e, lê dîsa jî erê!” bi awayeke şermezarî ketiye ber wan. Lewre AKP’ê berê ew yasa da derxistin, hîn çû hilbijartinan. Ev mijara vetoyê jî encama wê qaşo referanduma wan çend yasayên xapînok e. Hîtler jî serî li derxistina yasayên wiha dabû.
***
Nivîsên din ku di beşa EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN de hatine weşandin:
Îsmaîl Dîndar: - Li Amed kes nikare qala serkeftinê bike
Şêxmûs Sefer: Şaredariya Dêrsimê xizmeteke baş bikira, meyê parlementek derxista
Şengul Ogur: Çima ne 100 lê 36 parlementer?
Kazim Polat: Hilbijartin û helwesta kurdên elewî
Mihemet Jiyan: Hilbijartina ber bi tayîna qederê ve
Cemil Oguz: Here ji Erdogan re bibêje 'Ez Siltanê Kurdistanê'
Zekî Ozmen: Ev hilbijartin jî wisa derbas bû
Dawud Rêbiwar: Kurd, serkeftiyê hilbijartinê ne
**
Û nûçeyên li ser hilbijartina 2011'an:
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs
- Bendav tuneba dê BDP'ê çend mebûs derxista?
- Di sindoqa we de kî bi ser ketiye?
- Kurd, serkeftiyê hilbijartinê ne
- Hejmara mebûsên Blokê derket 36'an, vane ew nav û rêjeya wan
- Nexşeya hilbijartinên 2007, 2009 û 2011'an
- 22.00: Nexşeya hilbijartinê û berendamên Blokê
- 20.44: Blokê 35 mebûs li van bajaran derxistin
- 19.45: Blokê li van bajaran 32 mebûs derxistin
- 19.01: Li Stenbolê Blokê her 3 mebûs derxistin
- Saet 18.51: Li 6 bajaran Blok li pêş e
- Bi wêneyan dengdayîna Hilbijartina 2011'an
- Ji serê sibê de hin îhlalên ku pêk hatin
- Li Sêrtê navê Kişanak ji pûsûlayê jê kirin
- Ahmet Turk dengê xwe da Dora
- Bixêr be: Dengdayînê dest pê kir


