BIRWA ESHED*
Nêzî nîv sedsalê ye hunermend Hesen Xerîb stranên dengbêjî (meqam) dibêje. Xwediyê bi dehan honraw, stran û muzîkan e. Hunermend Hesen Xerîb daxwaza wî ew e ku nifşê nû fêrî dengbêjiyê bibin û ev çand winda nebe.
Çawan hemû deverên Kurdistanê her yek bi rengek xwe yê çand û hunerî tê naskirin, Kerkûk jî bi dengbêjî û besteyên taybet ên devera Germiyanê tê naskirin. Di vî warî de gelek hunermendên mezin derketine ku bûne nasnameya hunera kurdî û dengbêjî û parêzvanên dengbêjiyê.
Tevî hemû êş û êrişên ku dijminên gelê Kurd li ser bajêr kirine, lê hîna jî huner evîna herî zindî ya bajêr e. Yek ji van hunermendan jî hunermend Hesen Xerîb e ku beşeke ji huner, dengbêjî û dîroka hunerî ya deverê ye. Hunermend Hesen Xerîb di derbarê jiyan û xebata xwe ya hunerî de ji ajansa me re axivî.
HESEN XERÎB KÎ YE?
Hesen Mihemed Xerîb bi nasnav Hesen Xerîb di sala 1972’yan de li taxa Şorîce ya Kerkûkê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî jî li heman taxê xwendiye. Di heman salan de ligel xwendina xwe li kebabxaneyek de kar kiriye. Ji ber hezkirina wî ji karê hunerî re hebû bi taybetî jî stran strîn, di temenê xwe yê zarokatî de di sala 1983’yan de tevlî dewreyek ya muzîkê dibe.
KOMA MUZÎKÊ BEŞDARÎ ŞAHIYÊN LI KERKÛKÊ DIBE
Piştî ku Hesen Xerîb fêrî dengbêjî, helbest û jenîna muzîkê dibe, ligel çend hevalên xwe Koma Muzîkê ya Rojava ava dikin. Vê komê bi sitran û muzîkên xwe tevlî şahiyên li Kerkûkê dibûn.
Mîna gelek hunermendên din, Hesen Xerîb jî destpêkê nasnavê Germiyanî lê tê kirin. Lê piştre vî nasnavî diguherîne.
PAŞNAVÊ GIRMIYANÎ BI LÊBORÎNÊ DIGUHERÎNE
Hesen Xerîb di derbarê sedemê guherîna nasnavê Germiyanî de wisa got: “Hevalên min bêyî ku haya min jê hebe li yek ji daxwaznameyên şahiyekê de paşnavê Germiyanî bi min ve dikin. Di wan deman de jî hunermendê kurd ê navdar Hesen Germiyanî serdana taziyeya xizmek xwe yê li Kerkûkê dike. Li wê derê jêre dibêjin taziyeya me heye çawan tu yê herî şahiyê. Li wê derê aciz dibe û jêre ecêb tê. Min peywendî pêre kir û daxwaza lêborînê jê xwest û jêre got hevalên min ev paşnav li min kirine. Piştî wê min paşnavê xwe navê bavê xwe lê kir û min kir Hesen Xerîb.”
SALA 1992'YAN NAVDAR DIBE
Hesen Xerîb di sala 1992’yan de yekemîn kaseta xwe li Kerkûkê belav dike. Gelek stran û dengbêjî têde hebûn. Yek ji wan stranên herî zêde deng veda jî sitrana ‘Bukman hatewe’ bû. Piştre li Bexdayê jî çend berhem tomar kir. Di derbarê wan berheman de Hesen Xerîb dibêje: “Yek ji stranên din ku zêde li nava gel de hat hezkirin ‘Givey ba’ bû ku ji çîrokek rasteqîn hatibû girtin û ji bo wê serdemê gelek guncaw bû.”

STRANÊ PÊŞKÊŞÎ NASIR REZAZÎ DIKE
Di dewamê de Hesen Xerîb li ser berhemên xwe got: “Di wê serdemê de CD nebûn, tenê kaset hebûn me stranên xwe li ser tomar dikir. Li ser kasetê dîroka derketinê, navê hunermend û stranên têde dihatin nivîsandin. Wê demê min dîmenek yê hunermend Nasir Rezazî ligel Merziye xan dît, di salên 2000’î de bû, nû hatibûn Kurdistanê. Ji wê rewşa ku ew têde bûn gelek bandor bûm, min dît li Xerîbiyê çi zehmetî jiyan kirine. Wê demê min strana ‘Bargey xemim helgirtûwe û hatime bajarê xwe’ nivîsî. Min ew stran di sala 2001’ê de li kasetek de tomar kir. Min wê sitrana xwe pêşkêşî Nasir Rezazî kir.”
MECBÛRIYETA ZANÎNA 7 STRANAN
Kêm kes xelkê herêma Germiyan hene ku stranên dengbêjî yên kurdî nabêjin. Hesen Xerîb jî yek ji wan hunermendên dengbêje ye. Di derbarê destpêka gotina stranên dengbêjî de Hesen Xerîb wiha axivî: “Min destpêkê de gelek guh dida stranên dengbêjên navdar ên wekî Hesen Zîrek, Elî Merdan, û Heme Ceza. Her kesek çûba li ser televîzyona kurdî ya Bexdayê divê destpêkê heft stranên dengbêjiyê bizanîbiyana.”

ZÊDITIRÎ 100 BERHEMÊN TOMARKIRÎ
Hesen Xerîb behsa berhemên xwe kir û got: “Di sala 1990’an ta sala 2004’an her sal min kasetek tomar kiriye. Her kasetek 8 ta 10 stran têde hebûn. Her wiha nêzî 40 klîb ji bo televîzyonan çêkiriye. Mixabin piştre televîzyona Kerkûkê çû li Bexdayê weşan kir. Şerê Amerîkayê ligel rejîma Baas (2003) bû sedem beşek zêde ya arşîva me tune bibe. Tenê beşek kêm a berhemên min mane. Ew jî di dema xwe de min li televîzyonê tomar kiribûn. Wekî pêwîst ne paqij in û hinek ji wan xira bûne.”
Di dawiyê de jî hunermend Hesen Xerîb behsa karê xwe yê dawî yê hunerî kir û got: “Ligel hunermend Mihemed Ebas Baram dixwazim karek hevbeş bikin. Sipasiya ajansa Rojnews jî dikim, hûn eynika me ne. Daxwaza min ew e ku mamostayên dengbêjiyê stranên dengbêjî biparêzin û nifşê nû fêrî dengbêjiyê bikin.”
*Ji Rojnewsê hatiye girtin
