Tirkiyeyê hilbijartina xwe kir. Partiya desthilatdariyê AKP’ê li giştiya Tirkiyeyê reyên xwe zêde kir û gihîşt dora ji sedî 50, lê di hejmara mebûsan de hejmara AKP’ê dakete binê 330’yî ku ew hejmar nebe hikumet nikare bi tena serê xwe zagonan derxîne. Digel serkeftina li giştiya Tirkiyeyê tenê herêma ku AKP’ê lê rey winda kirin herêma Kurdistanê ye.
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ku bi hin derdorên kurd û çepgir re di nav tifaqekê de kete hilbijartinê, li giştiya Tirkiyeyê reyên xwe zêde kir, her wisa hejmara parlamenterên xwe yên ku berê 22 bû, derxist 36'an. Tenê bajarê ku BDP’ê ji dest da jî Dêrsim e.
Ji ber ku encama hilbijartinan hê tam diyar nebûye belkî ji niha de em ê nekarin nirxandine baş bikin, lê daneyên li ber dest nîşan didin ku BDP’ê piçek zor bida xwe dikarî çend mebûsên din jî derxîne. Li aliyê din, reyên ku li bajarê Agirî hatine standin digel ku têra du mebûsan dikin, ji ber ku YSK’ê mebûsek red kiribû, tenê mebûsek dê biçe meclisê… Lê digel her tiştî em dikarin bibêjin serkeftiyên vê hilbijartinê kurd in.
Gelê kurd di vê hilijartinê de bi fedakarî xebitî û bi keda xwe, digel birek astengiyan 36 parlamenter derxist û berê wan da parlamentoya Tirkiyeyê. Bi vê yekê mesûliyet û barê BDP’ê jî ji her demê zêdetir giran bû. Lewre di rojên pêş de wisa dixuye ku dê Tirkiye di pêvojoyeke gelek muhîm re derbas bibe, nîqaşa çêkirina Qanûna Bingehîn a nû, çareserkirina pirsgirêka kurd, û hwd. gavên herî muhîm in.
Li aliyê din, serkeftina ku BDP’ê di vê hilbijartinê de bi dest xist girîngiya yekîtiya kurdan û kedkarên Tirkiyeyê nîşanî me dide. Eger ev yekîtî hinek din bê bipêşxistin dikare li Tirkiyeyê xeteke nû ya muxalefetê veke. Di nav vê yekîtiyê de, digel partî û rêxistinan gelek rewşenbîrên ku berî hilbijartinê piştgiriya xwe eşkere kiribûn dikarin cih bigirin. Yekîtiyeke wiha xurt hem wê bike ku Tirkiye pirsgirêka kurd bi awayekî adil çareser bike, hem jî di pêşerojê de di nava rêveberiya Tirkiyeyê de bibe xwedî gotin.
Bi hêviya ku bibe wesîleya aştî û aramiyê, encama hilbijartinan li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê pîroz be.