Mihemed Jiyan
Polîtîka germ a rojane û siyaseta aktîf her demê bala min kişandiye. Wekî ferdekî civaka polîtîzebûyî, ev rewş wekî pêwîstiyeke bivênevê di jiyana min de bi cih bûye. Her çiqas ne di navê de bim jî têkildarî siyasetê me. Lê belê qelemgerandina li ser vê qadê û derbirîna çend têbîniyan her demê zehmet û giran hatiye ji min re. Çi hîkmet e nizanim, lê her dema ku min xwestiye li ser mijarên eleqedarî rojevê çend gotinên ji defterê bêjim, eqlê min bi alîne din ve diçe û hestên min ber bi dîroka dûr û kevnare ya hestbar ve diherike…
Tevlî vê rewşê, dixwazim ku der barê hilbijartin, encamên hilbijartinan, stratejiya BDP-Kurdan a hilbijartinê, yekîtiya kurdan û îtîfaqa bi çepgirên tirkan re ku bûye wesîleya eniya kurdan wekî “Blok” were binavkirin de çend gotinan bibêjim.
Di notên hevdîtinê yên hefteya berî hilbijartinê de Ocalan bal kişandibû ser xaleke gelekî girîng û bi baweriya min jî bi îsabet: “Dê ev hilbijartin rola referandûmê bilîze û di tayînkirina mafên çarenûsî yên kurdan de dê bibe hilbijartineke diyarker.”
Di şeva hilbijartinê de, berî ku encam werin ragihandin Taha Akyol jî nirxandineke tam bi vê maneyê anîbû ser ziman: “Hilbijartinên Rojhilata Başûr dê roleke tayinker bilîzin. Lewra dê xelkê wê herêmê biryarê bide bê ma nûnerê wê yê rastî kî ye û daxwazên wê yên esasî çi ne! Ez texmîn dikim dê BDP bi ser nekeve û dê Ak-Parti jî serkeftineke mezin bi dest bixe li herêmê. Daxwaza min bi xwe jî ev e. Ev jî dê telebên kurdan û nûnerên wan şanî me bide!.”
Rola tayînker ya vê hilbijartinê çi kurd çi tirk, ji hêla hemî rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskaran ve hatibû qebûlkirin. Li gorî vê qebûlê, encamê ku derkete holê ji bo siyaseta kurdan û daxwazên wan yên li ser statuyekê (Federason, Xweseriya Demokratîk, Rêvbirina Mehellî û hwd.) bi awayekî vebirî derkete holê û xelkê kurd prîm neda siyaseta li ser parsekiya komir û meqerneyê…
Kurdan bi helwesteke net ev peyam da rayedar, muhendisên civakî yên ku siyaseta Tirkiyê tenzîm dikin û her wiha ji raya giştî ya cîhanê: Em miletek in. Nasnameyeke me ya bi navê kurd û welatekî me yê bi navê Kurdistan heye. Em naxwazin di bin nîrê tu hêz û desthelatiyan de bêne îdarekirin. Em ne razî ne ku ji hêla xeyrên xwe ve bêne rêvebirin. Em xwedî dîrokeke kevnar û zimanekî ne. Em îradeya tu kesî li ser îradeya xwe qebûl nakin û em dixwazin wekî xwe bijîn.”
Bawer im ev peyam gihîşt ciyê xwe.
***
Gavên ber bi yekîtiya kurdan û siyaseteke hevgirtî ya neteweyî her demê pêwîstiyek bû li ser milê siyasetmedarên kurd. Divabû ji zû de ev tifaq pêk hatiba û nîqaşên kurdan ên navxweyî li hundirê malê bimana. Dil dixwest ku tu siyasetmedar û rewşenbîrê kurd di qadeke aîdî pergalê û sazûmanên siwarê polîtika rejîmê de rexneyên tehl li hev negirtibana û ew aciziyên xwe hemî li nav malê îfade kiribana. Lê mixabin heta îro ev wekî kuleke xedar û birîneke qaşilgirtî di cihê xwe de ma.
Ji ber vê yekê hevkariya bi sazî, rêxistin û kesayetên ku ji dervayî BDP’ê siyaset dikirin ji bo siyaseta neteweyî wekî pêdiviyeke derengmayî bû û ev hate cih. Ev cihê kêfxweşiyê ye, digel hemî nîqaş û kêmasiyên xwe ve…
***
Îslamîstên kurdan bi dehên salan bûne dûvikê abilerên tirk ên bermayiyê MTTB (Yekîtiya Millî Ya Xwendekarên Tirk), Milli Mucadele ku du rêxistinên nijadperest bûn û her wiha Milli Nizam, Milli Selamet, Refah û hwd. ên ku ji terîqeta modern a bi navê Milli Goruşê ku avakerê wê Erbakan bû û li ser bingeha nijadperestiya tirkîtî û pîrozbûna miletê tirk hatibû danîn. Digel vê rastiyê, nûrcîtiya ku di dirûvê terîqeteke nûjen de welidî jî weledên xwe kire hespên trûvayê û peywira sîxuriya Kurdistanê danî ser milên şakirdên mubarek! Li ser navê “İman hakikatleri” û “dinsizlik tehlikesi” bi sed hezaran ciwanên ku ji “îmana” xwe tirsiyan di aşên wan ên bişaftinê re derbas bûn û pêşî dev ji şafiîtiya xwe piştre jî dev ji kurdîtiya xwe berdan.
Bi hezaran xortên kurdan ji bo armancên li gor xwe pîroz, biratiya îslamî û umetparêziyê berê xwe dane welatên biyanî û li wir bûne fedayiyên baweriya xwe! Di germahiya konjonktorê û serdema coşîna hestan de zîvirandina berê çêkê li ser birayê xwe yê ji eynî dêbavî û eynî welatî wekî cîhada pîroz û bilindtirîn doz didît. Lewra wisa hatibû formatkirin û rêya tekane ya ku divabû tê de bimeşiya li gor wî ew bû… ji bo îslamîstên me ev rewş wekî xewneke pîroz bû û piştî şiyarbûnê dê çavên xwe li bihuştê vekirana…
Heta ku dîwar ket û toz hilat, vê xewa pîroz! berdewam kir… bi rabûna tozê û çêbûna ecacokê re çavên şîlaqî hêdî hêdî bi ser xwe ve hatin, ji xewê vebûn û li derdora xwe nihêrîn. Nêrîn ku berî vê ecacokê çi bager û bahoz rabûne! Vê bager û bahozê tu tişt li ber xwe nehiştine û her tişt serûbinê hev kirine… îdî ne xaniyekî ku tê de bisitirin, ne balgiyekî ku serê xwe deynin ser û ne jî nanekî ku xwirîniya xwe pê bişkînin… rewşeke kevir li ser kevir nehiştî…
Bahoza ku rabû ne nirxên îslamî hişt, ne jî rûmeta neteweyî… her tişt da ber xwe û kire para bablîsokan!
Wekî ku dibînim, çepgirên me hê jî di vê xewa pîroz! de ne û siyaseta îdeolojîk û ya neteweyî bi awayekî nedîtî têkilhev dikin. Çepgirî, femînîzm, çîna karkeran, çîna bindestan, eniya kedkaran û hêlên sosyalîst wekî hevkarên kurdan yên siruştî têne nirxandin û tifaqa bi wan re wekî barekî li ser pişta xwe dibînin. Çepgiriya ku bi baweriya min Evdila Koçer rast dibêje ku bi qandî nîv parlementerî hêza wan û dengê wan li temamê Tirkiyê tune ye, dibine şirîkê qedera kurdan û wekî nûnerên kurdan siyasetê dikin.
Ji hêla me hemûyan ve baş tê zanîn ku serkeftina di hilbijartinê de, serkeftina gelê kurd e ne ya “Blok”ê ye. Min bala xwe dayê hemû siyasetmedarê kurd dibêjin “Blok”, lê halbûkî tişta ku em jê re dibêjin “Blok” di temamê Tirkiyê de jî nikare parlamenterekî derxîne… Di hilbijartina derbasbûyî de rewşa Baskin Oran mînaka herî berbiçav ya vê rastiyê ye. Digel nîvdesteka kurdan û tamdesteka hemû hêzên çepgir, femînist, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên tirk û kurd jî Baskin Oran nehate hilbijartin. Ger hêzeke çepgiriyê ya wisa heba, divabû teqez Baskin Oran derketa… piştî hilbijartinê min li axaftina pêşî ya Abdullah Levenet Tuzel ku bi 136.000 dengî ji herêma 3’eymîn ya Stenbolê wekî parlementer hatibû hilbijartin guhdarî kir. Bi kurtasî wiha digot: "Bi arîkariya bindestan, kedkaran, karkeran, sosyalîstan, femînîstan, kurdan û hêzên demokrat me dengekî zêde girt…” Daxuyaniyên nêzî vê ji hêla Kurkçu, Onder û hin namzedên din ve jî hate ser ziman. Helbet daxwazên kurdan ên li ser xweserî, perwerdehiya ziman û statuyekê jî hatin ser ziman. Lê, el însaf! Destê xwe deynin ser wijdanê xwe, ma rastî ev e? Ka dengê karker, kedkar, femînist û sosyalistan! Ma ne şerm e ku enerjî û potansiyela kurdan ya bi qelenên giran hatiye serhev ji femînîzm û sosyalîzma tirkan re bibe mal!?
Ev rastî baş tê zanîn ku çepgiriya tirk siyasetên topavêtî ye û tu tiştê ku bide xelkan tune.!
Digel şaşbûna vê siyaseta li ser çepgiriyê, wekî xaleke girêdayî vê siyaseta li ser elewîtiyê jî tu encaman nade. Nerastbûna siyaseta ku li ser qezenckirina elewiyan hatiye avakirin jî roj bi roj derdikeve holê. Stratêjiya ku hetanî îro ji bo elewî aciz nebin, sunnî ji nedîtî ve dihat, îro berên pûtepêdayîna qada sunnî bi kêfxweşî berhev dike. Divê neyê jibîrkirin ku serkeftin di herêma sunnî de ye û sedemê vê yê herî bingehîn jî pûtepêdayîna hesasiyetan û meşandina siyaseta berê wê bi girseyan ve ye… ger ku di roja îro de rêjeya dengên kurdan li herêmên sunnî pir zêde bûbe, bandora siyaseta dawî ya li ser faktorê dîn û bi taybetî rola Altan Tan gelekî girîng e.
Lê belê li deverên ku bi piranî elewî lê dijîn, ev siyaset cih nabîne û vajî dizîvire. Rêjeya dengên kurdan ên li bajarên piraniya wan elewî wiha derket:
Semsûr: 6.5%
Erzîngan: (Namzed nebû); Emep: 0.21%
Dîlok: 5.08%
Mereş: 0.52%
Meletî:1.08%
Sêwaz: (Namzed nebû); Emep: 0.14
Dêrsim: 22.96%. 56% (CHP)
Ferhat Tunç jî aciziya xwe ya li ser encamên Dêrsimê wiha îfade kir:
“Herêm naxwaze ku rewşa li Dêrsimê derketiye holê qebûl bike. Herêmê çar parlementerên jin ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ne derxist, gazinda wan ji me jî ew e ku dibêjin: “Me çar parlementerên ji Dêrsimê derxistin, xwezî ji Dêrsimê jî ji Blokê parlementerek derketa.”
Şîroveya Ocalan a piştî hilbijartinê li ser Dêrsimê jî wiha bû:
"Çima li Dêrsimê wiha bû? Tê zanîn ku em ji bo elewiyan jî têdikoşin. Di rastî de ev siyaset ji mêj ve tê meşandin… Li Dêrsimê zihniyeta elewîcîtiyê û li Bîngolê jî ya zazacîtiyê pîj dikin, vê bi israr dikin. Di xeta Bîngol-Dersimê de yên kontra bi zanatî ferqiyeta sunnî-elewî kurd, di ya Bîngolê de jî ya zaza-kurd berpêş dikin… Kamer Genc di daxuyaniyeke xwe de dibêje 'tenê şafiî kurd in, dersimî tirk kurê tirka ne'. Li Enqereyê di du sê avayiyan de tenê mêvanên xwe diezimine, xwarin vexwarinê dide wan. Ew vî pereyî ji ku tîne? Ev pere ne yê Kamer Genc e. Ji bo vî karî pere jê re tê dîtin...Ez nizanim dersimî ê bi vî awayî çawa şerefa xwe biparêzin, ê çawa xwe biparêzin? Ev jî ciyê minaqeşê ye.”
Bi rastî jî divê di pêşerojê de siyaseta li ser dîn, mezheb, meşreb, zarava û baweriyên cihêreng ên di nav civaka kurd de baş were nîqaşkirin, tehlîlkirin û di encamê de jî li gor binesaziya herêman ya dîrokî, dînî û mezhebî pergalek bê danîn. Namzed jî ne dûrî tevna girseyan bin. Bi baweriya min sedemê sereke yê serkeftina Çewlikê bi vê mijarê ve girêdayî rastbijartina namzed bû…
***
Mûrad Ciwan jî li ser rehê Neqşîbendîtî û sunnîtiyê disekine û cihgirtina Altan Tan û Şerafettin Elçî wekî sedemekî stendina rayên Neqşîbendî û sunniyên dîndar dibîne û vê serkeftinê hinekî jî bi wê ve girê dide. Lê divê bêjim ku ev tesbîta Mûrad Ciwan her çiqas ji derve de li ser bingeheke rast bixuye jî, di rastiyê de bêbingeh e. Lewra şêxên Neqşîbendî yên li Kurdistanê wekî her carê di vê hilbijartinê de jî piştgiriya xwe ya ji bo partiyên sîstemê/rejîmê domandin û di helwesta wan de tu guherîn rû neda.
Desteka navendên Neqşîbendîtiyê yên wekî Norşîn, Menzîl, Cizîr û şaxên wan yên li deverên cihê cihê ji bo partiyên sîstemê gelekî aşîkar û rewşeke li ber çav e. Feqet dibe ku mirîdên girêdayî van navendan îrada xwe bi kar anîbin û dengê xwe dabin kurdan. Bes mirov dikare bibêje ku hebûna kesên wekî Şerafettin Elçî ku bi dîndariya xwe û Altan Tan ku bi îslamistiya xwe ve têne naskirin, bandoreke pir erênî li ser girseyên dîndar û heta îslamîst kir û bû sebeb ku piştgiriyê bidine eniya kurd. Lê belê ev rewş mirov nabe wî encamê ku “Neqşebendiyan ji ber hebûna du dîndaran dengê xwe dane kurdan.” Nirxandinên bi vî cihetî ji agahiyên di ser re, sethî û heta nezaniyê diqewimin. Her wiha saziyên rêxistinbûyî û xwedîgirse yên ku bandorê li ser encamên hilbijartinê û belavbûna dengan bikin jî ji xeynî “Mustazaf-Der/Hizbullah” li Kurdistanê tune ne. Saziyên ji dervayî vê organîzasyona navborî yên ku bandorê li ser rêjeyê bikin ji bo roja îro ne mewzûbehs in. Her wiha hêz û bandora vê rêxistinê jî bisînor e. Ango rêjeya ku ev rêxistin bandorê li ser bike jî ji ya tê texmînkirin pir kêmtir e…
Wekî mijareke bi vê ve girêdayî, gaziya ku Ocalan di heftiya berî vê de li Hizbullah-Muztazaf-Derê kir gelekî watedar bû. Bi rastî jî ger ev rêxistin hesabên berê tevnede û bikaribe wekî hêzeke kurdistanî di nav siyaseta kurdî de cih bigire, dê ji bo tevahiya kurdan encamekî bixêr derxîne holê. Ji ber vê yekê avêtina vê gavê ez kêfxweş kirim. Lewra bi vî awayî deriyên dubendiyê têne girtin û deriyê şerê ku tê xwestin di nav civaka kurd de bê vekirin, têne girtin.
Bi hêviya hilbijartinên li welatekî azad û serbixwe!
***
Nivîsên din ku di beşa EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN de hatine weşandin:
- Çima ne 100 lê 36 parlementer?
- Here ji Erdogan re bibêje 'Ez Siltanê Kurdistanê'
- Ev hilbijartin jî wisa derbas bû
- Kurd, serkeftiyê hilbijartinê ne
**
Û nûçeyên li ser hilbijartina 2011'an:
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs
- Bendav tuneba dê BDP'ê çend mebûs derxista?
- Di sindoqa we de kî bi ser ketiye?
- Kurd, serkeftiyê hilbijartinê ne
- Hejmara mebûsên Blokê derket 36'an, vane ew nav û rêjeya wan
- Nexşeya hilbijartinên 2007, 2009 û 2011'an
- 22.00: Nexşeya hilbijartinê û berendamên Blokê
- 20.44: Blokê 35 mebûs li van bajaran derxistin
- 19.45: Blokê li van bajaran 32 mebûs derxistin
- 19.01: Li Stenbolê Blokê her 3 mebûs derxistin
- Saet 18.51: Li 6 bajaran Blok li pêş e
- Bi wêneyan dengdayîna Hilbijartina 2011'an
- Ji serê sibê de hin îhlalên ku pêk hatin
- Li Sêrtê navê Kişanak ji pûsûlayê jê kirin
- Ahmet Turk dengê xwe da Dora
- Bixêr be: Dengdayînê dest pê kir