Diyarname
14.04.1993: M. Salih Demirhan
28.07.1993: Ferhat Tepe
20.02.1994: Cuneyt Aydinlar
07.06.1995: Orhan Cingoz, Edip Aksoy
18.05.1995: Fehmi Tosun
01.11.1995: Abdurahman Coşkun
1991,1992,1993, 94, 95, 96... wisa li dû hev reqem dirêj dibjin...
Hasan Ocak, Nazim Babaoglu, Huseyin Taşkaya, Bahri Budak û gelek din... Wisa nav dikevin dû navî....
Salên 90'î. Li bajarên kurdan mirov têne binçavkirin, dûre têne windakirin. Piraniya wan êdî kes ne hay ji wan çêdibe, ne cenazeyê wan dibîne. Her ku hejmar zêde dibe êşa dayikan, pêre jî hêrsa wan zêde dibe.
Li ber Lîseya Galatasaraya Stenbolê rûdinin dayikên wan, di dest de wêneyên zarokên wan, xwişk û birayên wan, mêrên wan...
Dûre li bajarên din, li Amed, Batman, Cizîr û li gelek cihên din bi çalakiyan daxwaza agahiyeke ji xizmên xwe, ji zarok, mêr û birê xwe dikin. Hê jî piraniya wan nehatine dîtin, piraniya wan kes hay ji wan nîn e. Lê çalakiya wan hê didome heta ku komîsyoneke heqîqetê ava bibe û li ser wan lêkolînê bike, heta ku kiryar bêne dîtin.
Wan dayikan dema çalakiya xwe ya rûniştinê, ya daxwaza xizmên xwe kirin roja şemî bû. Pêre wan her şemiyê ev çalakiya xwe domand û navê wan wekî Dayikên Şemiyê derket.
Çalakiya Dayikên Şemiyê hindik be jî heta niha bû mijara fîlman, belgefîlman û li ser wan pêşangeh hatin vekirin. Niha pêşangeheke din li ser wan hate vekirin. Pêşangeha ku ji wêneyên wênekêş Veysi Altay pêk tê roja 17'ê gulanê li Tutun Deposuyê vebû. Pêre jî albumeke derxistine ji van wêneyan. Di albumê de jî gelek kesan nivîs nivîsiye.
Ji wan kesan wisa dibêje şanoger Mahir Gunşiray: "Ez ji hemû Dayikên Şemiyê lêborînê dixwazim. Me zarokên wan winda kirin, me cenazeyên gelekan nedît. ji ber ku zarokek min heye ez dizanim zarok tê çi wateyê. Ez dizanim kî zarokên we winda kirin. Dest û lingên min girêdayî ne. Ji bilî lêborînê ez nikarim tiştek din bikim."
Ferhat Kentel van lê zêde dike: "'Ew di îşkenceyê de ye; ku sax bimîne tuyê bibînî, ku nemîne, ew jî siûda te..' Ev hevok hevoka polîsekî ye ku ji Fikriye Alpsoy a ku mêrê wê Halil Alpsoy winda ye re hatiye gotin. Ew hevok ji wijdaneke sar ê wekî kevir tê. Xizmên windayan ji vê hevokê zêdetir li hevokên sar guhdarî kirine."
Kazim Oz wisa dinivîse li ser hevalê xwe yê winda: "Li paş, di nav wêneyên nediyar de Ayhan heye. Ayhanê hevalê min. Çend roj berî ku bê windakirin di wê amfiya mezin a vala de tiştên ku ji min re gotin olan didin. Wisa bi hêvî bû, wisa bi kelecan bû û wisa ji dil bû ku... Ew deng hê olan dide... Heta ku ev amfî tije bibe wê olan bide..."
Lale Mansur jî ev rêz lê kirine: "Ji bo Dayikên Şemiyê... Tu kesî bi qasî we êş û azara ku we kişandiye nekişandiye. Dema ez tevî we rûniştim, min, tiştên li wir jî bi we bi ser vê êşê de kirin dîtin. Ez bi heyrana sebr û arama we me. Ez hêvî dikim em gihîştin dawiya rê. Bi hêviya ku gavek zûtir kiryar bêde dîtin."
Belê wisa dibêjin. Û gelek kesên din, nivîsên din di albumê de, di pêşangehê de...
Û di vekirina pêşangehê de wênekêş Veysi Altay jî van tîne ziman: "Dayikên Şemiyê wekî çalakiyeke sivîl her roj rûniştin û daxwaza xizmên xwe kirin. Ez sipasiya wan dikim ku xebatek wisa kirin. Bi hêviya ku ev pêşangeh dê bi kêr bê û ewê jî jê hez bikin."
Pêşangeh heta 29'ê gulanê vekiriye.
Ji bo kesên eleqedar:
Têkilî: 0212 292 39 56
Navnîşan: Tutun Deposu, Luleci Hendek Cad. No:12 Tophane/STENBOL