Diyarname
Festîvala Fîlman a Enqereyê belgefîlmê bi navê "Bîra Mi' Têtin" û "Altin Vuruş" ji bernameya xwe derxistibûn, bi gotinek din sansur danîbûn ser wan. Niha li hemberî vê sansurê her du berhem bi nîşandayîneke taybet derdikevin pêşberî temaşevanan.
"Bîra Mi' Têtin" belgefîlmê Selim Yildiz e. Belgefîlm li ser komkujiya Roboskî hatiye kişandin.
Fîlmê Gokalp Gonen "Golden Shot/Altin Vuruş" ku heta niha li 30 welatan beşdarî 130 festîvala bûye.
Ji her du berheman "Belgeya xebitandina berhemê" xwestin, her duyan jî red kir ku belgeyek wisa ji wezaretê bigirin û bişînin. Li Tirkiyeyê ev yek bûye rêya sonsurkirina berheman. Hin festîvalê bêyî belgeyek wisa fîlman/belgefîlman nîşan nadin, hin vê belgeyê naxwazin. Di rastiya xwe de jî berhemên di sînemayan de nekevin vîzyonê divê tiştek wisa naxwazin.
Li ser vê sansura Festîvala Fîlman a Enqereyê niha her du berhem bi nîşandayîneke taybet li Enqereyê derdikevin pêşberî temaşevanan. Bi sazkirina Festîvala Fîlmên Karkeran û Platforma Azad a Sînemayê ya Dijî Sansurê her du fîlm roja 5'ê mehê (roja pêncşemê) li Odeya Muhendizên Jeolojiyê saet 18.30 de dê bêne nîşandayîn.
Nûçeya eleqedar: