Diyarname
Blokê hejmara mebûsên xwe derxist 36'an. Vane nav, hejmara dengan û rêje:
Herî dawî li Rihayê dê Îbrahîm Bînîcî jî bihata hilbijartin an na? Belê li Rihayê jî hemû sindoq hatin vekirin û Bînîcî jî hat hilbijartin. Bi vê yekê re hejmara mebûsên ku Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê derxist gihîşt 36'an.
Wekî notek ji Rihayê ev e: Parvekirina dengan a di navbera her du Îbrahîman de hevkêşeyeke çênebû loma pirsgirêka derketina Bînîcî derket. Lewre Îbrahîm Ayhan 77.416 û Îbrahîm Bînîcî jî 42.463 deng girt û di encamê de her du jî hatin hilbijartin. (helbet li gor encamên ne fermî).
Vane hemû berendamên BDP'ê û Blokê ku hatin hilbijartin, rêjeya wan û hejmara dengên ku bi dest xistine:
Bajar, Berendamê bi serketî, rêje, dengên ku girtiye:
1 - Stenbol Herêma 1'emîn: SEBAHAT TUNCEL (BDP) % 3,23 91.717
2 - Stenbol Herêma 2'yemîn: SIRRI SUREYYA ONDER (BDP) % 4,82 118.154
3 - Stenbol Herêma 3'yemîn: ABDULLAH LEVENT TUZEL (BDP) % 5,37 136.746
4 - Edene: MURAT BOZLAK (BDP) % 7,46 86.768
5 - Agirî: HALİL AKSOY (BDP) % 41,23 82.823
6 - Çewlig: İDRİS BALUKEN (BDP) % 23,88 29.150
7 - Bedlîs: HUSAMETTİN ZENDERLİOGLU (BDP) % 26,04 37.955
8 - Amed: LEYLA ZANA (BDP) % 10,06 74.851
9 - Amed: HATİP DİCLE (BDP) % 11,55 85.945
10 - Amed: NURSEL AYDOGAN (BDP) % 10,24 76.182
11 - Amed: EMİNE AYNA (BDP) % 9,61 71.483
12 - Amed: ALTAN TAN (BDP) % 9,61 71.522
13 - Amed: ŞERAFETTİN ELÇİ (BDP) % 7,67 57.073
14 - Culemêrg: ESAT CANAN (BDP) % 26,14 30.977
15 - Culemêrg: SELAHATTİN DEMİRTAŞ (BDP) % 26,94 31.927
16 - Culemêrg: ADİL KURT (BDP) % 26,80 31.756
17 - Mêrsîn: ERTUGRUL KURKÇU (BDP) % 9,69 96.017
18 - Qers: MULKİYE BİRTANE (BDP) % 19,29 27.620
19 - Mêrdîn: GULSEREN YILDIRIM (BDP) % 17,45 56.052
20 - Mêrdîn: EROL DORA (BDP) % 16,33 52.453
21 - Mêrdîn: AHMET TURK (BDP) % 18,36 58.983
22 - Mûş: SIRRI SAKIK (BDP) % 21,76 36.564
23 - Mûş: DEMİR ÇELİK (BDP) % 22,66 38.077
24 - Sêrt: GULTAN KIŞANAK (BDP) % 42,79 51.577
25 - Riha: İBRAHİM BİNİCİ (BDP) % 6,07 42.463
26 - Riha: İBRAHİM AYHAN (BDP) % 11,06 77.416
27 - Wan: AYSEL TUGLUK (BDP) % 11,03 45.981
28 - Wan: KEMAL AKTAŞ (BDP) % 15,66 65.245
29 - Wan: NAZMİ GUR (BDP) % 9,79 40.806
30 - Van: OZDAL UÇER (BDP) % 12,31 51.288
31 - Batman: BENGİ YILDIZ (BDP) % 25,78 56.691
32 - Batman: AYLA AKAT ATA (BDP) % 26,06 57.302
33 - Şirnex: HASİP KAPLAN (BDP) % 23,02 39.417
34 - Şirnex: FAYSAL SARIYILDIZ (BDP) % 23,11 39.563
35 - Şirnex: SELMA IRMAK (BDP) % 26,73 45.763
36 - Îdir: PERVİN BULDAN (BDP) % 31,49 25.437
***
Û çend agahiyên din:
Li gor encamên ne fermî yên temamê Tirkiyeyê:
AKP: % 49,85 - 326 mebûs
CHPB % 25,93 - 135 mebûs
MHP: % 12,99 - 53 mebûs
Blok: % 6,62 - 36 mebûs
Blok li van bajaran wekî yekemîn derket:
Amed, Batman, Şirnex, Mêrdîn, Culemêrg, Wan û Mûş.
Her wiha li bajarên wekî Îdir, Sêrt, Çewlig, Bedlîs, Qers û Dêrsimê jî wekî hêza duyemîn derket. Ji van bajaran li Dêrsimê (ku di hilbijartina din de mebûs derxistibû) mebûs dernexist.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Nexşeya hilbijartinên 2007, 2009 û 2011'an
- 22.00: Nexşeya hilbijartinê û berendamên Blokê
- 20.44: Blokê 35 mebûs li van bajaran derxistin
- 19.45: Blokê li van bajaran 32 mebûs derxistin
- 19.01: Li Stenbolê Blokê her 3 mebûs derxistin
- Saet 18.51: Li 6 bajaran Blok li pêş e
- Bi wêneyan dengdayîna Hilbijartina 2011'an
- Ji serê sibê de hin îhlalên ku pêk hatin
- Li Sêrtê navê Kişanak ji pûsûlayê jê kirin
- Ahmet Turk dengê xwe da Dora
- Bixêr be: Dengdayînê dest pê kir


