Diyarname
Teknîk Dîrektorê berê yê Barselonayê Tito Villanueva ku ji qansêrê dihat tedawîkirin wefat kir.
Teknîk Dîrektorê berê yê Barselonayê Tito Villanueva ku hê 45 salî bû xatir ji hezkiriyên xwe xwest. Nêzî du salan berê di parotîsê wî de tumorek hat dîtin û ji wê rojê ve li hemberî qansêrê ber xwe dida. Vilanova du roj berê ji ber êşê carekedin rakirin nexweşxaneyê û li Nexweşxaneya Quiron a Barselonayê emeliyet kirin. Tîto Villanueva îro wefat kir.
Villanueva li nav tîmên herî jêr ên Barselonayê de dest bi fûtbolê kir. Di sala 1988'an de derbasî Tîma B ya Barselonayê bû û piştî 2 salan ku li vir lîst, derbasî tîma herêma ku lê hatiye dinê Figueres bû. Paşê di Celta Vigo, Badajoz, Mallorca, Lleida, Elche û Gramenet de lîst. Dema Josep Guardiola di sala 2008'an de bû Teknîk Dîrektorê Barselonayê wekî cîgirê xwe gazî wî kir. Di navbera salen 2008-2012'yan de Guardiola teknîk dîrektor bû û Tîto jî cîgirê wî û Barselona her serketi bû. Piştî Guardiola ji Barselonayê veqetiya, Vilanova anîn cihê wî, lê ji ber nexweşiyê wî di sala 2013'yan de îstîfa kir.
Serokê Barselonayê Joseph Bartomeu piştî wefata Tîto daxuyaniyeke weşand, sipasiya Tîto kir û got: "Tîto mirovekî harîkulade bû. Barselona dê qet wî ji bîr neke. Ji bo keda te ya ji bo te em sipasdarên te ne Tito."
Teknîk Dîrektor Jose Mourinho jî peyamek weşand. Mourinho di Twittera xwe de wisa got: "Mirina Tîto di serî de ji bo malbata wî, ji bo hemû cîhana fûtbolê rojeke xemgîn e."
Tîto Villanueva di 17'ê rezbera 1968'an de hatiye dinê û navê wî yê rastîn "Tîto Villanueva" ye.