Diyarname
Nivîskar, helbestvan, bi fikrê xwe çepgir Sennur Sezer îro wefat kir. Cenazeya wê sibê (8'ê mehê) piştî merasima li ber avahiya Evrensel û Hayat TV'î wê bê definkiri.
Sezer di 12.06.1943'yan de li Eskîşehîrê hatiye dinê. Bavê wê teknîsyenê Rêyên Hesinî yên Dewletê bû. Wê di sala 1959'an de dema diçû pola diduyan a lîseyê li tersaneyê dest bi karek kir û dest ji lîsteyê berda.
Yekem helbesta wê di sala 1958'an de hat weşandin. Bi pereyên hevalên wê yên ji TÎP'ê (Partiya Karkeran Tirkiyeyê) yekem pirtûka wê hat weşandin: "Gecekondu".
Paşê gelek pirtûkên wê yên din jî gihîştin ber destên xwendevanan. Vane hin pirtûkên wê:
- Yasak (1966)
- Direnç (1977)
- Gerçeğin Masali (1979)
- Sesimi Ariyorum (1982)
- Kimlik Karti (1983)
- Resimde Kimler Var (1985)
- Afiş (1991).
- Keloglan ile Kose (1991, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir)
- Direnç Şiirleri (1995)
- Pencereden Bakan Çocuk (1995)
- Osmanli'da Fal ve Falnameler (1998)
- Ekmek Kavgasi / Çîrokên kedê 1 (çîrokên neqandî, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir) (1998)
- Grev Bildirisi / Çîrokên kedê 2 (çîrokên neqandî, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir) (1998)
- Motorize Koleler/Çîrokên kedê 3 (çîrokên neqandî, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir) (1999)
- Dokumacinin Olumu /Çîrokên kedê 4 (çîrokên neqandî, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir) (1999)
- Hasir Oren Padişah (1999)
- Nazim, Dunya ve Biz (lêkolîn, ligel Şukran Kurdakul amade kir, 2002)
- Masal Evi (ligel Adnan Ozyalçiner)(2003)
- Az Masrafli ve Kolay Yemekler (2004)
- Bir Zamanların İstanbul'u (ligel Adnan Ozyalçiner amade kir) (2005)
- Binbir Gece Masallari (wêne Mustafa Delioglu) (2006)
- Şahmaran (çîroka gelh 2007)
- '68'in Edebiyati, Edebiyatin 68'i (lêkolîn, neqandin, 2008)
- Oykuleriyle İstanbul Anitlari (2 Cilt, ligel Adnan Ozyalçiner amade kir, 2010)
Heta niha helbestên wê li zimanên yewnanî, almanî, sirbî, makedonî, îngilîzî hatin wergerandin û di antolojiyan de cih girtin. Hin helbestên wê li kurdî jî hatine wergerandin.
Sezen yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan e û di nav avakirina Emek Partîsî de jî cih girtibû. Wê di rojnameya Evrenselê de dinivîsand û her wiha ji bo Hayat TV jî bername çêdikir.
Sennur Sezer ku di sala 1967'an de ligel Adnan Ozyalçiner zewicî û heta dawî ligel hev bûn, du zorakên wan hene.