Diyarname
Jîn Art Huner ku li Basnameya Konaka Îzmîrê xebatên xwe yên hunerî didomîne, êvaera 11'ê mehê belgefîlmê bi navê "Li Kurdistanê Şev û Mij" nîşan da.
Derhêner Şîlan Saadî belgefîlmê xwe li ser çend keçên êdîzî ku ji komkujiya Şengalê reviyabûn û hatibûn Amedê kişandiye. Di belgefîlmî de piştî ku kayûm tê ser şaredariyên Amedê û rewşa van keçan xirabtir dibe jî derdikeve pêş.
Derhêner Saadî ku li salonê amade bû, piştî nîşandayînê ligel mêvanan gotûbêjek li dar xist.
BERNAMEYA JÎN ARTÊ
Jîn Art Huner xebatên xwe didomîne. Bernameya wan a vê mehê bi vî rengî ye:
- 17 û 18'ê gelawêjê: Stend-up: Salih Yildizoz
- 24'ê gelawêjê: Konser
- 25'ê gelawêjê: Konsera Turan Şengul
- 31'ê gelawêjê: "Çinûr", derhêner Şîlan Alagoz, lîstikvan Nazmî Karaman
- 1'ê rezberê: "Çinûr", derhêner Şîlan Alagoz, lîstikvan Nazmî Karaman
***
Vîedoyeke li ser meseleyê:


