Recep Îçen
Mamoste Kemal Ulusoy nezî sî salan e ÅŸahidê ÅŸanoya kurdî ya bakur e. Xebatên wî li Kayy-dera Stenbolê dest pê dikin, piÅŸt re tevlî ÅŸanogerên li jêrzemîna NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamya) a TarlabaÅŸiya Stenbolê dibe. Di destpêka salên 2000’î de tê Amedê bi cî dibe û tevlî nav Åžanoya Bajêr dibe... Wekî piranî ÅŸanogerên Åžanoya Bajêr bi hatina qayûm re (1) li jêrzêmina Åžanoya Bajêr ya Amedê ve berdewam dike.
Sohbeta me hefteyek berê çêbû û nêzî çar saetan berdewam ki ku hê kayûm (2) nehatibû... Min xwest ku di vê sohbeta me de dîroka ÅŸanoya kurdî ya Bakur ji çavderiya wî be ku ew ÅŸahidekî resen e, min pirsî wî vegot, mala wî ava... Dizanim gelek tiÅŸt nîvco man, an dem têra me nekir, an dor nehat ser hin pirsan, lê ez bi xwe ji cenabê wî gelek tiÅŸt hîn bûm. Ez di wê baweriyê de me ku ÅŸanoger û ÅŸanohezên kurdî jî, wê jê sûd werbigirin. Mamoste Kemal Ulusoy, ji destpêka ÅŸanoya bi kurdî ya li Bakur û li Tirkiyê heta roja me, bênavber di nav xebat û hewldanên ÅŸanoya kurdî de ye, helbet gelek pirs mane ku di siberojê de em ê dîsa jê bixwazin, lê niha ez ê ji navberê derkevim û we bi cenabê wî re bi tenê bihêlim... Werin em bi çavdêriya Kemal Ulusoy li dîroka nêz a ÅŸanoya kurdî binêrin. Fermo mamoste êdî dora te ye...
Ez di sala 1968’an li navçeya Çewligê gundê Hergepê hatimê dinê. Heta bîst saliya xwe li gund mam, helbet hatin û çûyîna min a bajêr û Stenbolê çêdibû lê piÅŸtî bîst saliya xwe, em bi malbatî çûn Stenbolê.
Di sala 1990’î de li Stenbolê komeleyek vebû. Komeleyeke heremî bû, ji çend navçeyên Çewligê (Kayy-Der/Kixî-Karakoçan-Adaklı-Yayladere-Yedisu Sosyal YardimlaÅŸma Kalkındirma ve Kultur Dernegi) pêk dihat. Li wê derê çend qursên hunerî dest pê kirin. Ez jî ji bo ÅŸanoyê tevlê bûm. Diyar e di zarokatiyê de tiÅŸtek di dilê min de maye. Åžano beÅŸek ji hunerê ye tu li peÅŸberî gel dibî, cesaretek û disîplînekê dixwaze. TiÅŸtê ku min bir wê derê, daxwazeke kurdî û daxwazeke çandî bû. Eleqeya min, wekî hobî dest pê kir. Mamosteyê me Ahmet Varol bû, wî jî li Zanîngeha Yildiz Teknikê dixwend.
Lîstika me ya yekemîn ji “jixweberiyê” derket. Daxwaza me li ser zimên û çandê pêk dihat. Di wan deman de ji bo mijara lîstikê, lêgerîneke me ya siyasî tune bû. Mijara lîstikê li ser revandina keçikekê bû û navê lîstikê jî “Xwezgînî” bû. Cara yekem bû ku ez derketibûm ser sehnê. Cihê xebatên me li jêrzemînê bû. Herî zêde cihê 30-40 kesî digirt. Ew lîstik cesaretek û hêviyek dabû min.
Em heÅŸt xwiÅŸk û bira ne. Yê ku li cem malbatê mabû, ez bûm. Åžensê min ê herî mezin ew bû ku, diya min tu carî ez aciz nekirim her tim piÅŸtgiriya min dikir. Bavê min jî mirovekî pir mutewazî bû, tasarrûfa wî li ser min gelekî zêde bû. Ew jî ji derdorê aciz dibû lê tu carî li hemberî min nesekinî. Mixabin ku ÅŸano wekî kar nedihat dîtin.
Li NÇM’ê lîstika yekemîn
Di sala 1992’yan de tevlî koma NÇM’ê bûm. Hêdî hêdî ber bi profesyonelî ve diçûm. Ji alîyê aborî ve belkî em ne profesyonel bûn, lê kar û barê me bi disîplîn û bi profesyonelî derbas dibûn. Di wan salan de ne bingeha min ê ÅŸanoyê hebû ne jî tecrubeya min. Helbet yê ku rê nîÅŸanî me didan hebûn lê zêdetir danûstendina me bi hev re bû, em ji hev hînî tiÅŸtan dibûn.
Xebatên NÇM’eya Stenbolê di sala 1991'ê de, dest pê kiribû. Lîstika wan a yekemîn “MîÅŸko” bû. Wê demê cîhê NÇM’ê jî li Stenbolê li TarlabaÅŸiya Beyogluyê bû û ÅŸano jî li jêrzemîna wê derê xebat dikir. Ew lîstik di wê jerzemînê de nehat lîstin, li Ortakoya Stenbolê hat lîstin. Jê re digotin OKM (Ortakoy Kultur Merkezi). Lîstik bi rêveberiya Mamoste Cemîl derketibû, piÅŸt re Huseyîn Kaytan tevlî komê bû. Ji fablekê lîstikek hatibû amade kirin. Çend salan ÅŸûn ve dîsa bi dêrheneriya wî lîstika "RojbaÅŸ" hat amade kirin. Em komek bûn lê lazim bû ku kesek derhêneriya me bikira, lazim bû ku yekî rê nîÅŸanî me bida.
Lîstikên salên 90’î
Huseyîn Kaytan sê-çar ziman zanibû, her wiha helbestvan û nivîskar bû. Ew jî avantajek pir mezin bû ji bo me. Ji bo me kurtelîstik û tekstên perdeyî dinivîsand û helbet kom jî li ser sehnê, piÅŸt sehnê tiÅŸtan lê zêde dikir. Tekstên ku wî nivîsandibû û tên bîra min ev bûn: "Jinên Bindest" an jî "Mizgîn", "Mirin û Jiyan", "Dawayê Generalê Teneke". Di lîstika wî ya bi navê “Dawayê Generalê Teneke” de Muhlîs Asan wekî derhêner alikariya me kir. Ew kes jî xebatkarê sînemayê bû û hin xebat jî bi me re kir.
TiÅŸtê ku herî zêde hêza me xurt dikir berî her tiÅŸtî sekna sazîyê bû. Di saziyê de daxwaza esasî ev bû; wê sazî bi xebatên çand û hunerê ve bimeÅŸe û li ser piya bisekine. Di nav me de kesekî pir popular tune bû, xebatên me bi awayekî kollektîf berdewam dikirin. Her tiÅŸtê me bi hev re dihat çêkirin, di jiyana rasteqîn de jî wiha bû. Ew xwedîderketina me ya hev karên me jî siviktir dikir. Ji xwe hêza herî mezin jî ew bû.
Gava ez tevlî koma NÇM’ê bûm belkî ÅŸeÅŸ mehan zêdetir min xeber neda. Travmayek pir mezin bû ji bo min. Ew atmosfera NÇM’ê ne wekî komeleya me ya heremî (Kayy-Der) bû. Ez ne rehet bûm. Di komeleyê de xebatên me yên ÅŸanoyê zêdetir bi zimanê heremî bû, lê gava ez hatim NÇM’ê, ji aliyê ziman ve pirsgirêkên min jî dest pê kirin. Mixabin travmaya din jî ew bû ku, civînên me bi tirkî çêdibûn. Gava çavê min li tîpên kurdî diket, germahiyek di dilê min de çêdibû. Di wan deman de Zana Farqinî dest bi tomarkirina peyvan kiribû. Zana Farqinî endamê Koma Çiya bû, ew kom jî di hundirê NÇM’ê de bû û karê muzîkê dikir. Ew dihat ji me peyv dipirsîn, di herema we de ev peyv çawa tê gotin? Hûn jê rê dibêjin çi? û hwd. Min lênerî ku, rûmetê dide zimanê heremê jî, ew tiÅŸt kêfa min anî bû. Xwedê kir ku, kesên wekî wî derdiket û hinekî cesaret da me. Êdî Gulê (3) jî ji zimanê xwe fedî nedikir.
Di wan salan de "RewÅŸen" û "Welat" jî derketibûn, êdî peyva standardîzekirinê dihat qal kirin. Helbet avantaja wê jî hebû lê dezavantaja wê jî hebû. Ez nikarim bibejîm vêya ÅŸaÅŸ bû an rast bû, lê ji bo civatê zehmet bû. Ew tiÅŸt ji bo ÅŸanoyê jî xwedî pirsgirêk bû, lê me du tiÅŸt dabû ber xwe: Em ê ziman xera nekin û hewce ye ku gel jî fahm bike. Heke gel tiÅŸtekî ji te fahm neke, wateya karê te namîne. Di wan salan de bi rastî jî xebatên rêziman piçekî zehmet bû, lê em minettarê ew kesên ku li ser ziman xebîtîne.
Lîstikên dîrokî
PiÅŸtî saziya me ÅŸaxên NÇM’ê li Edene, Amed, Îzmîr, Mêrsîn û li Rihayê jî vebûn. PêÅŸî navê saziya me “Yukari Mezopotamya Kultur Merkezî” bû dûra bû Navenda Çanda Mezopotamya.
Hêdî hêdî karên me yên hunerî berbiçav dibûn. Me nedizanîbû li ku derê çi heye, çi kirine, çawa çêkirine... TiÅŸtên hebûn jî ne berbiçav bûn. Ji bo ku em xwe bigihînîn wan xebatan, ne îmkanê me hebû ne jî me rê û rêbaz dizanîbû. TiÅŸtê ku me dizanibû, "Dayika NiÅŸtiman" (4) bû û her wiha "Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) bû, "Birîna ReÅŸ" a Apê Mûsa bû. Lê ez dibêm, me hewce jî nedidît ku em lêbigerin û xebateke bi vî rengî jî çêbikin. Ew navê “yekembûyînê” têra me dikir.
Di xebatên me de bingehên me yên herî xurt, serpêhatiyên me yên hatine neqilkirin bûn, ji dengbêjiyan bû, ji lîstikên gelerî bûn. Xebat çi bûya ger mijarên folklorîk, ger mijarên siyasî, ger yê din; me bersiva xwe bi hunerê dida. TiÅŸtên ajit-prop, tiÅŸtên sloganîk bêtir hêz dida me û hêz dida gel, tiÅŸtên rojane bûn û di wê demê de man û bersiva wê rojê dida, lê lîstikên me yên klasîk hîn jî têne qal kirin, ez dibêm hê jî wê bê qalkirin.
Rêveberên nû derdikevin pêÅŸ
Em di karê xwe de serwext bûn, û her wiha êdî xwedî tecrube jî bûn. PiÅŸt re Erdal Cevîz bûbû rêveberê komê. Wî. di rê û rebazan de xwe pir pêÅŸ ve xistibû, haya wî ji ÅŸanoyên cîhanê, teoriyên ÅŸanoyê hebû. Bi derhêneriya wî re “Ta/Sê Ewrên Dûr” ji nû ve hat ÅŸîrovekirin. Bi ÅŸêwazeke nû, bi ceribandinekê derket hemberî temaÅŸevanan. Di karê derhêneriyê de dem diçû, xwe pêÅŸ ve dibir. Her wiha, "Ta", “Komara Dînan”, “Gurzek ne Lêdan” jî bi derhênerîya wî re derket û gelek lîstikên din... Di karên nivîskî û wêjeyî de vêca Murat Batgî derketibû pêÅŸ. Murat demekê di RewÅŸenê de jî hin xebat kirin. Hin tekst jî her çiqas wekî navê komê hatibin nivîsandin jî, zêdetir nivîsên wî bûn, wekî teksta “Mehîr”, “Zarokên Apê Mûsa” ên ku tên bîra min û ji xeynî wan hin sererastikirina tekstan jî wî dikir.
Çawa xwedîderketineke me, li ser saziyê hebû, temaÅŸevanên me jî li ser xwedîderketinê dihatin. Nedigot ku, “Naveroka lîstika we çi ye?”, "Hûn ê îro çi bilîzin?". Niha profîla temaÅŸevanan guheriye lê wê demê ne wiha bû. Di wan salan de gelek tiÅŸt ji mecbûriyetê pêk dihat. Nivîskarê me tune bû, camêr ji mecbûrî dibû nivîskar, derhêner tunebû dibû derhêner, lîstikvanên me tunebû, ketibû nava me bûbû lîstikvan, xwezî di wan rojan de yekî jî bi mecbûriyêtî biba rexnegir. Me di nav xwe de digot, ji bo Xwedê bila yek ji me rexne bike. Her kes pir hesas bû, ev hesas bûn jî bi xwedîderketinê re girêdayî bû. TiÅŸtê herî xweÅŸ ev bû ku, israra me, pêkanîna ÅŸanoya me, bi xwe re temaÅŸevan jî pêk anî.
Tûrneya Ewropayê
Di 1998’an de em derketin turneya Ewropayê. Heta mehekî jî em li wir man. Nêzikatiya Bakur ji Ewropayê çêtir bû. Ji bo me dîrok dîsa xwe dubare dikir, pirsgirêkên me yên di salên 90’î de çê bûbûn li Ewropayê jî heman tiÅŸt li benda me bû. Di wan deman de kurdên me yên li Ewropayê ji temaÅŸekirina ÅŸanoyê pir dûr mabûn. Li Ewropa tiÅŸtekî wiha hebû; bername wekî çalakî dihat binavkirin, çalakî jî wekî muzîk dihat famkirin. TemaÅŸevanên me mîna ku bên konserê haziriya xwe dikirin, piÅŸtî lîstikê jî ji me stranan dixwestin.
Di wê komê de gelek hunermend ji nav me derketin: Yildiz Gultekin (Kewê), Kemal Orgun, Feyyaz Duman, Metîn Mîrza, Kazim Oz, Nazmî Kirik û bi dehan kesên din. Hin kes belav bûn, hin kesan dev jê berda, hin çûn sînemayê lê wiha dixuye ku di wê demê de tiÅŸtên ku me li wê girê dida, rihê kurdî û kurdayetiyê bû.
Vegera ser axa xwe
Berê min timî tim li welêt bû. Xewn û xeyala min her tim ev bû ku; li ser axa xwe û bi zimanê xwe xebatên xwe yî ÅŸanoyê berdewam bikim. Heta 2008’an her tim di dilê min de veger hebû. PiÅŸtî ku Åžaredariya Amedê kete destê siyaseta kurd, diyar bû ku, wê vê derê jî xebatên bi kurdî pêk bihata. Êdî ez ne tenê jî bûm, wekî malbat (Hevsera min Gulê jî ÅŸanoger bû) me biryara xwe da û me berê xwe da Amedê. Di wan deman de di repertûara Åžanoya Åžaredariya Bajarê Mezin de lîstikeke tirkî hebû bi navê “Dullar” min jî tê de cih girt. Lîstika Ariel Dorfman bû. Yekem car bû ku min di lîstikekî tirkî de cîh digirt. Li stenbolê me di hundirê xwe de meseleya kurdî û tirkî qedandibû lê li Amedê dîsa ev mesele vebûbû û axir zêde ne domand.
Li Amedê xebatên ÅŸanoyê
Li Amedê lêgerinek hebû. Lîstikên klasîk be jî, tragedya jî be dihat ÅŸîrovekirin. Em dîsa jî, ji rastîya xwe dûrnediketin, li ser bingeha rastîya xwe tevdigeriyan. Minak, di lîstika “Zimanê Çiyê” de bi derhêner Luciano Iogna me ÅŸêwaya ÅŸanoya forum ceriband. “Di Xulamê Du Xwedî” de Levent Suner ji Enqereyê tevlî me bû û atolyeya “Commedia Del Arte”yê çêkir, derhêneriya wê lîstikê ji aliyê Ruknettin Gun bû. Bi derhêneriya Celal Mordenîz ve “Antigone” bi cil û bergên rojane ve derket. Bi derhêneriya Celîl Toksoz ve “Hamlet” wekî muzîkal derket. Di lîstika “Çîrokek Zivistanê de” bi derhêneriya Haldun Dormen ve muzikalek çêbû. Bi derhêneriya Ruknettin Gun, lîstika “Mem û Zîn”ê li Qesra Cemîl PaÅŸa hat pêÅŸkeÅŸkirin. Her lîstik bi derhêneriyê û ÅŸêwazên cuda ve hat amade kirin.
Çend sal berê ji bo festîvalê em çûbûn Rojhilat, bajarê Seqizê, festîvala 13’emîn bû, ji dehan zêdetir kom tevlî wê festîvalê bûbûn. Kesên ku temenê wan 60-70 jî hebûn. Pir li ber xwe ketim heta niha çawa haya me ji ÅŸanoyê Rojhilat û wê festîvalê çênebûbû… Ji bo min suprîzek xweÅŸ û pir mezin bû.
Hin lîstikên têde lîstiye
Wekî lîstikvan min di van lîstkidan de cîh girt: “Xwezginî”(Kay-der), “Mirin û Jiyan”, “Dawayê Generalekî Teneke”, “Ta Sê Ewrên Dûr”, “Roj BaÅŸ”, “Komara Dînan”, “Prometheûsê Zincirkirî”, “Sê sêv bi Nanek”, “Gurzek Nelêdan”, “Mizgîn”, “Jinên Bindest”, “DergûÅŸa Cihanê”, “Dullar”, “Xulamê Du Xwedî”, “Zimanê Çiya”, “Antigone”, “Hamlet”, “Bûn an jî Nebûn”, “Tu kî ye”, “Xwezginî”(Åžaliko Bêkes) û “Mem û Zîn”
Xebata min a ÅŸanoyê li Jêrzemina Kayy-Derê destpêkir û piÅŸtî kayûmê dîsa li Jêrzemîna Åžanoya Bajêr ya Amedê berdewam dike. Li Amedê hiÅŸê me li ser lêgerînên estetîk, lêgerînên ÅŸêwazan, lêgerînên lîstikvanî û sererastkirina ziman bû. Lê gava ku her tiÅŸt serobino bû wê rewÅŸê dest pê kir, hebûn û mayîna me ji bo wan problem bû. Ez naxwazim ajîte bikim, lê gelek tiÅŸtên nexweÅŸ qewimîn.
Li ser milê me berpirsiyarek ew qasî mezin hebû ku, tu luksa me tune bû ku me bigota em nikarin bikin. Me li wê jêrzemînê bi derfetên kêm, bi qadroyên kêm xebatên xwe domandin. Heta ez karim vê bi dilrehetî bibêjim ku, xebatên me yên hunerî zêdetir pêÅŸ ve çûn, zêdetir bilind bûn. Ew jî qonaxek bû. Em ji qonaxan derbas bûn hatin astekê, piÅŸt re tu lê dinêrî ku ji salên 90’î xirabtir rewÅŸekî li ber te heye. Hebûna wê jêrzemîna Åžanoya Bajêr ya Amedê bêtir hêvî da gel.
ÅžeÅŸ mehên li Ewropayê
Bifikirin ku em di çi rewÅŸê de ne ku em hêvî didin gel. Hêz ji me re jî lazim bû, motîvasyon ji me re jî lazim bû. Her ku diçû dêrûniya me jî xêra dibû. PiÅŸt re me bi malbatî biryara derketina derveyî welat da. Ji bo min ew çûyîn êÅŸekî pir mezin bû, pir giran bû. Çawa li Stenbolê berê min li Amedê bû. Wan ÅŸeÅŸ mehan ku li derveyê welat bûm, berê min her tim li Amedê bû, rihê min li Amedê bû. Hem xemginiyek hebû, hem êÅŸek hebû. Ev ÅŸeÅŸ meh ji bo min wekî ÅŸeÅŸ sal derbas bûn. PiÅŸtî ku me biryara vegerê da, min wekî ku ji nû ve li ser axa xwe ÅŸîn bêm hîs kir, wê derê ji koka xwe qetiyabûm û çilmisîbûm. LaÅŸê min li wir bû lê rihê min li vir bû. Bi girî em ji hevalên xwe veqetiyabûn. Mehmet Emin Yalçinkaya wiha digot, "tê vegerî lo, temam, dûdirêj neke"... PiÅŸt re rêhevalê me, Emîn jiyana xwe ji dest da. Bi salan lîstikvanî kir, tekst nivîsandin, derhênerî kir… Li ser navê wî ÅŸanogerên kurd ku jiyana xwe ji dest dane û ked dane bi rûmet bibîr tînim. Niha jiyan û ÅŸano di nav hev de didome...
1- Di sala 2016’an de di serî de Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dewletê bi kayûman dest danî ser nêzî sed ÅŸaredariyên kurdan.
2- Roja 19.08.2019’an Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi biryarnameyek Åžaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywir girtin, carek din bi kayûman dest danîn ser ÅŸaredariyan.
3- Gulê Ulusoy Özalp, ÅŸanoger û xanima Kemal Ulusoy e.
4- Lîstika ku di dema Komara Mehabadê de hatiye lîstin
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Åžanoyek û Serpêhatiyek: Umît AktaÅŸ
- Çîroka ÅŸanogerekî pênaber: Aram TaÅŸtekîn
- Åžanoger û pêÅŸmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe