Bi ya min qezenckirina 36 namzetan nîşaneke pir baş û xweş bû ji bo gelek peyaman. Bi awayekî ‘de facto’ bendava hilbijartinê ji holê rakir. Ez bawerim ev yek wê bike sîstema desthilatdar rêjeya bendavê daxîne jêr û di çêkirina zagona bingehîn de jî BDP’ê bike xwedî rol.
Bi rastî di destxistina ew qas namzetan de ji jêhatîbûn û xebata BDP’ê bêtir polîtîkayên AKP’ê bi xwe bandoreke mezin e. Bi taybetî jî nêrîn û gotinên Serokwezîr Erdogan bixwe. Pêşî got kêşeya kurd tune, problemên hemwelatiyên min yên kurdan yê şexsî hene. Yanî eger ku kurdek li mala wî tozmij an televîzyona wî tune be û piştî demekê ev kirîbe pê re jî ev problem ji holê radibe. Jixwe camêr gava nuh bûbû serokwezîr jî li Rusyayê ji karsazekî kurd re gotibû ‘eger tu bêjî pirsgirêka kurd heye wê hebe tu bêjî tuneye wê tune be.’ Ji ber wî digot tune ye jixwe ‘tune bû’. Piştî vê yekê li paytexta kurdan ji BDP’ê re got ‘ev rêxistineke terorîst e, çete ye’. Ew qas xaz jî têra wî nekir ku ji wî welê xaz biriye Çewlikê jî û gotina xwe ya dawî wekî fînalekê bikaranî û got ‘di dema anîna Ocalan de eger em hikumet bana me yê Ocalan bixeniqanda’.
Pêşî wî bi xwe jî bi gotinê xwe yeqîn nedikir gava digot. Lê wî di vê hilbijartinê de kurd ji çav derxistibûn û çavê xwe bera rayê rêxistina faşîst MHP da bû. Li gorî wî û şewîrmendên wî bi deşîfrekirina qasetên şexsî yên parlementerên MHP’ê wê hilbijêrên MHP’ê yê kevneperest derbasî AKP’ê bibana. Ev kesên di vî warî de aqil dabûyê di operasyonên KCK’ê de jî ez bawerim eynî tişt fikirîbûn. Gotibûn em vana têxin girtîgehê wê kêşeya kurd li gorî me rehetir çareser bibe. Lê her du jî nebûn. Tiştê di vir de dixwazim bêjim polîtîkayên AKP’ê li heremê têk çû û kir ku BDP bi rehetî bi serbikeve.
Îcar di polîtîkayên BDP’ê de çi hebû û çi hate guhertin. Berî her tiştî divê bê destnîşankirin ku ev yek ne serkeftineke mezin e ji bo kurdan. Em li her derê û hergav dibêjin ‘em li bakur 20 mîlyon kurd hene, tenê li Stenbolê em 5 mîlyon in û hwd’. Eger ev rast be -ku rast e- çawa dibe ku em tu carî bi ser ji % 6’an nakevin. Ev kurdên ew qas fedekar, ev kurdên ew qas esil, ew kurdên ku serê wan diçe lê ji doza xwe venager in çawa dibe de tu car bi ser nakevin. Em hinekî li ser vê bisekinin. AKP di rojekê de nehate vir. Ji dema rêxistina Refahê heta aniha xebatên xwe bi awayekî aktîf dimeşîne, piranî jî di şaredariyan de. Yanî bingeha wan ya îroyîn şaredarî bi xwe ne. Ez îdîayeke mezin dikim ku li Dêrsimê BDP’ê xizmeteke baş bida sedî sed wê parlementerekî derbixista. Lê ez ji nêz de dişopînim ev du heyn e BDP li wir ‘kortikekê’ tenê jî danagire. Mirovên ji xwe razî ne. Ne di hesabê wan de ye bê gel di der heqê wan de çi difikire. Dêrsim cihekî wisa ye ku 24 saetan li wir siyaset ‘dikele’. Lê mixabin ew kesên tên wir ne bi asta xwe û ne jî bi xizmetên xwe ji ser vê yekên tên. Yên tên wekî tên ‘eskeriya xwe’ dikin û ji bo peywirin din benda emrê fermandarên xwe disekinin. Şaş fêm nekin mirovên wisa tu car ne di bin emrê gelê xwe de ne, di yên ji xwe mezintir de ne. Wekî din dibe faktora Serokê Giştî yê CHP’ê hebe lê faktora mezin yekî din ew bû ku rêxistina EMEP’ê ray nedaye BDP’ê. Serokê EMEP’ê Levent Tuzel ji Stenbolê hat hilbijartin lê EMEP’ê tenê li Dêrsimê dikaribû wekî Blok tevbigeriya mixabin ew jî nebû. Wekî tişteke berbiçav îro navçeya Dêrsimê Pertek di destê EMEP’ê de ye lê ji CHP re %54,1, ji AKP ê re %21,5 û ji namzetê Blokê Ferhat Tunç re jî %18,8 deng derketin. Ev yek tenê jî bes e ku çîroka Blokê di serî de qediya ye. Tirkên baş hene, bi rastî jî dostên kurdan in. Lê ew qas. Tu car wekî rêxistin bi van nifşên ku ji hêla Kemalîzmê perwerde bûne wê tehlîlên rast û pratîkeke di cih de nîşanî kurdan nedin. Cara din jî gava Serokê ODP’ê Ufuk Uras ji hêla kurdan ve hat hilbijartin endamên wan yê Mersînê ez ne şaş bim nêzî 6 hezar ray dane rêxistina xwe û namzetê wê çaxê Orhan Miroglu yê serbixwe qaşo bi 100-200 rayî winda kiribû.
BDP li Amedê di nav berendaman de hilbijartin çêkir. Ez jî delege bûm ji sendîkaya xwe. Ez jî çûm raya xwe ji 17 kesan da 6 kesan lê paşê min nêrî kesên di lîsteyê de yên tune bûn li Amedê nîşan dane, yên di lîsteya me de hin ji wan li cihên din nîşan dabûn. Yanî ez vê dibêjim, em kurd yên siyasetmedar ji xwe re lîstika demokrasiyê dilizîn. Yên min xarên min hebana min ê ji xwe re bi xara bilîsta lê tune ye. Ev her çiqas henekên xwe bi me bikin jî roja hilbijartinê ji ber wê kêf û çoşa gel ji kêfa dihat ku bigiriya ma.
Min careke din fêm kir ev tişt hinekî bi xal û xwarzîtî dimeşin. Eger li ‘Ankara’ naseke we hebe û li heremê jî çend kesên we ji xwe re xweş kiribe peyda kiribe û hemû stratejiya we jî li ser bûyîna we ya parlementerî an serokşaredariyê be teqez hûn digihîjin miradê xwe. Ez li ser navê xwe bêjim ez pir li ber Firat Anli, Tuncer Bakirhan û hwd ketim ku nekirin namzet. Di vê rêxistinê de hinekî kesên bi xwedî gotin û rastgo zêde nayên hezkirin.
Ez wekî kurdekî ku her gav min raya xwe da ye vê rêxistinê meraq dikim ku polîtîkayên wê yên tenduristiyê, yê hejariyê, ji xeynî kotayê yê jinan, yê zarokan û hwd çi ne. Ew qas sal e şarederî di destê vê rêxistinê de ye ka ji bo van yekan tiştên şênber çi ye. Kî dikare çi bêje. Rojekê li mala dostekî xwe gava min ev rexne kirin mirovekî ku aniha di Meclisa Partiyê ya BDP’ê de ye êrîşî min kir û ji min re digot ‘ka bêje bê tu Berzanîcî yî û nizanim çi û çi…’ Ev camêr ya ez bala xwe didimê ku her heyn ya berendamê şaredariyê ye yan ên parlementeriyê. Yanî siyaseta me ya 5 salan ji bo siyasetmedarên me amadehî bûyîna serokşaredarîtî û parlementeriyê ye.
Entelektuelê tirkan Murat Belge digot problema herî mezin ya tirkan nêrîna kesên xwende ye yan na wê gelê kurd û tirk di nav xwe de çareseriyê pêk bînin. Yê me jî problema mezin ew e ku em xwedî siyasetmedarên xerab in.. Yên li ‘jor’ siyasetê dikin piranî bi dû palgehên xwe yên çerm û konformîzma burokratîk de ne. Siyaseta me êdî bi rojan û bi heftan diguhere. Ne bi mehan û bi salan. Ji ber wê ye ku em carê %5 carê %4 carê %6 distînin û em ê hergav di ‘sinif ê de bimînin’. Eger ez neheq bim wê BDP ji aniha de amadehiyên xwe bike, mirovên bi awayekî aktîf siyasetê dimeşînin wê ji xwe û ji zarokên xwe bêtir xelkê û zarokên ‘xelkê’ jî bifikirin û wê bendava %10 derbas bikin û kesên vê nivîsa min dixwînin wê 5 sal şûnde ji min re bêjin ‘ev çi çîrok bû te ji me re nivîsandibû’.
Xwezî…