Hilbijartina 12 pûşperê ji bo me kurdan serketinek mezin bû; lê bi gorî me kurdan ev ne tenê hibijartina mebûsan bû; ev referandûmek pir alî bû. Kî, çi dixwaze? Kî çi ye, li ku ye? Ez naxwazim wekî pirsporên ku hilbijartinan dinirxînin û şîrovê dikin nivîsek binivîsim. Min di vê hilbijartin an jî referandûmê de dema rewsa kurdên elewî dît ev nivîs ji min re hewce bû.
A yekemîn li Dersîmê tunceliyî bi ser ketin. Kêsekî mîna Ferhat Tunç ku bi her alî ji bo şorêsa gelên Tirkiyeyê û bi taybetî ji bo têkoşîna gelê kurd dixebite, nehat hilbijartin. Mîna gelemperî kurdên Dersimê jî dizanin Kamer Genç çi ye, kî ye. Hê hefteyek berê di axaftineke xwe de got, “Dêrsîmî tirk kurê tirkan in”, vir û derewên pergelê dubara kir û bi tenê ne bi êslê xwe, bi înkarkiriya êslê dêrsimiyan jî sed carî namerdî kir û li Dêrsîmê hat hilbijartin. Ez naxwazim li vir kesan li hemberî hev binirxînim, kî çi ye yê ku dizaninin dizanin.
A duyêmîn li Mereş û Meletî secereya kurdan an jî di tabelayên dawiya hilbijartinê nîsan dide hejmarên hilbijêrên kurdan nehata xwendin. Yanê ew qas kêm bûn. Min nedipa ku li van her du bajaran namzetên kurd bi serkevin lê min dipa hejmarek ber bi çav derkeve ji bo ku ez dizanim li heremê di her mal û malbatekê de qet nebe şehidek ji bo têkosîna Kurdistanê heye. Lê mixabin…
Li dawiyê hilbijartinê ji yek û du nivîsan bêhtir tu nîqaş û nivîs nehate weşandin. Ev yek û du nivîs li ser dengên kurdan a ku li Dêrsimê bi serneketin hat weşandin, lê ew nivîs jî li der û dora şexsiyeta Ferhat Tunc şîrovê bûn. Ji van nivîsan bêtir ya ez xem dikim li ser vê mijarê di nav kurdan de şirovê û nirxandinên bi devkî yên ku min bihîst gelek in; ne baş û nexweş in: Kurdên elewî, bi taybetî dêrsimî “Aşiqê kurêjên xwe ne”, “Elewiyan (yên kurd) dîsa îxanet kirin”, “Di nav elewiyan (yên kurd) rihê netewêyî nîn e.“ Her çiqast vegotinên wiha ne rast in, ê tên gotin. Ki çawa bi nav dike bila bike ya zelal ew e ku di nav kurdên elewî de rihê netewêyî kêm nîn e, lê şaş e. Ev şaşî ji hêla dewletê ve bi dest û devê çend xwefiroşan di nav gel de tê belev kirin. Ya ku min ji kurdên elewî bihîst ew ê ku xwe ji yekîtiya neteweyî dûr dixin û dibêjin em kurd in lê em ne ji yê din in. Ser xeta Dêrsîm, Elezîz, Ezirgan, Sêwas, Mereş, Meletî heta Entabê piraniya kurdên elewî dijîn. Di vê hilbijartinê de xuya kir ku bi piranî kurdên elewî ne li cem têkosîna neteweya kurdan in. Ev piranî ne pistgirê neteweya xwe ne; lê li ku ne? Ya ku ez dibînim elewiyên kurd ketine kemînekê, hiş û mijiyên xwe tevlihev bûyî li hemberî xwe disekinin.
***
Kurdên misilman ji destê partî û pergelên dewletên xwe filitandin; ez hevîdar im kurdên elewî jî rojek rastiya xwe û lîstikên partî û pergelên dewletê yên ser wan têne lîstin bibînin, li hemberê xwe nesekinin li ji bo xwe li hêla xwe bisekinin.